Şaredariya Peyasê bi mebesta ku keda jinan diyar bike, hilberînê teşwîq bike û hevgirtinê xurt bike, 3yemîn Parvekirina Keda Jinan a Çandî ya Peyasê li dar dixe.
Şaredariya Peyasê bi armanca keda jinê teşwîq bike û hevgirtina jinan xurt bike, 3yemîn Parvekirina Keda Jinan a Çandî ya Peyasê ku wê 3 rojan berdewam dike li dar dixe. Ev çalakî bi pêşengiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê di navbera 24 û 26ê Cotmehê de li Parka 75an tê lidarxistin. Di vê çalakiya 3 rojan de berhemên ku bi keda destê jinên beşdarî kursên belaş ên şaredariyê bûne hatine amadekirin, dê werin pêşandan û ji bo firotinê bên pêşkêşkirin. Jin dê berhemên ku bi hevgirtinê çêkirine, pêşkêşî mêvanan bikin.
Di Parvekirina Keda Jinan a Çandî de dê standên firotinê yên cil û bergan, alavên tekstîlê yên bi destan hatine çêkirin, çente, berhemên xwezayî yên gundan, tirşî, rîçal, konserve, dermanên xwezayî, berhemên bêhnxweş û xwarinên malê werin danîn.














