• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ne tenê ji bo xwe ji bo siberoja hemû jinan li qadan in’

Sêrt / AW

25 November 2026 - 17:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê li Sêrtê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan meş li dar xistin û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ne tenê ji bo xwe ji bo siberoja hemû jinan li qadan in.

Li Sêrtê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan ji pêşiya avahiya DEM Partiyê heta Dibistana Navîn a Sancaklarê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, rêveber û endamên partiyên siyasî, Aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek endamên saziyên civakî yên jin tev li bûn. Di meşê de jinan pankarta “Bi hêza xweser û îradeya azad niha dema jinan e” û wêneyên jinên ku di demên cuda de di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane, hatin hildan. Her wiha jinan di meşê de tilîlî û dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Piştî ku meş bi dawî bû, Hevseroka Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan axivî û anî ziman ku tundiya li ser jinan polîtîkaya sîstema serdestiya mêran e û wiha got: “Em ê qebûl nekin ku tu jin bê kuştin û tu mirin di tariyê de bê hiştin. Divê jin di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bibin kirdeya damezrîner û banga têkoşîna rêxistinê kir.”

‘Em ne tenê ji bo pêşeroja xwe li vir in’

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş jî axivî û ev tişt anî ziman: “Bi hezaran jin li dijî hişmendiya mêr-dewletê, baviksalarî, jenosîda jinan, xizanî û newekheviyê dengê xwe bilind dikin. Ne tenê jinên Kurd, li çar aliyên cîhanê jin li dijî vê hişmendiya mêrsalariyê li ser piyan in. Îro em ne tenê ji bo bîranîna jinên ku jiyana xwe ji dest dane derketine qadan, em ji bo parastina paşeroja xwe li vir in. Em ji bo paşerojeke wekhev, azad, bê krîz, bê mêtingerî û bê tundî li qadan in.”

Daxuyanî bi çepik û tilîliyan û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Etîket: meşa 25ê Mijdarêmeşa jinanmeşa li dijî tundiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Pergala ku jinan ji jiyanê bêpar dihêle, hêza xwe ji biryarên dadgehê digire’

‘Pergala ku jinan ji jiyanê bêpar dihêle, hêza xwe ji biryarên dadgehê digire’

25 November 2026
Li Geverê li dijî destdirêjî, fihûş û hişbirê meşek hat lidarxistin

Li Geverê li dijî destdirêjî, fihûş û hişbirê meşek hat lidarxistin

7 November 2026
Li Fransayê bi deh hezaran kes li dijî tundiya li hemberî jin û zarokan meşiyan

Li Fransayê bi deh hezaran kes li dijî tundiya li hemberî jin û zarokan meşiyan

9 June 2026
Li Hesekê û Qamişlo jin ji bo YPJê meşiyan

Li Hesekê û Qamişlo jin ji bo YPJê meşiyan

24 February 2026
Jin dê dengê xwe bilind bikin

Jin dê dengê xwe bilind bikin

30 GULAN 2025
Jin li qada mihrîcanê bi 76 meşaleyan meşiyan

Jin li qada mihrîcanê bi 76 meşaleyan meşiyan

3 April 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne