Amed – Beşdarên Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ destnîşan kirin ku aştî dikare bi awayekî demokratîk pêk bê û diyar kirin ku aştî bi mafê ziman, nasname û gavên şênber ên qanûnî dê pêk were.
Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ di 11ê Tîrmehê de bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Eywana Alî Emîrî hate lidarxistin. Rêveberên saziyên hiqûqî û mafên mirovan, hevşaredarên Amedê, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de siyasetmedar û fermandarê berê yê FARC-EP’ê Victoria Sandino, Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî yê EH BILDU’yê Igor Zulaika Zurimendi, Endamê Meclîsa Jiyanê Gerry Kelly, Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û Mûhîttîn Altûn ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket wekî axêver cih girtin.
Beşdarên konferansê Mamosteya Zimanê Kurdî Ozlem Baran, Hevserokê MED-DERê yê Berê Remzî Azîzoglu û endamê ÎHDê Emîn Ermîn têkildarî naverok û girîngiya pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.
‘Divê aştî bi zagonan bê misogerkirin’

Ozlem Baran a ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de mamostetiya Zimanê Kurdî dike, diyar kir ku ev konferans ji bo gelê Kurd pir girîng e.
Ozlem Baran bal kişand ser pêvajoya Aştî û Cîvaka Demokratîk ku berdewam dike û wiha got: “Di cîhanê de mînakên aştiyê çawa ne bi awayekî maddî yan jî bi zagonan çawa hatiye sazkirin, ez vê yekê pir meraq dikim. Ji ber vê yekê, hem ji bo me Kurdan, hem ji bo Kurdistanê û herêma me, ev konferanseke gelek girîng e. Ji ber vê sedemê piçekî balê dikişîne ser wê yekê bê ka li Tirkiyeyê pêvajo di kîjan astê de ye, behsa vê hat kirin. Lê li gorî min, tişta herî girîng ew e ku em di zagon û hiqûqê de li ku derê cih digirin? Yanî em bi nasnameya xwe cih digirin, em bi zimanê xwe cih digirin? Zimanê Kurdî ji bo me temam e, pir baş e, lê belê ji bo wan hevalên me yên ku li zindanê ne, zagon an jî çarçoveyeke dewletê ya çawa heye, mînak, hêj ev yek ne diyar e.”
‘Bêyî fermiyetê bawerî çênabe’
Ozlem Baran qala girîngiya çêkirina qanûnan kir û wiha pê de çû: “Baweriya me bi dewletê tune ye. Ji ber vê yekê, em dixwazin ji aliyê dewletê ve zagon û hiqûq bikeve nava çarçoveyekê da ku em pê bawer bikin. Heta ew zagon, ew fermiyet tune be, tu kes nikare baweriya xwe bi kesî bîne. Divê em di saziyên xwe de, di komeleyên xwe de, li hemû qadên xwe, bi zimanê xwe biaxivin.”
‘Aştî di rojekê de pêk nayê’

Hevserokê MED-DERê yê berê Remzî Azîzoglu jî bal kişand ser axaftina mevanên ku ji derveyî welat tev li konferansê bûne û wiha got: “Ew radigihînin ka li wan welatan çi qewimiye, ew qonax çawa hatine derbaskirin û aştiyeke çawa hatiye avakirin. Em dinêrin ka li cîhanê çi pêk hatiye û çi nebûye. Em wan mînakan nîqaş dikin û li gorî wê yekê jî divê em gavên xwe biavêjin. Yanî rewş heta niha baş e, me dît bê ka di tecrubeyên cîhanê de aştî çawa pêk hatiye. Diyar e ev yek demeke dirêj dixwaze. Aştî, wisa di rojekê de pêk nayê. Mesele ew e ku mirov biryarê bide û bibêje ‘Em ê şer nekin û aştiyê pêk bînin’ Kurdan jî ev biryar daye. Em li benda dewletê ne. Bêguman, dê daxwazên Kurdan jî hebin. Di vî warî de, divê zimanê me gav bi gav bê parastin, Kurd asîmîle nebin û nasnameya wan bê qebûlkirin. Her wiha gav bi gav divê em bikaribin xwe bi rê ve bibin; anku, divê ew rê vekirî be. Bêguman, di serî de divê Rêberê Gelê Kurd azad be. Ji bo ku ev pêvajo bimeşe, divê birêz Ocalan azad bibe. Me biryara xwe ya ji bo aştiyê daye û em li ser biryara xwe ne. Em tenê dixwazin bikaribin xwe bi vî awayî bi rê ve bibin. Wekî ku em dibînin, êdî dewlet mecbûr e vê yekê bike, lê belê giran tevdigere. Li cîhanê jî mînakên wiha qewimîne.”
‘Baweriya me ya bi pêvajoyê xurt e’

Endamê ÎHDê Emîn Ermîn jî diyar kir ku ew bi pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye dest pê kirin bi bawer in û ev tişt anî ziman: “Baweriya min bi Serokatiyê û bi tevahiya vê pêvajoyê heye; wekî ku hevalên di hundir de jî anîn ziman, ev pêvajoyeke demokratîk e. Divê em vê pêvajoyê berdewam bikin. Baweriya me heye ku gelê me jî dê rojekê şiyar bibe û em ê aştiyeke bi rûmet ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bînin. Ji sala 1974an ve, jiyana min bi giştî di aştî, wekhevî û demokrasiyê de derbas bûye. Ez bi vê yekê bawer dikim. Hîn jî baweriya min xurt e û ez dibêjim ku wê tiştên baş pêk werin. Baweriya min bi dewletê û bi gavên ku di vê demê de li ser me didomîne, zêde xurt nîne. Lê em bi gelê xwe û bi şoreşa xwe bawer dikin. Lê ez vê dibêjim; divê em baweriya xwe careke din xurt bikin. Hevalên biyanî li vê derê li ser mijara Îrlandayê gelek tiştên girîng anîn ziman. Divê em bawer nekin ku her tişt tenê bi derve ve girêdayî ye. Heke em wekî gel vê rastiyê nizanibin û bi navê Serokatiyê bar bikin ser milê Yekîtiya Ewropayê, wê ev pirsgirêk çareser nebe. Helbet tecrîda li ser Serokatiyê berdewam dike; îro bi rojan e ku hîn tu daxuyanî nîne. Îro li vê derê Heyeta Îmraliyê jî heye, lê hîn jî ronahiyek li ber Enqereyê xuya nake. Lê dîsa jî baweriya me xurt e û em ê baweriya xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin.”












