• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Felemez Ulug: Şengal cihê berxwedanê ye

Navenda Nûçeyan /AW

2 TEBAX 2025 - 10:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê bi minasebeta 11mîn salvegera Fermana 74an a Şengalê gotarek ji xwebûnê re nivîsî û destnîşan kir ku Şengal bi qasî cihê êşê ye, ew qas jî cihê têkoşîn û berxwedanê ye.

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug bi sernavê “Êşa Şengalê: Fermana 3yê Tebaxa 2014an” ji bo Rojnameya Xwebûnê gotarek nivîsî. Felemez Ulug, di gotarê de anî ziman ku Şengal ne tenê cîhê êşê ye, lê cîhê berxwedanê ye jî û wiha nivîsî: “Gelê Êzidî, bi Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), nîşan da ku êdî destûrê nade fermanên nû.

“Ey cîhanê, guh bide dengê Şengalê! Dengê axeke pîroz, ku bi xwîna bêgunehan şil bûye. Dengê dayikên ku zarokên wan ji destên wan hatin standin, dengê zarokên ku di nav tirsê de bêxwedî man, dengê jinên ku di nav hovîtiyê de rûmeta wan hat binpêkirin. Îro, di salvegera fermana 3yê Tebaxa 2014an de, em bi dilên şikestî, lê bi hêviyeke zindî, bîranîna êşa civaka êzidî dikin.”

Felemez Ulug anî ziman ku 3yê Tebaxa 2014an, çeteyên DAIŞê bi nefreteke mezin êrîşê Şengalê kirin û wiha berdewam kir: “Di vê êrîşê de li ber çavên cîhanê, bi hezaran Êzidî hatin kuştin. Jin û zarok hatin revandin, di bazarên koleyan de hatin firotin û hîn jî aqûbeta gelek ji wan ku bûye trajediyek mezin nediyar e. Mal hatin talankirin, mekanên pîroz hatin wêrankirin û axa Şengalê ku bi hezaran salan bi çanda Êzidî şên bû, di nav xwîn û agir de hat hiştin. Ev ne tenê êrişeke leşkerî bû; ev fermanek bû, qirkirinek bû ku armanca wê tunekirina nasname, çand û hebûna civaka Êzidiyan bû. Li himberî vê hovîtiya ku di sedsala 21an de tu mînakên wê nîn in cîhan bêdeng ma. Dewletên ku xwe bi mafên mirovan dan zanîn, çavên xwe girtin. Hêzên ku soza parastinê dabûn Şengalê, di kêliya herî krîtîk de pişta xwe dan gelê Êzidî. Dayikên Şengalê bi tena serê xwe li çiyayan li ber xwe dan, bi destên vala, bi dilên tijî hêvî, zarokên xwe parastin.”

Felemez Ulug di nivîsa xwe de bang li cîhanê kir ku dengê Êzidiyan bibhîzin û wiha lê zêde kir: “Ey cîhanê, ma tu dibînî êşa Şengalê? Ma tu dibihîzî giriyên wan jinên ku hîn li benda vegera zarokên xwe ne? Ma tu dizanî ku Êzidî, ev gelê ku bi hezaran salan li ser axa xwe bi aramî jiyaye, çima careke din rastî fermanê hat? Ev ne yekem ferman bû, ya 74emîn bû di dîroka wan de! Lê her carê, Êzidiyan bi hêza xwe ya bêdawî, bi baweriya xwe ya bi axa pîroz, ji nû ve jiyan afirand. Hezkirina wan ya jiyana hevbeş ji bo bikaribin xwe ji nû ve ava bikin têra wan dikir. Îro, Şengal ne tenê cîhê êşê ye, lê cîhê berxwedanê ye jî. Gelê Êzidî, bi Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), nîşan da ku êdî destûrê nade fermanên nû. Ew ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin, da ku ev hovîtî careke din neyê jiyîn. Lê Şengal hîn bêparastin e. Peymana 9ê Cotmehê, ku bêyî nêrîna gelê Şengalê hat îmzekirin, dixwaze vê îradeyê bişkîne. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên domdar Şengalê dike armanc û cîhan dîsa bêdeng e. Ey mirovahî, bila Şengal nebe tenê çîrokeke xemgîn di dîrokê de! Bila dengê Êzidiyan bê bihîstin! Ew ne tenê qurbaniyên fermanê ne, lê qehremanên berxwedanê ne jî. Jinên Şengalê, ku piştî revandinê vegeriyan û çek hildan, dayikên ku li kampan hêviyê diparêzin, ciwanên ku Şengalê ji nû ve ava dikin, hemû sembola jiyanê ne. Lê ew bi tena serê xwe nikarin vê têkoşînê bidomînin.”

Felemez Ulug dîsa bang li cîhanê dike ku piştgiriyê bide Êzidiyan û wiha bi dawî dike.”Em bang li te dikin, ey cîhanê! Piştgirî bide Şengalê! Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bike, jin û zarokên revandî rizgar bike, sûcdarên fermanê darizîne, û rê nede ku Şengal careke din bêyî parastin bimîne. Bila Şengal bibe ronahiya aştiyê, ne qurbaniya fermanên nû. Di vê salvegera êşê de, divê fermana 3yê Tebaxê li seranserî cîhanê ji aliyên hemû welatan ve weke jenosîd were naskirin. Wê demê em dikarin bêjin ku wê Êzid 3İbi tenê nemînin. Divê em dengê wan bilind bikin, êşa wan parve bikin û bi wan re ji bo azadiyê têbikoşin. Şengal ne tenê ax e, Şengal dilê mirovahiyê ye. Bila ev dil her dem lê bide! Geş bibe û jiyanê biafirîne.”

 

Etîket: BerxwedancîhanÊzidîFelemez UlugSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
Ji çeperên Girzerikê heta çiyayê Şengalê: Êşa 74 Fermanan û Banga Xweparastinê

Ji çeperên Girzerikê heta çiyayê Şengalê: Êşa 74 Fermanan û Banga Xweparastinê

2 TEBAX 2026
TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne