• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Gel li hemberî zilmê serî radike’

Nûda Arici / AW

12 ÇILE 2026 - 09:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Screenshot

Screenshot

Wan – Rojnameger Îkram Balekanî derheqê serhildanên gel yên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin axivî e got: “Gel serî li hember zilmê radike, mesele tenê ne aborî ye.”

Çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 16 roj in berdewam dikin. Çalakiyên ku ji ber krîza aborî derketibûn, veguherîn serhildaneke giştî. Li gelek bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi milyonan kes derdikevin qadan û çalakiyan li dar dixin. Rojnameger Îkram Balekanî derbarê serhildanê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî û rewşa Rojhilatê Kudistanê û Îranê nirxand.

Îkram Balekanî destnîşan kir ku serhildana gel bênavber didome û diyar kir ku pêşî li paytexta Îranê, Tehranê ev çalakî dest pê kirin. Îkram Balekanî anî ziman ku ev çalakiyên ji ber aboriyê veguherî serhildana gel û ev tişt got: “Heta niha nêzî 800 bajar, navçe û bajarok tev li çalakiyan bûne. 2 hezar 400 kes hatina desteserkirin û 57 kes jî şehîd bûne. Ji van kesan 167 kes ji hejdeh saliyê biçûktir in. 48 kes xwendekarên zanîngehê ne û beşeke mezin ya şehîdan jî ji Rojhilatê Kurdistanê ne.”

‘1979an de meleyan dest danî ser şoreşa gel’

Îkram Balekanî bal kişand ser serhildana 1979an a li hemberî Şah û got: “1979an gel dijberî şah serî rakir. Şoreş ya gel bû. Lê belê Humeynî û meleyan dest danîn ser şoreşê û çepgir, Kurd û yên din taswiye kirin. Li dijî gelê kurd cîhad îlan kirin. Tenê ne Kurd li hemberî gelek kesan ev cîhad ragihandin. Bi vî şeklî dest danîn ser şoreşa gel. Dibêjin Îran ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve gelek dewlemend e. Ji aliyê petrol û gazê de gelek dewlemend e. Lê rejîma niha malê gel didize. Dide Yemenê, Libnanê, Hizbûllahê, Sûrîye, Îraqê, Haşdî Şabî û tiştekê nade gel.”

BBC bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan

Îkram Balekanî da zanîn ku gelê Rojhilat û Îranê serî li hember zilmê radike û mesele tenê ne aborî ye. Îkram Balekanî bal kişand ser serhildana “Jin jiyan azadî” û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Me ev di serhildana ‘Jin jîyan azadî’ de jî dîtibû. Bi sloganekî dest pê kir ku afirînerê wê sloganê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan e. BBCyê dosyayek berfireh çêkir û wek serenav bal kişand ser ‘ji hucreya yek kesî ya Îmralîyê hetanê kolanên Îranê Jin Jîyan Azadî’. BBC, behs dike û dibêje ku Abdullah Ocalan dibêje ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’. Dosya bi wî avayî bû.”

Li rojhilatê Kurdistanê rewşa partiyên siyasî

Îkram Balekanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa partiyên siyasî yên Kurdan û wiha pê de çû: “Partiyên Kurdan, di serhildana ‘Jin jiyan azadî’ de ders girtin. Kolanan de gel xurt e û îşkenceyê, girtinê, mirinê ber bi çaw digire. Kes partî û birdoziya kesê pirs nake û hemû bi hev re li ber xwe didin. Partiyan, di şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ de nekarîn helwesta xwe bikin yek û bi hevra tew bigerin. Niha hemû partîyên Kurdistanê ba hev in, bi navê ‘odeya dîyalogê’ komîteyek ava kirine. Her çend di nava xwe de ji aliyê pratîkê, îdeolojî û xebatê ve nakokiyên xwe hebin jî di dîalogekê de ne û bi navê ‘odeya dîalogê’ bang li gel kirin. Çalakîyên giştî dan dest pêkirin û encama wê pir baş bû.”

‘Partiya herî dînamîk PJAK e’

Bi domdarî Îkram Balekanî derbarê rola partîyên Rojhilatê Kurdistanê de ev tişt anî ziman: “Li Rojhilat keda gelek partiyan heye, yên kevnar jî hene, lê ya herî dînamîk û aktîf PJAK e. Gelek partiyên din yên Kurdan hebûn lê ji ber zext û zoriyên Îranê li Başûr pêşmergeyên wan bê çek hatin hiştin, gelek qels kirin û şervanên wan ji Başûr derxistin. Tenê PJAKê ev yek qebûl nekir. Lewma tenê PJAKê hêzên xwe yên çekdar hene. PJAK heta Îlamê, Hemedanê, Loristanê, Kirmaşanê çûye. Partiyên din tenê li heremên sûnî diman. Cara yekem bi PJAKê çeper evqas berfireh bû. PJAK dibêje ku ew giringî didin perwerdeya civakê, ku civak bi xwe bêminet bibe. Ya giring ew e ku komîteyeke hevbeş ya dîplomasiyê û xweparastinê çêbikin. Gelek caran jî pêşnîyar tên kirin, PJAK pêşnîyar dike û dibêje heke komîteya rêveberiya gel bê avakirin, ew amadene leşkerên xwe dewrî hêzên YNK û yên HPG bikin û bi vî avayî her partî dikare sîyaseta xwe bike. Ya herî girîng ew bû komîteyek hevbeş ya dîplomasî û komîteya parastinê çêbikin, da ku hemû şervan, pêşmerge û gerîla bi hevre parastina giştî ya Rojhilat bikin.”

‘Gel şivanan naxwaze’

Îkram Balekanî diyar kir ku gefên hêzên hegemonîk, tenê destê Îranê xurt dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çalakvanan weke eskerên Emerîkayê û Îsraîlê nîşan dide û kuştina wan ji xwe re helal dike. Ev gotinên devkî tenê destê wan xurt dike. Heke niyeta Trump hebe, çawa înternet dane Ukraynayê, dikare bide Îranê jî. Wê çaxê gelên Îranê dikarin dengê xwe bigihînin cîhanê, agahî bidine hev û xwe organîze bikin. Heke rast dibêjin dikarin bibin dengê gel û hêza wan xurt bikin, serhildanê xurt bikin. Piştî daxuyaniya Trump, Dadgeha Bilind ya Îranê dibêje ku ew rehmê bi çalakvanan nakin. Serokê Olî yê Îranê Xamenayî radibe dibêje ku ew ê SPAyê bişînin nav bajaran. Ji bo komkujîyan pêk bînin vê dibêje. Em ji vê yekê dibînin ku destê rejîmê xurt dikin. Ji hewayê êrîş jî ne çare ye. Rejîm dê derbê bixwe, bes wê ji kolanê rizgar bibe. Tekane rê ew e ku piştgiriya şoreşa gel bikin. Li Îraqê, li Sûrîye ev piştgirî çênebû. Îro jî li Sûrîye hevdû dikujin. Nabe ku tu yekî bînî deynî li ser serê wan. Gerek gel bi xwe biryar bide. Gel şivanan naxwaze. Gel alternatîfa xwe bi xwe diafrîne.”

Etîket: Rojhilatê KurdistanêRojnameger Îkram BalekanîSerhildana Gel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026
Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

11 TEBAX 2026
Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

8 TEBAX 2026
Korkmaz: Em ê êrişên li ser Başûr ti carî qebûl nekin

Korkmaz: Em ê êrişên li ser Başûr ti carî qebûl nekin

25 TÎRMEH 2026
Di nava hefteyekê de li Îranê 20 kes hatin darvekirin

Di nava hefteyekê de li Îranê 20 kes hatin darvekirin

19 TÎRMEH 2026
Peyman Viyan: Piştî civîna NATOyê helwesta Tirkiyeyê li hemberî Îranê guherî

Peyman Viyan: Piştî civîna NATOyê helwesta Tirkiyeyê li hemberî Îranê guherî

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne