• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gundê 3 caran hatiye şewitandin: Gundê Xaçekê

Omer Demîr / AW

28 TÎRMEH 2025 - 08:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Gundê Xaçekê li Pîranê ye. Di sed salên dawî de 3 caran hatiye şewitandin û hilweşandin. Ji şêniyên gundê Xaçekê Ramazan Ari diyar kir ku gundê Xaçekê mîna bihuştê ye û got: “Em hêvîdarin ku dê aştî pêk were û em ê vegerin gundê xwe.”

Li Kurdistanê gelek gund bi êrişên leşkerên dewleta Tirk re rû bi rû. Dewleta Tirk bi hinceta alikariyê didin PKKê bi hezaran gund şewitand, leşker şeniyên gundan kuştin, îşkence li şeniyên gundan kirin. Gundî jî neçar man û koçî bajaran kirin. Gundê Xaçekê jî yek ji gundên hatiye şewitandin e. Gundê Xaçêkê bi ser navçeya Pîranê ya Amedê ve ye û cara yekemîn di sala 1925an de, cara duyemîn di sala 1937an de û dawiyê jî di sala 1991an de hatiye şewitandin. Yek ji şêniyên gundê Xaçekê Ramazan Ari têkildarî dîroka gund ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Ewilî di sala 1925an de gund tê şewitandin

Ramazan Ari diyar kir ku gundê Xaçêk 1200 sal berê hatiye avakirin û wiha axivî: “Gundê Xaçêk di nava gel de bi navê Xaçêka Şêx Endel tê zanîn, dîroka gund gelek kevn e. Dema ku di sala 1925an de şoreşa Şêx Seîd dest pê kir kalkê min Salîh jî tev li şoreşê dibe. Di nava gun de 16 salî heta 80 salî gelek kes tev li şoreşe bûne. Piştî Şêx Seîd tê girtin, leşker diavêjin ser gundê Xaçêkê û qalkê min Salîh jî di nav de, gelek kes tê girtin. Şêniyên gundên me yên tên girtin bi bi Şêx Seîd re tên ragirtin. Şêx Seîd tê darvekirin, kalkê min jî tê sirgunkirin. Piştî efû diderkevê divegerê gund û careke din gund ava dike.”

Paşê di sala 1937an de…

Ramazan Ari destnîşan kir ku di sala 1937an de raperîna Seyîd Riza dest pê kir, Seyîd Riza alîkarî jî Şêx Evdirrehîm xwest û wiha pê de çû: “Şêx Evdirrehim li gundê me radiwestiya û gelek cara jî ber bi Rojava ve rêdiket. Piştî banga Seyîd Riza dixwazê werê Xaçêkê û li wir bi şeniyên herêmê re kom dibin û paşê diçin Dersîmê. Lê di nava koma wî de serleşker Ziya sixur e. Dema şev di rê de leşkeran davêjin ser wan hemû hogirên Şex Evdirrehîm tên kuştin. Şex Evdirrehîm jî direvê lê dema ku xwe di bin genim de vedişêre, dîsa di encama îxanetê tê kuştin. Piştî van bûyeran leşker careke din berê xwe didin gundê Xaçekê û şewitandine.”

Caraya sêyem sala 1991ê gundê Xaçekê hat şewitandin

Ramazan Ari anî ziman ku piştî çend salan gundê Xaçekê dîsa hatiye avakirin û ev tişt gotin: “Kalkê min dîsa divegerê gundê xwe û dibêje ku ‘çend sal derbas bibê jî ez ê vegerim gundê xwe’. Piştî tevgera PKKê derket, hatina leşkeran a gund gelek zêde bû. Di sala 1991an de gelek kes ji gundê me tev li PKKê bû. Piştî vê yekê leşker û cerdevan avêtin ser gundê me. Leşker û cerdevan hemû amûr û ajalên gundiyan dibin û malên gundiyan dişewitînin. Tu kes nekarî tiştên xwe bi xwe re bibê û şêniyên gund ji gund tên sirgunkirin. Piştî çend salan, kesên ku çûne gund, dîtine ku tevahî xanî hatine şewitandin.”

‘Aştî dê pek werê em ê vegerin gundê xwe’

Ramazan Ari diyar kir ku wan di salên nêz de xwestine ku vegerin gundê xwe lê leşkeran nehiştiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Leşkeran rêya me girt. Ji me re gotin ku an hûn wê bibin cerdewan an jî hûn nikarin herin. Îro niha pêvajo hatiye destpêkirin. Serok Abdullah Ocalan wekî Keştiya Nuh gelê Kurd xilas dike. Îro em ji ber ziman, çand û hebûna xwe diparêzin, tên kuştin. Ez hêvîdarim ku kuştin xilas bibe. Aştî dê pek werê û em ê vegerin gundê xwe. Gundê me wekî bihuştiyê ye. Lê divê her kes ji bo avakirina gund alîkarî bide me. Em dixwazin li ser axa xwe bijîn.”

Etîket: gundGundê XaçekêPîranşewitandina gundanŞêx Seîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

29 HEZÎRAN 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

29 HEZÎRAN 2026
Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

29 HEZÎRAN 2026
Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

27 HEZÎRAN 2026
MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne