• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê: Mafên me tên binpêkirin

Fexredîn Kiliç / AW

26 KANÛN 2025 - 09:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Parêzerên ku çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan tên kirin vegotin û dan zanîn ku ji ber girtî li dijî binpêkirinên tên kirin xwedî li mafên xwe derdikevin bi mûameleyeke nebaş re rû bi rû dimînin.

Zext û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yan a Dûmlû ya Erziromê ye. Parêzerên ku çûn serdana girtiyan kirin û malbatên girtiyên bi navê Cîhan Gokalp û Oktay Gul ku bi wan re bi telefonê axivîn binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên pêkanîn vegotin.

Bi pêkanînan hewl bidin girtiyan biçewisînin

Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di 24ê Kanûnê de serdana girtîgehê kirin û bi çend girtiyan re hevdîtin kirin. Parêzeran diyar kirin ku li girtîgehê pêkanîna tecrîd û îzolasyonê heye û ev agahî dan: “Girtiyan ji hevdû vediqetînin û dibin qawişên dûr. Rêveberiya girtîgehê sansurê li pirtûkan dike, şîrên ku dîroka wan derbas bûye didin girtiyan, beşeke qawişên girtiyan tavê jî nabînin, korîdorên ku qawişên girtiyan lê ne di nava qirêjiyê de ne, ava daşirê tê qawişên wan, boyaxê dîwaran diwere, li odeyan ritûbet heye, li ber paceyan têlên fesê hene, cihê hewadariyê gelek xerab e, ji bo ku qawiş tên paqijkirin derbarê girtiyan de lêpirsînên dîsiplînê tên destpêkirin. Xwarinên didin wan gelek nebaş in û nayên xwarin, armanca dayîna van xwarinan ew e ku girtiyan biçewisînin. Di hevdîtinên girtiyan ên bi midûrî re weke ku girtî di dadgehê de ne parastina li ser piyan li wan tê ferzkirin. Saetên hevdîtinan ên malbatên ku ji derveyî bajar tên bi awayekî zanebûn digirin saetên serê sibê û dixwazin malbatan aciz bikin.”

Parêzeran dan zanîn ku ji ber girtî li dijî binpêkirinên tên kirin mafê xwe yê îtîraz, gilî kirin û protestoyê bikartînin rastî mûameleyeke nebaş tên kirin û derbarê wan de lêpirsînên dîsiplînê tên destpêkirin.

‘Rêveberiya girtîgehê bi awayekî cidî nêzîk nabe’

Bavê girtiyê bi navê Cîhan Gokalp, Îzzettîn Gokalp jî da zanîn ku lawê wî di 20ê Kanûnê de bi wan re bi telefonê axiviye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê lê tê ragirtin vegotine. Îzzettîn Gokalp diyar kir ku zextên li ser girtiyan zêde bûne û wiha got: “Her çiqas pirsgirêkên heyî bi rêveberiya girtîgehê re tên parvekirin jî rêveberî bi awayekî cidî nêzî van pirsgirêkan nabe. Zextên li ser zarokên me berdewam dikin. Lazim e rojê 8 saetan derxînin cihê hewadariyê lê hin girtiyan 2 saetan derdixînin.”

‘Tevî pêvajoyê jî zextên li girtîgehan berdewam dikin’

Îzzettîn Gokalp xwest ku sazî û dezgehên bi girtîgehan re eleqedar peywîra xwe pêk bînin û wiha domand: “Divê berspiryar xwedî li zarokên me derkevin. Em dixwazin ev pirsgirêkên zarokên me bên çareserkirin. Tevî ku pevajo jî heye ev zext berdewam dikin. Şûna ku ev zext kêm bibin zêdetir dibin. Em dixwazin çapemenî jî li ser van pirsgirêkan bisekine û bikin rojev.” Îzzettîn Gokalp da zanîn ku ji bo pirsgirêkên ku kurê wî jê re vegotine serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) dane.

Pêkanînan berdewam bikin dê bikevin çalakiyan

Girtiyê bi navê Oktay Gul ku di 20ê Kanûnê de bi telefonê li malbata xwe geriya û binpêkirinên li girtîgehê ragihandin. Oktay Gul diyar kir ku girtiyên ku di hucreya yek kesî de tên ragirtin dernaxînin cihê hewadariyê û da zanîn ku rast û dirûst xwarinê nadin wan. Oktay Gul bi lêv kir ku gelek zext û zorê li wan dikin û wiha got: “Tundiya fizîkî û psîkolojîk dikin. Heke van pêkanînan berdewam bikin em ê bikevin çalakiya greva birçîbûnê û mafê xwe yê axaftina bi telefonê bikarnaînin.” Oktay Gul anî ziman ku zext li girtiyên ku bi navên Levent Geçîcî, Îbrahîm Toktaş, Bedredtîn Adiguzel, Cengîz Albayrak û Saît Ozturk jî tê kirin û ew jî dê li dijî binpêkirinan bikevin çalakiyan.

 

Etîket: binpêkirinên mafên girtiyanGirtîgeha DûmlûyêOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

OHD: Binçavkirinên li Amedê li dijî ruhê pêvajoyê ye

3 ÎLON 2026
Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

31 TEBAX 2026
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

‘Gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e’

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne