• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bîranîn

17 HEZÎRAN 2026 - 13:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îzmîr – Denîz Poyraz di 5emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranînê de dayika wê Fehîme Poyraz axivî û got: “Bila êdî Tirkiye gavên aştiyê biavêje. Ji bo gavan bavêjin li benda çi ne?”

Denîz Poyraz a ku di êrîşeke nijadperest a di avahiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di 5emîn salvegera şehadeta xwe de xwe de, li Goristana Buca Kaynaklarê bi merasîmeke girseyî hat bîranîn.

Di bîranînên de gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ê Îzmîrê Îbrahîm Akîn, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Di bîranînê de dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Parlamenterê DEM Partiyê ê Îzmîrê Îbrahîm Akîn axivîn.

‘Bila êdî xwîn nerije’

Dayika Denîz Poyrazê, Fehîme Poyraz xwest aştî li tevahiya cîhanê belav bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be û got: “Şehîd, şehîda me hemûyan e. Em dixwazin hemû girtî û yên di zindanan de ne serbest bên berdan. Divê em hemû mil bidin milê hev û hevdu himbêz bikin. Em dixwazin di cîhanê de jiyaneke xweş, aram û tije aştî hebe. Em li vê cîhanê aştiyê dixwazin. Em vê yekê ji dewleta Tirkiyeyê jî dixwazin; bila destê xwe yê aştiyê dirêj bike, êdî gavên aştiyê biavêje. Ji bo gavan li benda çi ne? Bila êdî xwîn nerije.”

‘Masaya wê hîn li cihê xwe ye’

Parlamenter Îbrahîm Akîn jî bal kişand ser doza Denîz Poyrazê, destnîşan kir ku ew ê dest ji şopandina dozê bernedin û got: Tam 5 sal berê di van saetan de, di avahiya me ya bajêr de kuştinek pêk hat. Kujer hat darizandin; belê, cezayê xwe girt lê ji bo me ev doz hîn nehatiye girtin. Em wan hemû hêzên li pişt wî, yên alîkariya wî kirine, ew birêxistin kirine û berê wî dane wir nas dikin. Ev kujer ji bo qetilkirina bi dehan û bi sedan hevalên me hatibû plankirin û me dît ku ev kar tevî hêzên li pişt xwe pêk anî. Ji ber vê yekê, em li vir careke din dibêjin ku di şexsê Denîz Poyraz de em ê dest ji vê dozê bernedin û em ê heta dawiyê li pey bin. 5 sal derbas bûn, lê wekî duh e; îro jî di hundirê avahiya me de masaya wê hîn li cihê xwe ye. Denîz Poyraz di nav me de her zindî ye. Me ew ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin.”

Merasîma bîranînê piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: BîranînDenîz PoyrazFehîme PoyrazÎbrahîm Akinsalvegera 5emîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne