• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ebdî diçe Şamê: Rojev hûrgiliyên peymanê û bersiva pirsan e

Navenda Nûçeyan / AW

19 ÇILE 2026 - 11:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Piştî peyman û agirbesta duh ji hêla Ahmed eş-Şara ve hatî ragihandin çav li rê ye ku îro Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi Serokê HTŞê Ahmet eş-Şara re bê cem hev. Tê payîn hurguliyên peyman û agirbestê bên axaftin. 
Êrişên çeteyên HTŞ, SMO û DAÎŞê yên bi piştgiriya Tirkiye û Qadarê li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û berxwedana HSDê cih bi cih berdewam dike. Ji bo rawestandina êrişan hefteyeke bi navbeynkariya DYAyê hevdîtinên dîplomatîk berdewam dikin û civîn tên lidarxistin. Herî dawî di 17ê Çile de li Fermandarê Giştî yê HSDê Mazûl Ebdî, Serokê Giştî yê PDKê Mesût Barzanî û Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Sûriyê Tom Barrack li Hewlerê hatin cem hev.
Ebdî dê hûrguliyan nîqaş bike
Di demek encamên civîna Hewlêrê dihatin meraqkirin de Şara agirbest û peymanek di navbera aliyan de hatiye qebûlkirin ragihand. Di seatên dereng ên şevê de Fermandarê Giştî Ebdî jî daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku bi armanca rawestandina şerek mezin ê navxweyî peyman çêkirine. Ebdî derbirî ku ji bo axaftina hûrguliyan dê di 19ê Çile de biçe Şamê.
‘Hêj gelek xalên ne zelal hene’
Pispor û çavkaniyên herêmî anîn ziman ku ligel daxuyandina agirbest û peymanê jî hêj gelek xalên nediyar û ne zelal hene. Çavkaniyan balkişandin ser êriş û komploya li hemberî Kurdan tên meşandin jî wiha got: “Ligel konsepta navneteweyî jî Rêveberiya Xweser dê destkeftiyan biparêze. Ji bo vê pêwistî bi zelalkirina hûrguliyan û nîqaşan heye. Îro dê ev rewş û nêzîkatiya Şara zelal bibe.”
‘Pêvajoya zehmet a entegrasyonê destpê dike’
Li aliyê din duh  Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Sûriyê Tom Barrack jî bi daxuyaniyekê peyman wekî pêkhatinek erênî pênasekiri bû. Barrack daxuyandibû ku pêvajoyek zehmet a entegrasyonê dest pê dike û wiha gotibû: “DYA ji bo ev pêvajo bi rihetî bimeşe dê heta dawiyê hewil bide.”
Graham pirs ji Barrack kirin
Senatorê Partiya Komarparêz Lindsey Graham jî li ser hesaba xwe ya fermî peyamek weşand û wiha got: “Derbarê hûrguliyên peymanê de tu agahiyên min û senatorên din tune ye. Ev peyman dema hate çêkirin bi kîjan aliyan re hate şêwirîn. Têkoşîna li dijî DAÎŞê dê çewa bê meşandin. Derbarê peymanê de nêrîna Îsraîlê hate girtin? Gelek xalên ne zelal hene ku divê demildest agahdariya wê bê kirin.
Etîket: AFC ChampionshipDAIŞHSDMazlum EbdîŞam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne