Amed- Serokê Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Peyasê Yilmaz Guneş got ku ew dixwazin hejmara Zarokîstana zêde bikin û malbatan têxin nava nexşerêya pêvajoya ziman.
Serdema nû ya perwerdeyê li Zarokîstanên girêdayî şaredariyên Amedê di 9ê Îlonê de dest pê kir. Li Zarokîstana 450 Evlerê 138, li Zarokîstana Bagcilarê 150, li Odeyên Lîstikê yên Sumerparkê 160 û li Odeyên Lîstikê yên Sosyal Konûtlarê 60 zarok, bi tevahî 508 zarok wê ji xizmetên pêşdibistanê sûd werbigirin. Di kreş û odeyên lîstikê de ji bo zarokên 3 heya 6 salî xizmet tê dayîn. Di vê çarçoveyê de atolyeyên drama, muzîk, şano, felsefe, werzîş û hunerê tên organîzekirin. Her wiha xwarina zarokan bi bernameyeke ku ji aliyê diyetîsyenên pispor ve hatiye amadekirin ve tê dayîn. Perwerdeya ku pirzimanî esas digire, di nava hefteyê de navbera saet 08.00 û 16.00an de didome.
Serokê Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Peyasê Yilmaz Guneş derbarê xebatên xwe yên li ser ziman, çand û hunerê ji ajansa me re axivî.
‘Avakirina gerînendehiya ziman gaveke gelekî girîng e’

Yilmaz Guneş da zanîn ku ew weke rêveberiyên xwecihî hewl didin li bajarê xwe jîngehek a Kurdî bidin avakirin û wiha got: “Em wekî rêveberiya xwecihî dixwazin bajarê ku Kurd lê dijîn, jîngeheke Kurdî li wê derê bê avakirin û afirandin. Ji bo wê jî rêveberiya me ya xwecihî di konferansa xwe ya giştî de biryareke da. Ew biryar jî yek ew bû; Hemû şaredariyên me biryara avakirina gerînendehiya ziman bistîne. Meclîsa şaredariya me jî di civîna tebaxê de ev biryar wergirt. Gerînendehiya ziman ji bo xebatên ziman gaveke gelekî girîng e.”
‘Qeyûman naveroka Zarokîstana vala kiribû’

Yilmaz Guneş derbarê xebatên Zarokîstanan de destnîşan kir ku di serdema qeyûm li şaredariyan de naveroka Zarokîstanan hatiye valakirin û ev tişt anî ziman: “Zarokîstan jî wekî nexşeyekî li bakurê Kurdistanê ji sala 2012yan vir ve berdewam dike. Lê mixabin di navbera salên 2016an û 2024an de qeyûman naveroka Zarokîstanan vala kir. Ji 2024an û şûn ve, ji nû ve zarokîstan dîsa kete rojeva me, rojeva rêveberiya xwecihî. Niha li ser van jî kêm zêde xebatên me hene.”
‘Zarokîstan têrî malbatan nakin’

Yilmaz Guneş li ser serlêdanên serdema nû got ku gelek malbatan serlêdan kirine lê wan nekariye hemû zarokan bistînin Zarokîstanan û axaftina xwe wiha domand: “Dema serlêdanan 500 malbat hatin lê me nekarî hemû zarokan bigirin. Mixabin me nêzîkî 130 malbat encax bijartin. Demên borî li navçeya me 2 Zarokîstan hebûn, me niha yek din jî vekir lê cardin jî têrî malbatên me nakin. Em dixwazin di pêşerojê de hem hejmara Zarokîstanan zêde bikin hem jî malbatan beşdarî vê pêvajoya nexşeyara ziman bikin. Niha kar û xebata me li ser vê yekê berdevam dikin.”
‘Xebatên ziman divê bi qadekî ve sînordar nemînin’

Her wiha Yilmaz Guneş bi lêv kir ku xebatên ziman mirov nikare bi zarokîstana ve sînordar bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ziman di nav civakê de dikare pelên xwe fireh bike. Di sazî û dezgehên me yên perwerdeyê de, di nav pergalê de dîsa dersên me yên ziman hene. Di hemû qadên me yên perwerdeyê de perwerdeyên me yê ziman hene. Em nikarin bêjin ev têr dike, ev têr nake. Di pêşerojê de li ser van mijaran şaredariya me ya Peyasê jî şaredariyên me yên din jî berpirsyar in. Di nav civakî de xebata herî girîng xebata çand û ziman e. Heger me karî di her kuçe û taxê de xebatên ziman û çandê pêş bêxin wê demê em ê bikaribin bêjin me karek serkeftî kiriye. Wê demê em dikarin bibêjin me karekî girîng kiriye.”













