• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosyeya Roboskî 2 sal in li AYMê ye

Mahmût Altintaş / AW

27 KANÛN 2024 - 08:39
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Şirnex – Bi ser komkujiya Roboskiyê re 13 sal derbas bûn. Di van 13 salan de kujer nehatin cezakirin lê malbatên ku li pey edaletê bûn hatin cezakirin. Hinek ji wan bi salan di girtîgehê de man. Parêzerên doza Roboskî herî dawî di sala 2022yan de serî li AYM dan. Lê ev 2 sal in AYMê biryar nedaye.

Li gundê Roboskî yê giredayî navçeya Qileban a Şirnexê di 28ê Kanûna 2011an de ji aliyê arteşa Tirk ve bi balafirên şer 19 jê zarok û 34 welatiyên Kurd hatin qetilkirin. Welatiyên ku li ser sînorê di navbera gundê Roboskî û Başûrê Kurdistanê de hatin qetilkirin ji ber alikariya ambulansê nehat dayin cenazeyê wan jî ji aliyê malbat û xizmên wan ve li betaniyeyan pêçan û bi hesp û romorkên traktoran anîn gund û defin kirin. Komkujiya Roboskî jî weke hemû komkujiyên li ser erdnigariya Kurdistanê pêkhatine di bîra gelê Kurdistanê de hê zind3i ye. Tevî 13 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî kujerên komkujiyê nehatin ceza kirin. Lê berovajî vê yekê ji malbatên ku doza edaletê dikirin hatin cezakirin.

Çapemeniya desthilatdariyê xwest komkujiyê veşêre  

Piştî komkujiyê çapemeniya aligir a desthilatdariyê bi saetan derbarê komkujiyê de nûçeyek jî neweşandin. Hat xwestin ku komkujî bê veşartin. Lê piştî ku dimenên komkujiyê di çapemeniya Kurd û muxalîf de hat weşandin çapemeniya alîgir a desthilatdariyê jî bi zimanekî ku komkujiyê rewa bike weşan kir. Serokwezîrê wê demê Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan bi gotina, “Artêşa me erka xwe bi cih aniye” xwest komkujiyê rewa bike. Parçeyên cenazeyê 34 welatiyên Kurd li cihê komkujiyê belav bûbû û xwîna wan jî tev li berfê bûbû. Cenaze bi saetan li ser berf û qeşayê man. Malbatên ku bi hawarê ber bi cihê komkujiyê ve çûn bi neçarî cenazeyê zarok, bav, birazî û xizmên xwe di bin keviran de kom kirin.

Lêpirsîn bê encam man, kujer hatin parastin

Lêpirsînên ku di derbarê komkujiyê de hatin destpêkirin jî bê encam man û kujer hatin parastin. Piştî ku di lêpirsînan de encam derneket malbatan di tirmeha 2014an de bi beşdariya 108 parêzeran dosyeya Roboskî birin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). AYMê di 26ê Sibata 2016an de ji ber ku di 53 serlêdanan de parêzerên 3 kesan ewraq dereng birine, bi hinceta “Ewraqên kêm” serlêdanê red kir. Piştre bi beşdariya 281 kesan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Lê DMMEyê jî di biryara xwe ya 17ê Gulana 2018an de diyar kir ku ji ber belge 2 rojan dereng mane ew dosye nayê qebûlkirin û serlêdan red kir.

Komele hat girtin û birayên qurbaniyan hatin girtin

Piştî komkujiyê ji bo hesap ji kujeran bê pirsîn malbatên Roboskî di sala 2013an de Komeleya Roboskî (Roboskî-Der) ava kirin. Komeleya Roboskî ku ji bo kujer bên ceza kirin dixebitî piştî 4 salan di sala 2017an de bi biryarnameya KHKê hat girtin. Serokê komeleyê Velî Encu ku di komkujiyê de birayê wî Serhat Encu ye 17 salî jî hatibû kuştin, di sala 2019an de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Bariş Encu yê di komkujiyê de birayê wî Nevzat Encu jî hatibû kuştin bi hinceta tev li bîranîna Roboskî bûye, pankart hilgirtiyê hat girtin û bi salan di girtîgehê de ma. Her wiha gelek malbatên Roboskî jî ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal û bîranîna Roboskî cezayê pereyan li wan hat birîn.

34 kes qetil kirin û 34 kes jî darizandin

Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê û daxuyaniya ji bo komkujiyê wek “sûc” hat nîşandan. Ji malbatan hat xwestin ku zarok, bav, birazî, bira û xizmên xwe bi bîr neynin û derheqê wan de daxuyanî nedin. Bi vê yekê hat xwestin Roboskî were jibîrkirin. Ji ber wê jî li kesên ku tev li bîranînê bûne, dirûşm berz kirine li ser medyaya sanal ji bo Roboskî edalet xwestine cezayê pereyan li wan hat birin û derbarê wan de doz hat vekirin. Ji hemû malbatên Roboskî re bi hinceta xizmên xwe bibîranîne doz li wan hatin vekirin. Di dozê de derbarê hin kesan de biryara neşopandina dosyeyê hat dayin û hinek jî weke Velî Encu û Bariş Encu cezayê hepsê li wan hat birîn. Lê tevî cezakirinê û lêpirsînan jî malbatên Roboskî dev jî doza edaletê bernedan û her sal qurbaniyên xwe bi bîr tînin. Piştî çend salan malbatên Roboskî derbarê wan de doz hatibû vekirin, doza wan bi beraetê encam bû.

Dosye 2 sal in li AYMê ye

Parêzerên doza Roboskî piştî ku di serlêdan û lêpirsînan de tu encam derneket di sala 2022yan de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Derbarê dosyeyê de AYMê ev 2 sal in tu biryar nedaye û parêzer hê jî li benda biryarê ne. Her wiha parêzeran ji bo Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (BM) jî serlêdan kiribûn û komîteyê bersiv ji hikumeta Tirkiyeyê xwestibû lê hikumetê heta niha tu bersiv ji wan re şandiye.

Etîket: AYMDarazDMMEKomkujiya RoboskîRoboskîŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

AYMê ji bo qedexeyên Walîtiyê yên Wanê biryara binpêkirinê da

AYMê ji bo qedexeyên Walîtiyê yên Wanê biryara binpêkirinê da

6 COTMEH 2026
Hewildana Ji Bo Roboskiyê Edalet: Divê kujêr bên darizandin

Hewildana Ji Bo Roboskiyê Edalet: Divê kujêr bên darizandin

28 TEBAX 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne