Mûsa Tan ê 70 salî ku di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, derbarê kuştina wî de pêşketineke nû çêbû. Hat îdiakirin ku kesê ku Mûsa Tan kuştiye hatiye binçavkirin.
Mûsa Tan ê 70 salî di 5ê Tîrmehê de li li taxa Hîlalê ya Êlihê di encama êrişeke çekdarî de bi giranî birîndar bûbû. Tan ê ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, piştî 32 saetan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî kuştinê polîsan ku li cihê bûyerê lêkolîneke berfireh dabûn destpêkirin. Hat îdiakirin ku kesê ku Mûsa Tan kuştiye ji hêla polîsan ve hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku gumanbar li Midûriyeta Polîsan a Êlihê tê girtin. Derbarê navê gumbar de agahî nehat bidestxistin.















