• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Amed /AW

16 SIBAT 2026 - 15:33
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê û MED-DERê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de li semta bazarê ya Taxa Firatê etîketên biçûk û tabelayên bi Kurdî belav kirin.

 

Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de, bi hevkarî û beşdariya Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), li bazara taxê ya semta Gazîler a li Taxa Firatê ya girêdayî navçeya Peyasê etîketên biçûk û tabelayên bi zimanê Kurdî hatin belavkirin.

Di vê çalakiyê de, etîketên biçûk û tabelayên dikanan ên bi Kurdî li firoşkar û dikandarên li sûk û taxa bazarê hatin belavkirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê, nûnerên Gerînendetiya Çandê, Komîsyona Ziman, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û rêveberên MED-DERê beşdarî çalakiyê bûn.

Armanca sereke ya çalakiyê zêdekirina hişmendiya zimanî bû. Ji ber vê yekê, etîketên cûr bi cûr li firoşkar û welatiyan hatin belavkirin. Di nav wan de etîketên biha û navên sebzeyan bi Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), her wiha tabelayên deriyan ên bi nivîsên “Vekirî – Girtî” û “Bi xêr hatin” jî hebûn û li dikan û kargehan hatin daliqandin.

Eleqe û kêfxweşiya mezin hate nîşandan

Şandeyê bi dikandarên bazarê û welatiyên li wir re sohbet kir, guh da daxwaz û pêşniyarên wan û tekez kir ku parastina mîrateya çandî û bikaranîna zimanê dayikê di hemû warên jiyana rojane de, bi taybetî jî di qada bazirganiyê de pir girîng e.

Dikandar û welatiyên ku ji bo kirîn û firotinê li bazarê bûn, ji vê çalakiyê gelek kêfxweş bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan. Gelek kesan gotin ku çalakiyên bi vî awayî ji bo zindîkirina zimanê Kurdî di jiyana rojane de gaveke pir bi qîmet e.

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêEtîket û tabelayên KurdîMED-DERSaredariya Bajare Mezin a AmedeŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

18 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne