• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê hişmendiya, jin li malê, mêr li derve bê şikandin’

Gulîzar Turkoz / AW

13 GULAN 2026 - 10:37
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hiqûqnas û Berpirsa Navenda Xwendinên Wekheviya Zayendî ya Zanîngeha Dihokê Akademîsyen Dilîn Serdar Zuhdî a li Amedê wek axiver beşdarî panela “Di Pêvajoya Aştiyê de Beşdariya Jinan” bûye û got: “Divê hişmendiya “Bila jin li malê, mêr li derve be” bê şikandin û jin bi dengekî rasteqîn di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigirin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Foruma Aştî û Civaka Demokratîk’ li dar dixe. Gelek siyasetmevan, akademîsyen, parlamenter, hevserok û rayedarên partiyên siyasî, kes û mêvan tevlî forumê dibin. Komeleya Jinan a Rosayê jî bi navê ‘Di Pêvajoya Aştiyê de Beşdariya Jinan û Newekheviya Zayendiya Civakî’ di forumê de panelek li dar xist. Berpirsa Navenda Xwendinên Wekheviya Zayendî ya Zanîngeha Dihokê Akademîsyen Dilîn Serdar Zuhdî ya tevlî panelê bûye ji ajansa me re axivî.

‘Rola jinê tê nîqaşkirin’

Dilîn Serdar Zuhdî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku rol û rista jinê di pêvajoya biryardayinê de hêmayeke jiyanî ye û got: “Bandora jinê hem li ser civakê hem di pêvajoya biryardayînê de sereke ye. Ev pirs di aborî, siyasî û civakî de di nav malbatê de tê nîqaşkirin û îro bûye pirsgirêkeke sereke. Pergala hikûmetê, civak û malbat jî beşên herî girîng ê pêkanîna vê rolê ne.”

‘Jina Kurd her tim xurt e’

Di berdewamiya axaftina xwe de Dilîn Serdar Zuhdî bal kişand ser rola jina Kurd a di dîrokê de û ev tişt anî ziman: “Bêguman rola jinê di dîrokê de her tim girîng bûye. Wekî em dizanin jina Kurd her tim xurt e, dikare di hemû waran de kar bike û bi rola xwe rabe. Babetê herî girîng ê ku niha tê nîqaşkirin, pirsa wekheviya zayendî ye. Mijara herî girîng ew e ku dê, newekheviya zayendî çawa rebe, dê jin çawa bêtir bibin xwedî rol û jin dê çawa bên bêhtir bên guhdarkirin.”

‘Di warê hev fêmkirinê de valahiyek heye’

Dilîn Serdar Zuhdî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pergala civakî û malbat bandoreke mezin li ser rolên zayendî yên jinê dikin û wiha derbirî: “Di vê mijara hev fêmkirinê de valahiyek heye. Her car wisa hatiye fêmkirin ku rola mêr di mekanîzmayên biryardayînê de be û li derve be. Rola jinê jî ew e ku, li malê be. Ev, sedema sereke ya astengkirina jinê ye. Zagon, pergal û civak bi xwe jî gelek bandorê li vê rastiyê dikin. Niha xala herî girîng çawaniya pêkanîna vê hevsengiyê ye. Divê jin xwedî deng û roleke rasteqîn be da ku bikaribe xizmeta vê pirsê bike.”

Etîket: 'Foruma Aştî û Civaka DemokratîkAkademisyenAkademîsyen Dilîn Serdar ZuhdîhiqûqnasSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne