• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

GÎB-DER hate vekirin: Li dijî tariyê jiyana demokratîk ava bikin

Amed / AW

23 GULAN 2026 - 18:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) li Parka Eyşe Şanê ya Rezanê bi şahiyekê hate vekirin. Di bernameya vekirinê de deklerasoyan ku hat xwendin û hate diyarkirin ku GÎB-DER bangek e ku em li dijî bêdengiyê bibin dengek û li dijî tariyê jiyana demokratîk ava bikin.

Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) li Parka Eyşe Şanê ya li navçeya Rezana Amedê bi şahiyekê hate vekirin. Setmedarê Kurd Çetîn Arkaş, Dayîkên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, gelek ciwan tevlî bernameyê bûn. Di bernamê de pankartên “Ciwan ji bo pêşerojê keleha berxwedanê ne”, “Aştî mafê me ya komun warê me ya, jin û ciwan hêzên me ne”, “Li ser şopa heqîqetê bi gavên ciwanan, komunên xwe yên azad ava bikin” hatin vekirin.

Dui bernameya vekirina GÎB-DERê de deklerasyona du zimana hate xwendin. Metna deklerasyonê bi Kurdî Hasan Karsu û Tirkî jî Berîtan Ateş xwend.

‘Civaka demokratîk civakbûyînek pirrengiyê ye’

Hasan Karsu diyar kir ku ciwanbûyîn li vê erdnîgariyê ne tenê bi tunekirina pêşerojê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi şer, polîtîkayan, newekheviyên kûrtir, înkarkirina nasnameyê, xizanî, bêkarî, wêrankirina ekolojik, bêhêviya sîstematîk re jî rû bi rû dimînin û got: “Lê em dizanin ku ciwan ne tenê qurbanê van krîzan e, di heman demê de hêza herî mezin a damezinêrê veguherîna demokratîk e. Ji ber vê yekê em li vir in. Em, wekî ciwanan bawer dikin ku gel dikare li ser bingeha jiyanek wekhev, azad û bi rûmet bi hev re bijîn û aştiyê wekî bingeha bingehîn a jiyana civakî û civaka demokratîk wekî alternatîfa rastiyê ya sereke ji bo pêşerojek hevpar dibînin. Ji ber ku em bawer dikin aştiya rastîn ne tenê rewşek bê pevçûnê ye, lê belê avakirina edaletê, hemwelatîbûna wekhev, nasnameyên azad û beşdariya demokratîk e. Civaka demokratîk civakbûyînek pirrengiyê ye, ne tekparêzî ûînkarê ye, îradeya jiyana bi hev re ye. Bi vê têgihîştinê, me Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) damezrand; bi armanca ku ciwanan bikin mijarên çalak ên civaka demokratîk, piralî, berfireh û domdar a li ser bingeha rûmeta mirovan û mafên mirovên gerdûnî bijîn.”

‘Îradeya kolektîf a ciwanan mezin dike’

Hesen Karsu destnîşan kir ku ciwanan ne tenê wekî beşek civakî ya “amadekariya pêşerojê” pênase dikin û wiha domand: “Di heman demê de em wekî hêzek pêşeng a îradeya guhertina jiyana siyasî, çandî û civakî ya vê demê dibînin. Ji ber vê yekê, têkoşîna me li ser van bingehan ava dibe; Zêdekirina beşdariya demokratîk, misogerkirina ku ciwan di pêvajoyên biryardayinê de rasterast xwedî gotin bin, parastina azadiya jinan û wekheviya zayendî di hemû warên jiyanê de, pêşxistina cihêrengiya çandî û jiyana pirzimanî, xurtkirina têgihîştina jiyana ekolojîk û domdar, têkoşîna qada tenduristiyê û avakirina civaka tendurist, mezinkirina çandek jiyana hevpar li dijî cudakarî, yek rengiyê û siyaseta nefretê, anîna ciwanan bi hevgirtina rêxistinkirî li dijî polîtîkayên tiryakê, îstismarkirinê, tecrîd û bêhêvîtiyê ye. Em dizanin ku civaka demokratîk ne tenê bi sazî û dezgeyên siyasî, di heman demê de bi hişmendiya civakî ya rêxistinkirî jî tê avakirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe Hasan Karsu qala armanca GÎB-DERê kir û wiha pêde çû: “Li taxan, li qadên tenduristiyê, qadên dîjitalê, di çalakiyên çand û hunerî de, hilberîna akademîk de, di têkoşîna ekolojîk de, di warê mafên mirovan û hiqûqê de, di çalakiyên werzîş, çand, hevgirtinê de îradeya kolektif a ciwanan mezin dike.

‘Li dijî bêhêvîtiyê hêviya rêxistinkirî dide destpêkirin’

Hasan Karsu di dawiya axaftina xwe da zanîn ku ew jiyana hevbeş a wekhev û azad a ciwanan ji hemû gelan diparêzin. Hasan karsu destnîşan kir ku ew dizanin ku azadiya tu gelî nikare li ser înkarkirina gelekî din were avakirin û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê, em nijadperestî, zayendperestî, cudakarî, talankirina xwezayê û her cûre têgihîştinên otorîter ên ku ciwanan pasîf dikin red dikin. Li şûna wê; em wekî berpirsiyariyeke dîrokî dibînin ku siyaseta demokratîk, diyaloga civakî, xwişk û biratiya gelan, rizgariya jinan, jiyana ekolojîk, civaka tendurîst, hemwelatîbûna beşdar, têkoşîna ciwanan a rêxistinkirî berfireh bikin. Ji ber ku ji bo me, ciwan ne tenê kategoriyek temenî ye, lê ciwantî cesareta avakirina jiyanek azad e. GÎB-DER bi îdiaya ku li dijî bêhêvîtiyê hêviya rêxistinkirî dide destpêkirin. Ji îro û pê ve, em parastina aştiyê, berfirehkirina civaka demokratîk, aşkerekirina rastiyê û avakirina jiyanek wekhev û azad bi hev re wekî erkê dîrokî yê ciwanan dibînin. Ev bang ne tenê bangek ji bo damezrandina komeleyekê ye. Ev bang bangek e ku em li dijî bêdengiyê bibin dengek, li dijî tenêtiyê hevgirtinp xurt bikin, li dijî înkarê bibin rastî û li dijî tariyê jiyana demokratîk ava bikin. Ji ber ku em bawer dikin: Aştî dê bi ciwanan re mezin bibe. Civaka demokratîk dê di bin pêşengtiya ciwanan de were avakirin.”

Piştî xwendina deklerasyonê bernameya vekirinê bi stranên Kolektîfa Rîtmên Azad, Kadîr Çat û GerokMa berdewam kir.,

Etîket: ciwanDÎB-DERpêşengşahîvekirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne