Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHDa Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin ku kujerên Îkram Mîhyaz û Abdûlrezak Erdogan werin dîtin û û aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk bê aşkerekirin.
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHDa Amed, Êlihê û Colemêrgê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin vê hefteyê jî domandin. Di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin ku kujerên Îkram Mîhyaz û Abdûlrezak Erdogan werin dîtin û darizandin û aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk bê aşkerekirin.
Amed
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 909emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê çalakiya xwe li dar xistin. Tev li xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û yê Îkram Mîhyaz hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên Îkram Mîhyaz ê ku di 5ê Tîrmeha 1994an de li Îzmîrê hatibû kuştin, werin dîtin û darizandin.
Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD a şaxa Amedê Firat Akdenîz, Endamê sendikaya TUM BEL-SENê a şaxa Amedê Mehmet Candar axaftinê xwe kirin. Piştre rêveberê ÎHD a şaxa Amedê Berfîn Elçî çîroka Îkram Mîhyaz xwend.
‘Bi hêvî û biryardariyeke mezin li vê qadê dicivin’

Di çalakiyê de ewilî rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz axivî. Firat Akdenîz diyar kir ku bi salan e aqûbeta kesên hatine windakirin û faîlên kesên hatine kuştin dipirsin û wiha got: “Îro ji wan tenê navên wan û ev wêneyên di hembêza me de mane. Her çend nebûna goreke wan di dilê me de birîneke bê derman û êşeke mezin be jî, em tam 909 hefte ne bi hêvî û biryardariyeke mezin li vê qadê dicivin. Ev der ji bo me hem cihê lêgerîna windayên me ye, hem jî qada bîra me ya dîrokî ye.”
‘Daxwaza dayikan ew e ku goreke ku bikaribin hestiyên ezîzên xwe tê de veşerên, hebe’
Rêveberê Şaxa TUM BEL-SENê ya Amedê Mehmet Candar jî anî ziman ku kujerên bi hezaran mirovan diyarin û wiha got: “Ez ji vir bang li hikûmetê û Wezîrê Edaletê dikim: Divê ev winda êdî werin dîtin. Kê ev komkujî kiribe, divê kujerên wan di zûtirîn demê de werin eşkere kirin û cezakirin. Demborî ji bo vê nabe; ji ber ku ev rewş di dilê mirovan de hê jî wekî kînek û birîneke kûr dimîne. Em dixwazin ev hêzên krîmînal werin cezakirin û windayên me werin dîtin. Daxwaza dayikan ew e ku goreke ku bikaribin hestiyên ezîzên xwe tê de veşerên, hebe.”
‘Kesekî hezkirî û xwedî rûmet dihat naskirin’

Dû re rêvebera Şaxa ÎHDa Amedê Berfîn Elçî çîroka Îkram Mîhyaz xwend. Berfîn Elçî destnîşankir ku Îkram Mihyaz ê ku di sala 1965an de li Tetwana Bedlîsê ji dayik bûye, zewicî bû û bavê zarokekî bû û got: “Di nav derdora xwe de wekî kesekî hezkirî û xwedî rûmet dihat naskirin. Mihyaz di nava avakerên Şaxa Hejmara 2yan a TUM BEL-SENa Îzmîrê de cih girtibû û piştre serokatiya heman şaxê kiribû. Beriya damezirandina sendîkayên kedkarên giştî jî di nava Lijneyên Rêveberiya Sendîkayî (SYK) de cih girtibû. Îkram Mihyaz, piştî Kongreya Giştî ya TUM BEL-SENa ku di 2yê Adara 1994an de li Stenbolê pêk hat, vegeriya wezîfeya xwe ya li Îzmîrê. Îkram Mîhyaz ji ber biryardariya xwe ya çalak a di pêvajoyên daxwazkirin û parastina mafên sendîkayî de rûbirûyê zextan bû û di 5ê Tîrmeha 1994an de dema ku ji bo biçe ser karê xwe ji mala xwe derket, di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da.”
‘Nasnameya kujeran nehat tespîtkirin’
Berfîn Elçî anî ziman ku ji dîroka ku bûyer qewimiye vir ve, tevî hemû hewldan û şopandina hiqûqî ya li pêşberî meqamên edliyeyê jî, di dosyaya lêpirsînê de tu pêşkeftineke berbiçav çênebûye û nasnameya kujeran nehat tespîtkirin. Berfîn Elçî da zanîn ku di dosyaya navborî de di qeydan de wekî “kujerê nenas” hat tomarkirin û wiha got: “Çend sal di ser re derbas bibin jî, em ê ji bo Îkram Mîhyaz daxwaza edaletê bikin û tu carî dev jê bernadin.”
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştînê bi dawî bû.
Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 745emîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya îro de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên ku di 10ê Tîrmeha 1994an de ji aliye kesên çekdar û rûpoşkirî ve ji mala xwe ya li gundê Zorava girêdayî Êlihê hatibûn revandin û windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Hevserokê Şaxa ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray çîroka windakirina Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk xwend.
Çalakiya xizmên windayan bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya hefteya 235emîn de kujerên Abdûlrezak Erdogan ê 16 tîrmeha 1999an de li Şemzînan di mala xwe de hate kuştin, hate pirsîn.
Hevseroka Şaxa ÎHDa Colemêrgê Sîbel Çaprazê çîroka Abdulrezak Erdogan xwend û da zanîn ku di 16ê Tîrmeha 1999an de komeke ku cil û bergên herêmî li xwe kiribûn lê postal di pêyê wan de bûn, bi 7 guleyan Abdulrezak Erdogan kuştin. Sîbel Çapraz destnîşan kir ku tevî şahid û malbatê jî kujerên Abdulrezak Erdogan nehatin dîtin û lêpirsîneke bi bandor nehat kirin.













