• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hat xwestin girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî bê berdan

Enqere / AW

17 GULAN 2025 - 14:39
Kategorî: ROJANE
A A

Înîyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî ku ji sedî 78 astengdar e û hat xwest tavilê were berdan.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteyê 558an de li cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankayayê ya Enqerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivisî hat hilgirtin. Endam û nûnerên rêxistinên demokratîk jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê, endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê Sevîl Turgut ve hat xwendin.

Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî ku ji sedî 78 astengdar e.

Sevil Turgut diyar kir ku di girtîgehan de 161 girtiyên jin ên nexweş, hezar û 251 jî girtiyên zilam ên nexweş û bi giştî jî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Sevîl Turgut anî ziman ku girtiyên nexweş di şert û mercên girtîgehê de nikarin tedawî bibin û divê demildest bên berdan.

Sevîl Turgut bi lêv kir ku ew di hefteyê 558an de bal dikşînin ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî û wiha axivî: “Kazim Avci tevî hê derbarê wî de hukum tune ye 9 sal û 6 meh in di girtîgehê de ye. Kazim Avci ji %78ê astengdar e û 58 sal in ji ber ku lingê wî yê çepê ji bejê ber bi jêr ve hatiye jêkirin, proteza 5 kîloyî ya bi amûra daliqandinê li stûyê xwe bi kar tîne. Ji xeynî vê protezê dema dimeşe her tim ken an jî kêzikan bi kar tîne. Ji ber ku dema di hucreya yekkesî de tê hiştin nekarî pêdiviyên xwe bi cih bîne. Piştî ku xizmê wî yê di heman girtîgehê de razî bû ku bi wî re li heman cihî bimîne, di warê lênêrînê û pêdiviyên xwe de piştgirî werdigire. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ji ber protezê zehmetiyê dikişîne nav otomobîlê û dimeşe. Her wiha nexweşiya dil jî bi wî re heye.”

‘Kazim Avci nikare di girtîgehê de bimîne’

Di berdewama axaftina xwe de Sevîl Turgut destnîşan kir ku Kazim Avci di 2ê Sibata 2022yan de di girtîgehê de qirîza dil derbas kiriye û wiha got: “Yek ji damarên wî bi tevahî girtî ye, stent li vê damarê xistine. Piştî krîza dil, hê jî di tiliyên destê çepê de êş û janberdewam dike. Dil bi kapasîteya ji sedî 40 dixebite. Ji bilî van, di salên 1998 û 2015an de ji ber nexweşiya di stûyê wî de du caran emeliyatên findiqa wî çêbûn û bijîşkan jê re gotin ku ew êdî nikaribe emeliyateke din bike. Her wiha, guman li ser kansera mîzdankê hebû û ji ber vê sedemê kişandina tîrêjên X-ê yên din hate xwestin. Ji ber ku prostata wî pir mezin bûbû, bi gumana penceşêra prostatê di bin çavdêriya domdar de bû. Wî diyar kir ku ew rojane 12 dermanên dil bikar tîne, 6 sibê û 6 êvarê, û her weha ji bo prostatê rojane 2 heb, ji bo şekir rojane 2 heb, ji bo têkçûna mîtralê rojane 1 derman distîne, û her weha di parêzê de ye. Di encama MRIya ku piştî êşa serê ya giran hat kişandin de, hat destnîşankirin ku xwînrijandina mejiyê wî heye û li deverên ku xwînrijandin lê çêbûye hin zirarên mayînde hene.Ji ber nexweşiyên giran ên Kazim Avci nikarie bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, divê muayeneyên wî di zûtirîn dem de werin kirin.”

Etîket: girtiyên nexweşÎHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026
Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne