• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Evîn Cuma: Elewî li mizgeft û li ser medyayê hedef hatin nîşandan

Mahmût Altintaş / AW

11 ADAR 2025 - 09:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma bi lêv kir ku welatiyên Elewî piştî di mizgeft û li ser medyayê hatine hedef nîşandan komkujî dest pê kiriye û got: “Heke pêşî li vê komkujiyan neyê girtin dibe ku komkujî hin mezintir bibin. Jixwe gef li ser hemû kesan heye.”

Li Sûriyeyê Tahrîr El Şam (HTŞ) ku hikûmeta nû li Şamê ava kir bi tevî hezên cîhadîst ve ji 7ê Adarê vir ve li dijî welatiyên Elewî komkujiyan pêk tînin. Li bajarên Lazkiye, Tartus, Humus û Hamayê komkujiya li dijî welatiyên Elewî didome. Li gor daneyên Çavderiya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) heta niha 745 welatiyên Elewî hatine kuştin. Her wiha gelek kes jî hatine binçavkirin û aqubeta wan jî nayê zanîn. Ji bilî kuştin û binçavkirinan jî gelek Elewî neçarî koçberiyê bûn û gelek Elewî jî winda ne. Dimenên komkujiya li dijî welatiyên Elewî li ser medyayên sanal jî hatin parvekirin û gelek dewletên navneteweyî derbarê komkujiyê de daxuyanî dan.

Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî tekildarî komkujiya li dijî Elewiyan de daxuyanî da û diyar kir ku berpirsê komkujiyan komên giredayî DAIŞê ku Tirkiye piştgiriya wan dike ne. Wezirê Karên Dervê yê Amerîkayê jî daxuyanî da û got Amerîka piştgiriya Elewî, Durzî, Xirîstiyan û Kurdan dike. Tevî dîmen û daxuyaniyên dewletên navneteweyî jî Serokwezîrê Sûriyeyê yê demkî Ehmed El Şara (Colanî) komkujî înkar kir. Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma, têkildarî komkujiyên li dijî welatiyên Elewî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Gelek kesên hatinê qetilkirin li ser hev hatin vêşartin’

Evîn Cûma anî ziman ku welatiyên Elewî bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne û wiha got: “Ji 7ê Adarê vê li ser welatiyên Elewî komkujî pêk tên. Li bajarên Lazkiye, Tarus û heta Humus û Hamayê dimenên qetilkirina welatiyên Elewî li ser medyayên sanal jî hatine parvekirin. Li ser bajarên welatiyên Elewî de girtin û jin û zarok jî di nav de gelek kes hedef girtin. Di nav wan komên cîhadîst de hezên HTŞê jî hebûn. HTŞ û komên çekdar ên di nava Sûriyeyê de û kesên sivîl êrişî welatiyên Elewî kirin. Kesên ku komkujî pêk dianîn jî dimen parvedikirin ku tirs bikevê nava milet. Welatiyên ku hatibûn qetilkirin jî hatin şewitandin. Yanî qetildikin û laşê wan jî dişewitînin. Nedihiştin gel di malen xwe de jî derbikevin. Rewşeke wisayê ku gel nikariyê miriyên xwe jî vêşerîne. Gelek kesên hatine qetilkirin li ser hev hatin vêşartin. Gelek kes jî windanê û aqubeta wan nayê zanîn.”

‘Elewî li mizgeft û li ser medyayê hedef hatin nîşandan’

Evîn Cûma da zanîn ku welatiyên Elewî piştî li ser medyayê hedef hatine nîşanan komkujiyê dest pê kir û axaftina xwe wiha domand: “Beriya vê komkujiyê li ser medyayê welatiyên Elewî hedef hatin nîşandan. Piştî vê hedef nîşandanê jî komkujiya li dijî welatiyên Elewî dest pê kir. Her wiha di mizgeftan de jî li dijî welatiyên Elewî xutbe hatin xwendin. Ji bilî hezên lêşkerî gelek kesên sivîl jî bi çekên xwe êrişî welatiyên Elewî kirin. Her wiha mal û milkê xelkê jî talan kirin. Çawa ku li Efrîn û Serêkaniyê komkujî, talan û koçberî li Kurdan ferz kirin niha jî li vir li dijî welatiyên Elewî vê yekê dikin. Bi hezaran kes koçber bûn. Daxwaza welatiyên Elewî jÎ ew ê ku bên parastin. Hikûmeta Şamê jî niha komîteyek tayin kirin ku ew komkujî bê lêkolînkirin. Lê ev heta çi astê wê pêk were an pêk nayê ne diyar e.”

‘Li Sûriyeyê hemû pêkhatê di xetereyê de ne’

Evîn Cûma hişyarî kir ku heke pêşî li komkujiyê neye girtin wê komkujî berbelavtir bibin û ev tişt anîn ziman: “Welatiyên Elewî li tevahî Sûriyeyê di xetereyê de ne. Ne tenê welatiyên Elewî jî hemû pêkhateyên li Sûriyeyê di xetereyê de ne. Gelek welatiyên Elewî di binçavan de ne, gelek kes jî hê winda ne û nehatine dîtin. Rewşa wan çiye û ev komkujî wê ber bi ku ve biçe hê ne diyar e. Wisa xuya dike ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane wê hê zêde bibe. Heta niha jî ev êriş û komkujî nehatine rawestandin. Me jî weke Rêxistina Mafê Mirovan ji bo ev komkujî bên rawestandin bangawazî kir. Her wiha me bang li Komîteya Mafê Mirovan a Navneteweyî jî kir ku li dijî van komkujiyan derbasî herême bibe û komkujiyê rawestîne. Ji bo welatiyên Elewî ji komkujiyên nû bên parastin me bang li hemû saziyên navneteweyî kir. Ji ber ku li ser medyayê tê parvekirin ku ev komkujî wê her tim berdewam bike. Heke hikûmeta Şamê nikare li dijî van komkujiyan bisekine erk û berpirsyariya dewletên navneteweyî ye.”

‘Xetereya şerekî nû li Sûriyeyê her tim heye’

Evîn Cûma destnîşan kir ku dewletên navneteweyî ji bilî daxuyaniyan ji bo pêşî girtina komkujiyan tu gav neavetine û wiha pê de çû: “Dewletên navnetewî li dijî van komkujiyan çend daxuyanî dan lê ew daxuyanî jî ne di asta van komkujiyan de bû. Her çiqas daxuyanî didin jî di pratîkê de tu hewldanên wan tune ne. Gotin tenê têr nake divê komîteya parastina navneteweyî jî li dijî vê yekê di nav hewldanan de bin. Heke pêşî li vê komkujiyan neyê girtin dibe ku ev komkujî hê berbelavtir bibin. Jixwe gef li ser hemû kesan heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî êriş hene. Heta niha li tu cihekî Sûriyeyê aramî tune ye. Hê jî gef û metirsiyên mezin li ser hemû pêkhate û welatiyên Sûriyeyê hene. Gelek komên çekdar di nav Sûriyeyê de hene. Ev hemû metirsiyan bi xwe re tînin. Xetereya şerekî nû li Sûriyeyê her tim heye.”

Bang li saziyên navneteweyî

Evîn Cûma ji bo pêşî li komkujiyên li Sûriyeyê bê girtin ev bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir: “Banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafê mirovan heye ku li dijî van komkujiyan rabin. Xetereya şerekî civakî li Sûriyeyê heye. Tê xwestin ku Sûriyeyê şerekî civakî li Sûriyeyê biqewime. Divê hêzeke navneteweyî li herêmê hebe ku bikaribe vî şerî rawestîne û pêşî li van komkujiyan bigire. Her wiha ji bo Sûriyeyê ku nû bê avakirin jî divê hêzeke navneteweyî li vir be û di bin çavdêriya wan de bê avakirin. Taybet jî banga me ji bo parastina jin û zarokan e. Ji ber ku di şer de herî zêde ew bibandor dibin. Qetilkirina zarok û jinan sûc e û divê kesên vî sûc pêk tînin bên tespîtkirin û di dadgehên navneteweyî de bên darizandin.”

Etîket: HTSSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026
Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

22 TÎRMEH 2026
Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne