• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

Navenda Nûçeyan / AW

6 GULAN 2026 - 12:24
Kategorî: CÎHAN
A A
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi bi hempîşeyê xwe yê Îranî re li Pekînê rûnişt û xwest şerê li Rojhilata Navîn bi lez bisekine. Her wiha bang hate kirin ku Tengava Hurmuzê jî di demek herî kurt de jinûve bê vekirin.

Çînê derbarê rageşiya li Rojhilata Navîn de hewldanên xwe yên dîplomatîk zêde kir. Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi li Pekînê bi hempîşeyê xwe yê Îranî Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî re hevdîtinek kir. Wang Yi piştî hevdîtinê daxuyanî da û ji bo herêmê banga “Agirbesta bi lez” kir.

Wang Yi anî ziman ku berdewamkirina şer nayê qebûlkirin û got: “Bêyî derengketinê divê şer bê rawestandin. Nayê qebûlkirin şer jinûve bê geşkirin. Gelekî girîng e ku muzakere dewam bike.”

Wezîrê Çînî her wiha bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê kir ku Tengava Hurmuzê “di demek herî kurt de vekin” ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya global krîtîk e.

Şerê DYA û Îranê derbasî qonaxeke nû bû

Aliyê DYAyê jî ragihand ku pêvajoya leşkerî ya li herêmê derbasî qonaxeke nû bûye. Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio anî ziman ku operasyona bi navê “Hêrsa Destanî” bi dawî bûye û Washington êdî tenê di “asta parastinê” de ye. Rubio anî ziman ku wê pêşnûme biryarekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin ku ger û geşta li Tengava Hurmuzê bi rengekî azad bê pêkanîn.

Operasyona Tengava Hurmuzê hate rawestandin

Serokê DYAyê Donald Trump jî beriya bi demeke kurt ragihand ku operasyona eskorta ji bo keştiyan hatiye rawestandin ku di çarçoveya “Projeya Azadiyê” de dihate meşandin. Trump diyar kir ku ev biryar hem ji ber serketina leşkerî hem jî ji ber pêşketina di muzakereyên bi Îranê re hatiye wergirtin. Lê belê hate ragihandin ku dorpêça DYAyê ya li ser bendergehên Îranê hîn jî dewam dike. Washingtonê her wiha got ku ev biryar di serî de Pakistan li ser daxwaza hin welatan hatiye wergirtin.

Li aliyê din rageşiya li herêmê hîn bi temamî bi dawî nebûye. Saziya ewlekariya deryayî UKMTO ku navenda wê li Îngilistanê ye diyar kir ku êvara Sêşemê bi çekeke ku “çavkaniya xwe nayê zanîn” li keştiyeke bar a li Tengava Hurmuzê hatiye xistin.

Borsayên Ewropayê bilind dibin

Bendewariya li ser kêmbûna rageşiya jeopolîtîk, bandoreke erênî li bazarê kir. Borsayên Ewropayê bi bilindbûneke xurt dest bi hefteyê kirin. Li Parîs, Frankfurt, London û Mîlanoyê endeksan bi rêjeya ji sedî 1 bi qîmet bûn. Analîst dibêjin, rawestandina operasyona leşkerî ya DYAyê û dibêtiya çareseriya dîplomatîk xweşbîniya li bazarê xurt kiriye.

Etîket: DYARojhilata NavînŞerê DYA-Îsraîl û ÎranêTengava Hurmuzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kir

Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kir

9 TEBAX 2026
Selahattîn Soro: Tasfiyekirina Îranê dê hevsengiyên li herêmê xira bike

Selahattîn Soro: Tasfiyekirina Îranê dê hevsengiyên li herêmê xira bike

29 TÎRMEH 2026
Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

27 TÎRMEH 2026
DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

23 TÎRMEH 2026
Kalkan: Qanûno ke do bêro amadekerdene, ganî hessasîyetê heme hetan bigîro çiman ver

Duran Kalkan: Pêvajo dê bi xebata azad a Rêber Apo pêş bikeve

21 TÎRMEH 2026
Şerê Îran û Amerîkayê: Şer jî aştî jî ne zelal e

Şerê Îran û Amerîkayê: Şer jî aştî jî ne zelal e

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne