• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Wanê: Îrade ji bo netewan rûmet e

Bazîd Evren / AW

14 SIBAT 2025 - 08:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Welatiyen Wanê ku 4 roj in li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di nobetê de ne, anîn ziman ku ji bo xwedî li vîna xwe derbikevin li vir in û gotin: “Dixwazin vîna me desteser bikin, lê îrade ji bo gelan, netewan rûmet e.”

Piştî 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku 3 sal 9 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî, li pêş Şaredariya Wanê nobeta parastina şaredariyê 4 roj in didome. Gelê Wanê 4 roj in yek deqîqeye jî şaredariyê vala nahêle. Bi govend, dirûşme û stranên xwe çalakiyên xwe didomînin û li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin.

‘Em ji bo aştiyê amade ne’

Welatî Suleyman Dûrak diyar kir ku ew ji bo şeref û namûsa xwe li ber deriyê şaredariyê ne û got: “Hewldana qeyûm ji bo me heqaret e.” Suleyman Dûrak anî ziman ku ew doza aştiyê, maf, hiqûq dikin û ne tenê doza parçeyekê, doza her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Suleyman Dûrak destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê amade ne û got: “Heke tek kes jî ji me bimîne em vê şaredariyê nadin. Qeyûm desteserkirina vîna gelê Kurd e, em ne li ser nanê wan, ne jî li ser ava wan in. Em qeyûm û êrîşên li ser Tişrînê qebûl nakin. Gelê Wanê xwefiroş nîne û ehleke dîrokî ye. Bi qasî ji min bê ez ê berxwedana xwe bidomînim. Hunermend û rojnamegerên me qetil dikin. Ev yek ne exlaqî û kîtabî ye.”

‘Çima qeyûman tayîn dikin?’

Cevdet Tanriverdî jî bertek nîşanî hewldana qeyûm da û diyar kir ku ew ji bo vîna xwe hatiye li ber Şaredariya Wanê. Cevdet Tanriverdî pirsa ‘Madem dê qeyûm tayîn bikin, çima hilbijartinan dikin?’ wiha bersivand: “Madem hûn vîna gelê Kurd qebûl nakin, hilbijartinan jî ji holê rakin. AKP behsa aştiyê dike, heke wisa be çima qeyûman tayîn dikin? Em miletekî mazlûm in û em destê biratiyê dirêjî hemû miletan dikin. Em dixwazin aştî bê û êdî li vî welatî xwîn neyê rêtin, girtin çênebe. Em wan kesên vê zilmê li ser me dike lenet dikin û dibêjim bila destê me yê aştiyê bigirin.”

Bang li gelê Kurd kir

Ciwanê bi navê Enes Kaya jî anî ziman ku ew ji bo vîn û şaredariya xwe hatine ber şaredariyê û wiha got: “Em şaredariya xwe di bin dagirkeriyê de nahêlin.” Enes Kaya diyar kir ku bi qasî ji destê wan tê ew ê vîna xwe nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Ez dixwazim hemû gelê Kurd bibe yêk û xwedî li vîna xwe derbikeve. Qeyûm dizî ye, tiştekî nebaş e, vîna gelê Kurd desteser dikin û nas nakin. Bi qasî ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku xwedî li vîna xwe derbikevin.”

‘Vîn ji bo netewan rûmet e’

Abdurrahman Bedîr jî bal kişand ser nobeta ji bo parastina şaredariyê hatiye destpêkirin û diyar kir ku gelê Wanê di 31ê adarê de dersek daye faşîzmê. Abdurrahman Bedîr anî ziman ku vîn ji bo netewan rûmet e û wiha pê de çû: “Zimanê me, çanda me, her tiştê me qedexe ye. Ew ji sedî 50+1 jî bigirin xwe rewa dibînin, lê gelê Kurd ji sedî 90 dengê xwe bide xwe jî qesta desteserkirina vîna gel dikin. Em ê heta dawiyê li kêleka hevşaredarên xwe bin û xwedî li vîna xwe derbikevin. Vîna me rûmeta me ye û gelê Kurd jî xwedî rûmet e. Waniyên ku dîrok nivîsandine û her 14 şaredariyên xwe jî hilgirtine divê li cem hevşaredarên xwe bin û bên li pêş şaredariyê. Heta bêhna xwe ya dawiyê em ê li vir bin û em ti caran ji faşîzmê re stûyê xwe xwar nakin. Bav û kalên me serê xwe netawandî ne, em jî ti car serê xwe ji faşîzm û dîktatoriyê re natewînin. Azadbûn û serkeftin ya gelê Kurd e.”

‘AKP dixwaze Kurdan bêrûmet bihêle’

Welatî Hesin Erkol jî diyar kir ku ew ji bo mûçe, rant û qoltixan li vir nînin û got ku ew ji bo şerefa xwe li ber şaredariyê ne. Hesin Erkol da zanîn ku wan di 31ê adarê de vîna xwe nîşan dane û bi lêv kir ku divê îro jî ew xwedî li vîna xwe derbikevin. Hesin Erkol bi domdarî wiha got: “Desthilata AKPê dixwaze gelê Kurd bêrûmet bihêle û em weke Kurdên bişeref ti car vê yekê qebûl nakin. Kurdên xwefiroş û bêşeref niha li kuncan xwe veşartine û ji bo rantê û berjewendiyên xwe şûrê xwe tûj dikin. Dibe ku em çawa li vir govendê girêdidin, ew jî li cihên nepen govendê digerînin. Ez bang li desthilata AKPê dikim, êdî bes e. Dest ji dijminatiya Kurdan berdin. Ev çend sal in li dijî gelê Kurd şer dikin, destkeftiyeke wan çêbûye? Heqîqetek bi dest xistiye? Naxêr. Wê gelê Kurd li ber xwe bide û ji bo ziman, welat, rûmeta xwe bedela xwe bide.”

‘Bila nasnameyeke me jî hebe’

Hesin Erkol da zanîn ku ew ne li dijî ti netewan in û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin weke Tirkan, Ereban, Farisan bijîn û çawa nasnameyeke wan heye, bila ya me jî hebe. Em dijminê ti kesî nînin, em hertim aştixwaz in. Rêber û partiya me jî aştîxwaz in. Şaredariyên me jî tadeyê, heqaretê li ti kesî nakin û heqê ti kesî naxwin, diziya nakin. Karê desthilata AKPê dizî ye, ji diziyê wêdetir tiştekî nizane. Mal û şaredariyên gelê Kurd talan dikin, çete titên wiha dikin. Ti kes ji me şer naxwaze û lê belê hemû hêza xwe ya polîsan anîne vir û hemû milan ve em dorpêç kirine. Em li vir 500 kes bin, me hemûyan qir jî bikin em xelas nabin. Heta du seatên din wê 500 kes din bên vir. Bila tawilê destê Rêber Apo û Kurdan bigire û destê aştiyê li hewa nehêle. Kesên destê Kurdan negirin wê pûç bin.”

Etîket: Abdullah ZeydanHevşaredarê Bajarê Mezin ê WanêQeyûmWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

16 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

9 TEBAX 2026
Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

31 TÎRMEH 2026
Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

30 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne