• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerekirin.

Navenda Nûçeyan / AW

18 ÎLON 2025 - 10:45
Kategorî: ROJANE
A A
Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerakirin. Xelat, dê di 20ê Îlonê saet di 18.00an de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bi merasîmekê bên dayin.
Beşa Kurdî
Juriya beşa kurdî ku ji Sîma Birokê, Munever Karademîr, Îdrîs Kara, Bişar Durgut û Ramazan Olçen pêk dihat, tu serlêdan hêjayî xelatê nedît. Juriyê di daxuyaniya xwe de got:
“Silav û rêz;
Em, ewil di şexsê Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoz de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo hemû kedkar û xebatkarên wê serkeftinê dixwazin.
Helbet cihgirtina di organîzasyoneke wiha girîng û pîroz de, ji bo me kedkarên Çapemeniya Azad cihê serbilindî û şanaziyê ye.

Ji bo ‘Beşa Nûçeyên Kurdî’, 6 nûçegihanan serlêdan kirin. Nûçe, yek bi yek ji hemû endamên juriyê re hatin şandin. Ewil hemû endamên juriyê bi berfirehî û dubareyî nûçe xwendin û piştre jî bi beşdariya hemû endaman civîneke nirxandin û nîqaşan hat lidarxistin.

Di civînê de her nûçe yek bi yek ji hêla naverok, şêwaza hûnandinê, hêmanên nûçeyan, armanc, wêne, dîmen, rêziman, lêkolîn, taybetî, cudahî û hwd. ve hat nirxandin.

Endamên Juriyê; ji ber keda dayî, yek bi yek spasiya hemû nûçegihanên serî li pêşbirkê dane, kirin. Endaman, destnîşan kir ku her mijara hatiye destgirtin, ji hêla civakî, çandî, dîrokî, hunerî û hwd. ve heqîqetekî îfade dike û hêjayî nirxandinê ne.

Ji nûçeyên hatine şandin sê (3) jê di asta nûçeyên rûtîn de bûn lewma hêjayî xelatê nehatin dîtin.

Li ser sê nûçeyên mayî jî nîqaşên dirêj hatin kirin. Mijar girîng û balkêş bûn û teqabûlê rastiyeke dilêş dikirin. Lêbelê, ji ber ku hêmayên nûçeyan kêm bûn, hûnandina nûçeyan qels bû, dubare tê de zêde bûn, gelek pirsên jêderka naveroka nûçeyê bi xwe nehatibûn bersivandin û li gel vê, ji ber ku di asta nûçeyên rûtîn de hatibûn hiştin, juriyê hêjayî xelatê nedîtin.

Weke encam; endamên Juriya Kurdî, tu yek ji nûçeyên hatine şandin hêjayî xelatkirinê nedîtin.

Em careke din spasiya hemû kesên keda wan di organîzasyonê de heye, ji hemû serlêdêrên pêşbirkê û hemû kedkarên Çapemeniya Azad dikin û di xebatên wan de ji wan re serkeftinê dixwazin.”

Beşa Tirkî

Di Beşa Tirkî de endamên juriyê Banu Guven, Faruk Bîldîrîcî, Alî Duran Topuz, Candan Yildiz, Nezahat Dogan û Mehmet Alî Çelebî, ji Bîr+Bîr Expressê nûçeya Adem Ozgur a “Rêwîtiya ber bi Welatê Xerîbiyê ve (Welatê Xerîbîye’ye Yolculuk) hêjayî xelata yekemîniyê dît. Ji HalkTv.com.trê nûçeya Cengîz Karagoz a bi sernavê “Dema derket holê ku zarokê pê re şer kiribûn zaroka qeymeqam e jiyana wan wêran bû: Tiştên li qereqola Mezîtliyê hatin jiyîn hişê mirov ji serê mirov dibe (Kavga ettikleri çocuğun babası kaymakam çıkınca hayatları karardı: Mezitli karakolunda yaşananlar kan dondurdu)” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.

Juriyê, di Beşa Vîdeo-Nûçeya Bidîmen de jî ji Vosy Mediayê xebata Mûrat Baykara û Tuncay Ogreten a bi sernavê “Li Vatanê Îşkence: Li Pey Raporên Derbkirinê yên Tên Veşartin (Vatanda İşkence: Gizlenen Darp Raporlarının İzinde)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.

Beşa Wêneyan

Endamên juriya Beşa Wêneyê Oznûr Deger, Mûrat Baykara, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Ramazan Ozturk, bi piraniya dengan wêneyê bi mijara “Koç (Göç)” hêjayî xelata yekemîniyê dîtin.

Beşa Karîkaturê

Juriya ku ji Asli Alpar, Erceren, Kemal Gokhan Gurses û Ronî Batê pêk tê, xelata yekemîniyê da karîkatûra Nûrî Dogan a bi sernavê “Ne Keser (Keder Değil)”. Juriyê, karîkatûra Mahmût Ulusan (Di Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê de ye) jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.

Rojnamegeriya Jinan

Endamên juriya Rojnamegeriya Jinan Arjîn Dîlek Oncel, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş û Bîrcan Degîrmencî tu nûçeyên ji bo pêşbirkê hatin şandin hêjayî xelata yekemîniyê nedîtin. Juriyê, ji JINNEWSê nûçeya Elfazî Toral a bi sernavê “Dav bi dav têkoşîna aştiyê (İlmek İlmek Barış Mücadelesi)” ku çîroka Dayikên Aştiyê vedibêje, hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.

Etîket: Çapemeniya Azadxelatên rojnamegeriyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

22 TEBAX 2026
Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

9 TÎRMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026
Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne