• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

Îzmîr / AW

17 HEZÎRAN 2026 - 20:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di 5emîn salvegera kuştina Denîz Poyraz de li Îzmîrê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew kujer û hêzên li pişt êrîşê baş nas dikin û dê têkoşîna wan a li hemberî wan bidome. 

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê, ji bo Denîz Poyraz a ku di êrîşa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû kuştin, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de pankarta “Em soz didin Denîz em ê jiyaneke nû ya wekhev û azad ava bikin” hat vekirin û dirûşmeyên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo Denîz edalet, ji bo her kesî edalet”, “Hesabê Denîz wê were pirsîn” û “Soza me ji Denîz re wê aşitî pêk were” hatin berzkirin. Tevî Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agac ve hat xwendin.

‘Em ê Denîz ji bîr nekin, nedin jibîrkirin’

Turkan Aslan Agac destnîşan kir ku her çend 5 sal di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû be jî, êş û lêgerîna edaletê hîn jî berdewam dike û anî ziman ku ev êrîş ne tenê li dijî kesekî bûye, di heman demê de mafê siyaseta demokratîk, vîna pêkvejiyanê û hêviya aştiya civakî jî kiriye hedef û got: “Tundiya mêran a li ser jinan sûcên nefretê, polîtîkayên bêcezakirinê û cihêkarî her çend bi şêwazên cihê derkevin pêşberî me jî, ji heman hişmendiya tarî xwedî dibin. Îro em li ber bîranîna Denîz Poyraz careke din soz didin: Em ê li dijî nefretê jiyanê, li dijî tundiyê aştiyê û li dijî bêcezakirinê edaletê biparêzin. Em ê Deniz ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

‘Em kujerên Deniz Poyraz nas dikin’

Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî. Îbrahîm Akin destnîşan kir ku wan demeke dirêj doz û darizandina Denîz Poyraz şopandiye, lê lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û got: “Ev kujer 50 deqîqe piştî êrîşê dema ji avahiyê derket, polîsan jê re got ‘Kerem bike’ ketin bin çengê wî û ew binçav kirin; piştî 18 saetan jî hat girtin û şandin girtîgehê. Her kes dizane ku ji bo dozên herî hêsan jî mirov bi kêmanî 3-4 rojan di binçavkirinê de tên girtin. Ji ber wê yekê, em ji vir careke din dibêjin: Em kujerên Denîz Poyraz nas dikin. Em hêzên li pişt wî dizanin. Ji bo ku em wan eşkere bikin û edaletê bi cih bînin, em daxwaza xwe dubare dikin.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê qurnefîl avêtin deryayê. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîDenîz Poyrazİzmirkuştinsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

25 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne