• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Forûma Aştî û Azadiya Civakî sibê dest pê dike

Amed / AW

11 GULAN 2026 - 16:04
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, sibê dest pê dike. Di çarçoveya forûmê de ku dê pênc rojan bidome; li ser mijarên aştiya civakî, azadiya jinan, koçberî, bîr (hafize), çand-huner, hiqûq û jiyana bi hev re dê gelek panel, komxebat, hevpeyvîn û çalakiyên çandî werin lidarxistin.

Forûma ku dê di navbera 12-16ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin, sibê dest pê dike. Di forumê de ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin; avakirina aştiya civakî, xurtkirina civaka demokratîk, azadiya jinan, çand-huner, ekolojî û jiyana bi hev re dê werin gotubêjkirin.

Di nav 5 rojan de dê panel, hevpeyvîn, atolye, nîşandana fîlman û çalakiyên çandî werin kirin. Akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, hiqûqnas, rojnameger û nûnerên saziyên civakî dê di rûniştinên cuda de bên cem hev.

Bernameyên Forumê sibê saet 09:00an heta saet 17:00an ji çapemeniyê re girtî, piştre jî ji çapemeniyê re vekirî dê berdewam bikin.

Axaftinên destpêka forûmê dê sibê saet di 17.30an de li Eywana Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê werin kirin. Di destpêkirina forûmê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan, siyasetmedar Veysî Aktaş, endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hatîce Yaşar, Walîyê Dihokê Dr. Elî Teter, Walîya Helebçeyê Nuxşe Nasih Ehmed û akademisyen Dr. Ozgur Sevgî Goral dê axaftinan bikin.

Çalakiyên ku dê sibê werin lidarxistin

Di roja yekem a forumê de dê gelek panel, hevpeyvîn, atolye û çalakiyên çandî werin lidarxistin. Di bernameya 12ê Gulanê de ev sernav hene: “Hevgirtin: Bernameya Çand, Diyalog û Piştgiriyê” , “Ji bo Aştiya Civakî, Dadperweriya Civakî û Azadiya Kolektîf Pedagojiya Rexneyî” , “Hilberîna Pratîkên Aştiyê yên ji Binî ve bi Hev re” , “Kurdî 2.0 – Ji Çîrokê Ber bi Sepanê ve, ji Gund Ber bi Diyasporayê ve: Lîstik û Hilberîna Naveroka Dîjîtal” , “Di Plankirinê de Meriyên Nediyar Diyar Kirin” , “Beşdariya Jinan a Pêvajoya Aştiyê û Tevneheviya Zayendî” , “Ji 1990’an heta Îro: Li Kurdistanê Koçberî, Bîr û Lêgerînên Jiyana bi Hev re” , “Ruhê Amîdayê: Tam û Bîr” , “Aştî û Hêvî: Muzîka Civakê” , “Dîwarê Aştiyê yê Zarokan” , “Mîzah û Azadî: Keşfkirina Sînorên Ramanê bi Ken” , “Futbola Kolanê ya Berfireh” , “Zemîna Hiqûqî ya Aştiyê: Destûra Bingehîn û Lihevkirina Civakî” , “Konsera Vekirinê – Ma Music”

Di çarçoveya bernameyê de her wiha dê şano, konsertên muzîkê û hevdîtinên cuda yên çandî jî werin lidarxistin. Çalakî dê li cihên cuda yên çand û hunerê yên Amedê werin lidarxistin.

Ji bo hûrgiliyên bernameyê û salnameya çalakiyan a forumê ku bi armanca pêşxistina diyaloga civakî, xurtkirina çanda jiyana hevpar û civakîkirina aştiyê tê lidarxistin, hûn dikarin serî li navnîşana https://www.peaceandfreedomforum.com/tr/anasayfa bidin.

Etîket: 12-16ê GulanêEywana Civînê ya Alî EmîrîForûma Aştî û Azadiya CivakîSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne