• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ewropa bêwest û bêrawest dimeşe: Bijî Rojava

Navenda Nûçeyan/AW

25 ÇILE 2026 - 17:47
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Li gelek bajarên Almanya, Fransa, Ingilîstan, Swîsre, Norweç û Holandayê gelê Kurd û dostên Kurdan îro jî bi armanca piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî pêk anîn. Di meşan de piştgiriya DYA û Ewropayê ya ji bo çeteyên HTŞ û DAIŞê hatin şermezarkirin.

 

Gelê Kurd û dostên wan ku li ser bangawaziya seferberiya neteweyî rabûne ser piyan, kuçe, kolan û qadan naterikînin. Bi deh hezaran kesên li gelek bajarên Fransa, Ingilîstan, Swîsre û Hollandayê daketin qadan, bi al û rengên Kurdistanê meş li darxistin. Di meşan de dilsoziya bi berxwedana Rojava û Kobanê anîn ziman, banga mezinkirina berxwedanê kirin.

Almanya

Li bajarên Berlîn û Bonnê yên Almanyayê hezaran Kurd û dostên wan daketin qadan. Girseya bi alên xwe û dirûşman meydanan tije kirine bi dirûşmên piştgirî didin têkoşîna Rojava ya li dijî çeteyên HTŞê, DAIŞê û girêdayî Tirkiyeyê. Çalakî bênavber didomin.

Fransa

Li bajarên Lîon, Lorîent û Bordeauxê yên Fransayê meş û mitîng hatin lidarxistin. Girseya li bajarê Lorîentê kom bû, bi sloganên, “Yek e yek yek e Kurdistan welat e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobaniyê”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Kurdistan”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” dest bi meşê kir. Di meşê de druşma, “Kîne em” ji hêla girseyê ve bi gotina, “Kurd in em” hate birsivandin. Di meşê de pankartên, “Rojava rûmet e, li rûmetê xwedî derkeve” û “Rojava xeta me ya sor e” hatin vekirin û gelek dowîzên êrişan şermezar dikin hatin hilgirtin. Di axaftinên ji bo girseyê hatin kirin de hevkariya DYA û Ewropayê ya bi HTŞ û DAIŞê re hate şermezar kirin. Bang li hemû gelê Kurd û dostên wan hatin kirin ku heta dawiyê berxwedanê mezin bikin.

Dixwazin DAIŞê vejînin

Li bajarê Fransayê Bordeauxê jî bi heman armancê meşek girseyî û mitîng hate lidarxistin. Gelek rêxistinên şoreşger û demokratîk tev li meşa li ser banga saziyên Kurdan pêk hatî, bûn. Hezaran Kurd û dostên wan bi pankartên bi zimanên cuda li ser, “Rojava biparêz” û “Bijî şoreşa Rojava” vekirin. Di meşê gelek axaftin hatin kirin û hevkariya welatên Ewropayê bi HTŞ û DAIŞê re hate destnîşankirin. Axafvanan anî ziman ku DYA û Ewropa bi van polîtîkayan DAIŞê ji nûve vedişînin. Di axaftinan de banga berdewamkirin û mezinkirina piştgiriya Rojava hate dubarekirin.

Hollanda

Êriş û komkujiyên li hemberî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Enschedeyê jî hatin şermezarkirin. Girseyek mezin bi al û rengên Kurdistanê yên kesk, sor û zer daketin qadê. Girseyê bi pankartên piştgiriya berxdena HSD û YPJê dike, vekirin. Girseya sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” qêriyan hevkarî û tiliya dewleta Tirk a di van êrişan de anîn ziman. Di axaftinên hatin kirin de ji gel û dostên Kurdan hate xwestin ku têkoşîn bê mezinkirin û heta encam tê girtin bê domandin.

Swîsre

Li bajarên Cenewrê û Freiburg yê Swîsre û bajarê Osloyê yê Norwecê ji bo Rojavayê Kurdistanê meş hate pêkanîn. Girseya bi seatan meşiyan bi yek dengî piştgiriya xwe ji bo berxwedanê anî ziman. Gelek kes di dema meşan de bang li girseyê kirin û derbarê berxwedana Rojava de agahî dan. Di axaftinan de hate derbirîn ku li hemberî gelê Kurd komployek navneweyî pêk hatiye û ancak bi berxwedanek kûrevî dê bê têkbirin. Girseyê li ser banga axaftvanan bi sloganan soza mezinkirina berxwedanê û parastina Rojava kirin.
Norweç

Ingilîstan

Li Ingilîstanê jî bi hezaran kes li paytext Londrayê ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser kom bû. Girseya li ber avahiya saziya weşangeriyê ya Ingilîstanê BBCyê hate cem hev, êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Bi mitîngê di heman demê de peyam ji weşangeriya BBCyê re jî hate nîşan dan. Girseya li vir kombûyî al û rengên Kurdistanî bilind kirin. Girseyê ji vir dest bi pankartên wekî, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava biparêz e” vekirin û sloganên, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” dest bi meşê kir. Di axaftinên li vir hatîn kirin de polîtîkayên Ingilîstanê yên piştgiriyê didin HTŞ û DAIŞê hatin protestokirin. Her wiha sedema êrişên li ser Rojava tên meşandin jî wekî komployek navdewletî hate pênasekirin. Ji bo vala derxistina komployê û parastina Rojava bang li tevahiya gelê Kurd û mirovahiya pêşverû hate kirin. Di dema meşê girseyê belavokên li ser armanc û sedemê êrişan amade kirîn, li welatiyan belav kirin.

Leuven

Li bajarê Leuven ê Belçîkayê jî hezaran welatî bi al û dovîzên piştgirî didin têkoşîna li dijî çeteyên HTŞ, DAIŞ, SMO û Tirkiyeyê. Kurd û dostên Kurdan yên kombûyî bi dirûşman û meşê çalakiya xwe didomînin.

Etîket: AlmanyaÇalakiyên EwropaFransaHollandaÎngilîstanLeuvenLîonŞermezarkirina Piştgiriya HTŞêSwîsre
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

7 ÎLON 2026
Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

4 TEBAX 2026
Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

30 TÎRMEH 2026
Hollandayê wergirtina berhemên ji wargehên Îsraîlê qedexe kir

Hollandayê wergirtina berhemên ji wargehên Îsraîlê qedexe kir

22 TÎRMEH 2026
Arjantîn Îngilîzan têk bir û derbasî fînalê bû

Arjantîn Îngilîzan têk bir û derbasî fînalê bû

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne