• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogûllari: Kurd ji bo herêmê misogeriya ewlehiyê ne

Navenda Nûçeyan / AW

12 KANÛN 2024 - 17:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya piştî serdana Partiya Saadetê de axivî û got: “Kurd ji bo herêmê ne gefa ewlehiyê ne. Berovajiyê vê, misogeriya ewlehiyê ne. Dema Tirkiye jî siyaseta xwe diyar dike divê li gorî vê xetê tevbigere.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên muxalefetê û rêxistinên civaka sivîl de çûn serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan.

Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û şandeya pê re hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan daxuyanî dan.

Ewilî Tulay Hatîmogûllari axivî û spasiya Partiya Seadetê kir. Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Di serdanê de me geşedanên li Tirkiye û herêmê, mercên siyasî û îqtîsadî, geşedanên li Sûriyeyê nirxandin. Helbet em li ser nîqaşên birêz Devlet Bahçelî piştî 1’ê Cotmehê dane destpêkirin axivîn.

Dibînin ku aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê çiqasî girîng e

Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, me bi partiyan û rêxistinên pîşeyî û kedê re hevdîtin kirin. Ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê bi vê heye. Dema em li geşedanên Sûriyeyê dinêrin, dibînin ka di vê qonaxê de aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê çiqasî girîng e. Ji bo ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, divê her kesên li Tirkiyeyê, partiyên siyasî û derdorên civakî destê xwe deynin bin kevir. Di vê serdemê de erk û berpirsyartiyên me hene.

Bang li Serokê Meclisê dikin ku qanûna qeyûman ji holê rake

Dema em qala aştiya navxweyî û çareseriya pirsgirêka kurd dikin; li rexekî di nava civakê de weke ku guftûgo dest pê kiribin tê fêmkirin. Lê di heman demê de em bi tayînkirina qeyûman re rû bi rû ne. Mijara qeyûman, yek ji mijarên sereke ya hevdîtina me ya îro jî bû. Partiya Seadetê jî di nav de 10 partiyên muxalefetê karekî pir girîng îmze kirin. Ji bo rakirina qanûna qeyûman ku berhema OHALê ye, bi hev re tevgeriyan. Em careke din bang li Serokê Meclisê birêz Nûman Kurtulmuş dikin ku guh bide dengê 10 partiyan û vê qanûnê ji holê rake.

Em dibin şahid ku pêvajoyeke bixwîn dest pê kiriye

Yek ji mijarên din a em li ser axivîn jî geşedanên li Sûriyeyê ne. Belê niha li Sûriyeyê hikûmet tune ye û aloziyeke pir mezin heye. Em dibin şahid ku pêvajoyeke bixwîn dest pê kiriye. Em li du noqteyan şahidiya vê dikin. Yek ji wan, komkujiyên li dijî gel û baweriyan e. Bi taybet jî li dijî civaka Elewî rêzeqetlîam hatine destpêkirin. Di heman demê de li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hene. Em dixwazin ev tevek tavilê bi dawî bibin. Divê di avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk de hemû gel û baweriyên li wir tê de cih bigirin û amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk girîng e. Ji bo vê em bang dikin.

Gelê kurd misogeriya ewlehiyê ya herêmê ne

Kurd ji bo herêmê ne gefa ewlehiyê ne. Berevajî vê, misogeriya ewlehiyê ne. Dema Tirkiye jî siyaseta xwe diyar dike divê li gorî vê xetê tevbigere.

Bêguman di hevdîtinê de krîza îqtîsadî jî hate axaftin. Di vê mijarê de çendek nirxandinên me çêbûn. Mixabin bûdçeya îro ne bûdçeya xizanan lê ya dewlemendan e. Em bang dikin ku di serdemeke 50 milyon welatiyê me di bin sînorê birçîbûnê de dijîn de kêmtirîn mûçeyê baş bikin. Divê bûdçe li gorî xizanan were amadekirin.”

Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Arikan jî ji ber serdanê spasiya şandeya DEM Partiyê kir.

Etîket: HevditinmûxalefetPartiya SeadetêTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

13 TEBAX 2026
Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

13 TEBAX 2026
Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

13 TEBAX 2026
Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

Tuncer Bakirhan: Qanûna yekem e ku Kurd tev li hiqûqê dibin

10 TEBAX 2026
Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne