• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Gelek zarok fêrî zimanê xwe dibin’

Abdullah Esen / AW

30 KANÛN 2025 - 10:15
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Êlih – Rêveberên Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê diyar kirin ku ew bi salan e li saziya xwe dersên hunerî didin şagirtan û wan li vir gelek şagirt mezûn kirin e û gotin: “Gelek zarokên ku bi zimanê Kurdî nizanin tên li vir fêrî zimanê xwe jî dibin.”

Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê ku ji sala 2000î vir ve hatiye vekirin, bênavber kar û xebatên xwe yên çand û hunerî didomîne. Li vir di gelek beşan de dersên cûr bi cûr yên weke gîtar, tembûr, keman, erbane, xêzkirina resman, şano, govend û hwd. perwerde tên dayîn. Her wiha zarokên ku temenê wan ji 7 heta 14 salî tên li vir dersên hunerî dibînin, dersên wan jî ji 3 polan pêk tê. Di her polekê de dersên cuda tên dayîn û ew dersên hunerî gelekî bala wan dikişîne ser xwe.
Rêveberên Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê Çîçek Çelîk û Serhat Hêvî têkildarî kar û xebatên xwe ji Ajansa Welat re axivîn.

Çîçek Çelîk diyar kir ku diyar kir ku gel eleqeyeke mezin nîşanî saziya wan dide û wiha got: “Ji aliyê amûran ve hemû beşên me yên dersan hene. Amûrên me yên weke tembûr, gîtar, piyano, wêne, şano û keman hene. Perwerdeyên me li gorî van amûran têne dayîn. Serlêdanên me baş derbas dibin. Niha jî sê heb polên me yên zarokan hene. Ji bo me ya herî girîng pêşeroja zarokan e. Zarok tên li vir hînî çand, huner û zimanê xwe dibin. Xebatên me bi vî awayî didomin. Em zarokên 7 salî û heta 14 salî li vir perwerde dikin. Ev jî kom bi kom têne kirin û ji aliyê polan ve pirsgirêk tune ye. Van tabloyên ku me li vir daliqandine jî hemû bi destê şagirt û mamosteyên wan hatine xêzkirin. Me xwest ku çavên şagirtên me bi van tabloyan bikevin û bêhtir hêzê jê bigirin. Ev beşên me jî niha zindîne.”

‘Koroya me ya zarokan li çar cihan sahne jî girtin û stran gotin’

Çîçek Çelîk da zanîn ku koma wan a muzîkê jî heye û got ku ew bixwe jî di nav wê komê de cih digire. Çîçek Çelîk axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li vir gelek şagirtên me perwerde dibin. Hevalên me gelek bernameyan bi hev re amade dikin. Bi vî awayî tevlibûneke xurt heye. Niha koroya zarokan a bi navê Kulîlkên Biharê jî heye û perwerdeyên rîtîm û stranbêjiyê qedandine. Em dixwazin êdî wan fêrî amûran bikin. Bala zarokên li ser kîjan beşan be em wan arasteyî wir dikin. Yên ku dengê wan xweş be em dersên stranbêjiyê didin wan û hwd. Roja yekşemê em dersan di sê polan de didin, jixwe dersên hemû polan di heman rojê de tên dayîn. Em dixwazin zarok bi çand, ziman, huner û stranên xwe mezin bibin. Em lê dinerin roj bi roj zarokên me ji ziman û çanda xwe dûrdikevin. Koroya me ya zarokan li çar cihan sahne jî girtin û stran gotin. Dema ku zarok dertên ser dikê malbatên wan jî dixwazin bên wan temaşe bikin. Bi piranî jî em hevûdu nas dikin. Di vî alîyî de eleqeyeke baş heye û xebatên me bi vî awayî berdewam dikin.”

‘Armanc û xeyalên me yên ji bo xebatên çand û hunerê mezin in’

Serhat Hêvî jî anî ziman ku ew li saziya xwe gelek xebatên giranbûha dikin û wiha qala xebatên xwe kir: “Gelek şagirt tên perwerdekirin û beşên hunerê li vir hatine vekirin. Ligel van tiştan jî êriş li ser saziya me ya çand û hunerê tên kirin. Ligel van êrişan dîsa jî saziya me dest ji karên xwe berneda û karê xwe domand. Armanc û xeyalên me yên ji bo xebatên çand û hunerê mezin in. Her wiha gelek ciwan û şagirt ji vir derketin. Li vir sê çar polên me hene û ders tên dayîn. Di dersên weke gîtar, tembûr, keman, erbane, xêzkirina resman, şano, govend û hwd. de perwerde tê dayîn.”

‘Ev der saziya civaka me ye’

Serhat Hêvî destnîşan kir ku di bin sîwana Navenda Çandê ya Biharê de xebatên gelek pîroz tên kirin û wiha domand: “Armanca me ya sereke ew e ku em civaka xwe û ciwanên xwe bi çand û hunera wan re rû bi rû bihêlin. Da ku çand û hunera xwe nas bikin. Çand û huner ji bo civakê weke pirekê ye. Divê ku em wê pirê careke din ava bikin. Qada çand û hunerê ji bo me gelek binirx û pîroz e. Ya ku mirovan dike mirov jî çand û huner e. Di çavên zarokan û malbatên wan de ev der gelek binirx tê dîtin. Em her tim rûkeniya wan dibînin. Em ji vê rûkeniya wan sûdê werdigirin. Dema ku em perwerde didin zarokan, hêviyên malbatan gelek in. Ev der saziya civaka me ye.”

Etîket: çand û zimançanda Kurdîhunera KurdîNavenda Çanda BiharêZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne