• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Li Amed û Xarpêtê Seyîd Riza hat bîranîn

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Mehmet Bagriyanik piştî 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê derket

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Daxwaza darizandina kujeran û dîtina windayan kirin

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Li Amedê ‘NASA Space Apps Challenge’ dest pê kir

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Dayikên Şemiyê: Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

    Li metropolan têkoşîna ziman: Di medyaya dîjîtal de xwedî li Kirmanckî derdikeve

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê hewl bidin li her taxekî dibistaneka ji bo zimanê Kurdî ava bikin’

Daristan Pala- Heval Onkol / AW

14 MIJDAR 2026 - 10:31
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Amed – Endamê Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Yaşar Karakuş diyar kir ku ew bi avakirina daîre û gerînendetiya ziman dixwazin li dijî bişaftinê têbikoşin û li her taxê dibistan ji bo zarokan ava bikin.

Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; wate, nasname û bîra bingehîn a civakê ye. Ji ber vê yekê, xebatên li ser ziman di asta rêveberiyên xwecihî de rasterast bi parastina nasnameyê û têkoşîna li dijî bişaftinê re têkildar in. Şaredariyên DEM Partiyê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî di Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya di meha hezîranê de biryar dabûn ku daîre yan jî gerînendehiyên ziman werin avakirin. Di vê çarçoveyê de tê xwestin ku li şaredariyên mezin daîre, li yên din jî gerînendetiya ziman bê avakirin. Ji ber pêvajoya fermî, ji bo diyarkirina norm kadroyan serî li wezareta peywendîdar hatiye dan û piştî erêkirina wezaretan biryar dê di meclisên şaredariyan de bên pejirandin.

Di heman demê de xebata herî girîng pêşdibistanên bi zimanê dayikê, ango “Zarokistan” in. Tevî ku daxwaza malbatan a ji bo perwerdeya Kurdî pir zêde ye jî ji ber ku dibistan kêm in, hemû zarok nikarin di pêşdibistanên Kurdi de werin bicihkirin. Wek mînak, li Amedê ji bo hezar û 250 serlêdanan tenê derfet ji bo 350 zarokan çêbû. Armanca nû ew e ku hejmara zarokistanan bê zêdekirin û ev xizmet li hemû taxan bê belavkirin. Endamê Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên DEM Partiyê Yaşar Karakuş derbarê biryara avakirina daîre û gerînendetiya ziman a di şaredariyan de, astengiyên zagonî, girîngiya xebatên li dijî bişaftinê û xizmeta zarokistanan de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Me ji bo norm kadroyên zimanê Kurdî serî li wezaretê da’

Yaşar Karakuş got ku wan bi yekdengiya 400 delegeyan biryara avakirina gerînendehiyên û daîreyên ziman daye û wiha axivî: “Piştî konferansê me plansazî û giştînameyên xwe amade kirin û ji hemû şaredariyan re şandin. Cara ewil hemû şaredariyên me bi yek dengî ji bo diyarkirina norm kadroyan serî li wezaretê dan. Dema ku bersiv bê dayîn û kadro bên tayînkirin, em ê biryarên avakirina daîre û gerînendehiyên ziman di meclisan de bistînin. Armanca me ya yekem ew e ku em vê astengiya zagonî ji holê rakin.”

‘Ziman nasnameya civakê ye, em nikarin xwe jê dûr bixin’

Yaşar Karakuş destnîşan kir ku gelê Kurd di bin êrişeke giran a qirkirina çandî de ye û ziman hedefa sereke ya vê êrîşê ye û wiha pêde çû: “Ziman ne tenê parçeyekî goşt e ku dengan derdixe; ziman nasname, wate û rastiya civakê ye. Eger armanca rêveberiyên xwecihî xizmetkirina ji bo civakê be, nikarin xwe ji rastiya wê civakê dûr bixin. Eger em li ser pirsgirêka ziman nerawestin û çareseriyê pêş nexin, em nikarin bêjin ku em xizmeta vî gelî dikin. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye.”

‘Divê şaredariyên me li benda pergalê ranewestin û amadekariyên xwe bikin’

Yaşar Karakuş diyar kir ku di vê pêvajoyê de li ser rêveberiyên xwecihî mîsyoneke mezin dikeve û divê beriya ku pêvajo pêş bikeve ew amadekariyên xwe bikin û wiha vegot: “Rêbertî jî dibêje pirsgirêka Kurd di esasê xwe de pirsgirêka rêveberiyên xwecihî ye û ya herî mezin jî çand, nasname û ziman e. Divê em mufredat, materyal û kadroyên xwe ji niha ve amade bikin, da ku gava pêvajo pêş ket, em bêjin ’em amade ne’. Eger em amadekariyan nekin, gotina ‘ziman’ dê di hewayê de bimîne. Her wiha em di vî warî de rexnedayîna xwe didin ji ber ku heta niha me kêmasiyên temam nekirine.”

‘Li Amedê 1250 serîlêdanên ji bo ziman Kurdî hene lê 350 zarokan hatin bicihkirin’

Her wiha Yaşar Karakuş bal kişand ser xebatên li dijî bişaftinê yên di zarokistanan de û kêmasiyên di vî warî de bi daneyan wiha anî ziman:”Di civaka me de xetereyek heye ku bişaftin hêdî hêdî wekî tiştekî xwezayî tê dîtin. Em dixwazin di nav gel de vê hestiyariyê pêş bixin. Mînak, tenê li Amedê 1250 zarokan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê serî li zarokistanan dan, lê ji ber kêmasiya amadekariyan, budce û astengiyên pergalê, me encax karîbû cih bidin 350 zarokan. Di serdema nû de bêyî ku em li benda pergalê rawestin, divê em hejmara zarokistanan zêde bikin û tax bi tax belav bikin.”

Etîket: Dibistanên KurdîYaşar KarakuşZarokistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Qeydên ji bo Zarokistanan dest pê kir

Qeydên ji bo Zarokistanan dest pê kir

4 TEBAX 2026
Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

10 HEZÎRAN 2026
Şagirtên Zarokistanan serdana cihên dîrokî û Mala Dengbêjan kir

Şagirtên Zarokistanan serdana cihên dîrokî û Mala Dengbêjan kir

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne