Karkerên madenê yên ku di Holdînga Yildizê de dixwebitin ji bo destheqê xwe bi dest bixin tevî zext û binçavkirinan jî di roja 2an de çalakiya xwe didomînin.
Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ku ji Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin di 10ê Tebaxê de carekê din hatin Enqereyê. Karkerên xwestin bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin bikin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û 80 karker hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîn û kontola nexweşxaneyê karkerên madenê hatin berdan.
Piştî berdanê karker cardin hatin li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û xwestin daxwazê xwe bigihînin wezaretê. Polîsan karkeran dorpêç kirin û nehiştin karker li ber wezaretê ve biçin. Polîsan rojnamegerên xwestin çalakiya karkeran bişopînin jî asteng kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar û Ceylan Akça û parlementerê Partîya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û parlamenterê YENÎ Partiyê Umît Ozlale jî ji bo piştgiriyê tev li çalakiya karkeran bûn.
‘Heta daxwazê me pêk neyên em ê li vir bin’
Serokê Sendîkaya Xweser a Karkerên Madenê Gokay Çakir ku li vir daxuyanî da, anî ziman ku ew ji bo heqdestê xwe hatine Enqereyê û wiha got: “Em ji bo destheqê xwe bigirin li vir in. Soza sê wezaretan daye me pêk nehat. Em dixwazin wezaretên peywendîdar dest biavêjin vê mijarê û çareser bikin. Heta daxwazê me pêk neyên em ê li vir bin.
Piştî daxuyaniyê karkeran diyar kir ku di encama muzakereyê de ew dê bi Cigîrê Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtinê bikin. Karker li benda hevdîtinê ne.














