• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamên HUDA PAR û DAIŞ’ê hatin beraatkirin

Mêrdîn / AW

8 HEZÎRAN 2026 - 19:23
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê derbarê endamên HUDA PARê û kesên din ên ku ji Doza Kobanê ya Kerboranê tên darizandin de biryara beraetê da. Malbatên Gezer û Toprak bertek nîşanî biryara dadgehê da.

Danişîna 3yemîn a doza kuştina Bîlal Gezer û Sînan Toprak ku di 7ê cotmeha 2014an dema çalakiyên li hember êrişên li ser Kobanê dihatin kirin, hatibûn kuştin li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê hat lidarxistin. Parêzer û xizmên malbatên Bîlal Gezer û Sînan Toprak, endam û rêveberên partiyên siyasî û kesên ku ji kuştina Gezer û Toprak tên darizandin tev li danişînê bûn. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir.

‘Kujer bi DAIŞ, FETO û HUDA PARê re di nav têkiliyan de bûn’

Birayê Bîlal Gezer, Mehmet Emîn Gezer destpêkê axaft û got kesên ku bûne şahidê bûyerê ji ber kesên kujer ditirsin rastiyê bêjin, ji ber ku têkiliya kujeran bi Hîzbûlahê û HUDA PARê re heye. Xwîşka Bîlal Gezer, Asya Gezer piştî 12 salan nû doz hat vekirin, heya îro li ser naveroka dozê biryara nepeniyê hebû, aşkereye ku ev kesên kujer girêdayê DAIŞê, FETOyê, Hîzbullahê, û HUDA-PARê ne. Em edaletê dixwazin.

Bavê Bîlal Gezer, Yûfûs Gezer diyar kir ku berpirsyarên dewletê yên wê demê hemûyan kujer parastin û 12 salan doz venekirin. Em ê şopdarên doza xwe bin. Divê dewlet peywira ya edaletê pêk bîne û van kesan bigire.

Bavê Sînan Toprak, Teffîk Toprak bertek nîşanî biryara dadgehê ya danişîna berê da û got ku ev buyer bi destê FETOyê û destê peywirdarên wê demê hatiye veşartin. Hemû tişt di nava planeke hatiye çêkirin de pêk anîn û ne zarokên me kî li wir bûya da were qetilkirin. Namzetê Şaredariya Kerboranê Abdûrrahman Sayhan bi gefan îfadeyên kesan dide guhertin.

Dayika Sînan Toprak, Kadriye Toprak da zanîn ku îro rojbûna kurê wê ye, ew êdî nikare li hember vê êşê rasweste û edaletê dixwaze. Kadriye Gezer dema diaxivî ser hişê xwe çû û piştre nekarî axaftina xwe berdewam bike.

Heyeta dadgehê daxwaza qeydên mobeseyan red kir!

Parêzerê malbatên Gezer û Toprak, Kenan Maçoglu got ku heya niha parêzer û malbat bi derfetên xwe delîlan kom dikin, em dixwazin dîmenên qamereyan yên wê demê werin komkirin û got,” Ev doz di dema lêpirsînê gelekî bi guman e. Hin derdor dixwazin serê vê dozê bigirin. Dîmenên kargehên derdora cihê buyerê hatine jêbirin û em dixwazin ev dîmenên ku hatine veşartin derkevin holê. Midurê TEMê yê wê demê beriya biçin ser Ravza-Derê de bigirin bi telefonê li Namzetê Şaredariya Kerboranê Abdûrrahman Sayhan digere û ev kes piştre ji FETOyê tê binçavkirin. Em Kurd baş dizanin FETO li bajarên Kurdistanê çawa tevdigeriya.”

Piştî axaftina Kenan Maçoglu heyeta dadgehê navber da danişînê û piştî navberê hemû daxwazên Kenan Maçoglu red kirin.

Piştî navberê parêzerê malbatên Gezer û Toprak, parêzer Ahmet Arikan diyar kir ku kesên wê demê di îfadeyên lêpirsînê de gotine, ‘Abdûrrahman Sayhan gule li me reşandine’ piştî 12 salan bi gefan îro dibêjin tiştek wisa tuneye û got, “Ev bûyer ne buyereke ji rêzê ye û piştî serdema lêpirsînê delîlên lêpirsînê hatine windakirin. Ez dixwazim ji bo kujeran cuda cuda biryara girtinê were derxistin.”

Piştî Arikan, parêzer Dervîş Emre Aydin da zanîn ku kamerayên ku cihê kuştina Sînan Toprak dibînin beriya bûyer biqewime dixebitin û got, “Piştî buyerê jî dixebitin lê kêliyên ku bûyer pêk tê dîmenên kamerayê tuneye. Em pê bawer in ku ev dîmen ji nav dosyayê hatine derxistin, ez dixwazim pirsa vam dîmenan were kirin û ev dîmen bikevin nava dosyayê.”

Piştre Kenan Maçoglu carek din mafê axaftinê stend û got ku ez wisa difikirim ku heyeta dadgehê dê cardin biryara xwe ya danişîna berê dubare bike û got,” Niha kesên ku ji kuştina Gezer û Toprak tên darizandin di gotinên xwe yên emniyet û dadgehê de dibêjin, ‘şeva buyerê em hemû bi hev re bûm û em ji mal derneketine’ lê çawa dibe ku ev kes her kêlî bi telefonê li hev digerin. Madem li malê bi hev re ne, çi hewcehî pê heye ku bi telefonê li hev bigerin. Li vir diyar e ku tiştên nerast tên gotin.”

‘Divê kujer werin cezakirin’

Parêzerê malbata Gezer Erdal Kûzû diyar kir ku ew tev li mutalaya dozgeriyê dibin û got; “Lê li vir pirsek heye, ev doza ji bo beraetkirina tewanbarên kujer in an doza edaletê ye. Li vir em ji bo rastî derkevin holê tevdigerin. Li ku hatiye dîtin ku li deverekî 2 kes hatine kuştin û 12 salan derbarê vê bûyerê de îdeaname nayê amadekirin. Ger edalet li nêrîna siyasî û nijada kesên hatine kuştin nenêre divê kujer werin cezakirin. Divê Gerînendeyê TEMa Kerboranê yê wê demê were guhdarkirin, ji ber ku guman ew e ku vî kesî dîmenên mobeseyan îmha kirine. Ez dixwazim kujer werin cezakirin û biryara girtina wan bê dayîn.”

Piştî axaftinan dozgera dozê derbarê kesên ku ji kuştina Gezer û Toprak tên darizandin de carek din mutalaya xwe dubare kir û ceza li wan were birîn.

Piştî parastina parêzerên û îfadeya bersûcan, heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê daxwazên parêzerên malbatên Gezer û Toprak ên ji bo girtina kujerên red kir û derbarê hemû gumandaran biryara beraetê da.

Etîket: beraatDadgehDAIŞDoza Kobanê ya kerboranêHUDA-PARkujer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

Di kuştina Mûsa Tan ê 70 salî de pêşketineke nû çêbû

20 TÎRMEH 2026
‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026
Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

16 TÎRMEH 2026
Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

13 TÎRMEH 2026
Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

13 TÎRMEH 2026
Werîşe Mûradî: Ev rê berdewamiya şikestina dîrokî ye

Werîşe Muradî tevlî rûniştina dadgehê nebû

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne