• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiya Sûrê: Em hişmendiya gel mehkûmî tariyê dike red dikin

Amed / AW

24 TÎRMEH 2026 - 15:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Sûrê li ber Mizgefta Mezin daxuyaniyê da çapemeniyê. Mehmet Deger di daxuyaniyê de xwest kolanên Sûrê ji bo zarok, jinan û ciwanan werin ronîkirin û got: “Em hişmendiya gel mehkûmî tariyê dike red dikin.”

Rêxistina (DEM Partî) ya Navçeya Sûrê bi dirûşma “Em feraseta ku gel mehkûmî tarîtiyê dike qebûl nakin“ li ber Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyê li darxist. Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça û Serhat Eren, Dayikên Aştiyê, Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di destpêka daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî dû re metna daxuyaniyê ya bi Tirkî keyayê Taxa Cevat Paşa ya girêdayî navçeya Sûr ê Mehmet Deger xwend û Serokê Komelaya Muxtarên Surê Aydin Alakuş jî axaftinek kir.

Serhat Eren axaftina xwe de destnîşan kir ku wekî ku li Sûr û Baxçeyên Hewselê ji aliyê UNESCOyê ve, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî kelepûra çandî ya cîhanê tê qebûlkirin û ev tişt gotin: “Tenê di nav sala 2025an de cihê ku 1,5 mîlyon mirovî serdan wî kiriye. Ceyrana cihê ku wekî kelepûra çandî tê qebûlkirin, bi berdewamî tê birîn. Ne tenê qutbûna elektrîkê ye; êvarê, di tariya şevê de an jî piştî ku tariya êvarê dadikeve, jinên li vir dijîn, li Surê dijîn, zarok, astengdar, ciwan, kes ji wan nikare ji bo ku li ber deriyê mala xwe rûne, derkeve derve. Çima? Ji ber ku her der tarî ye. Ji ber ku nayê ronîkirin, kî ji tariyê hez dike? Çete ji tariyê hez dikin! Çeteyên hişbirê ji tariyê hez dikin! Dîsa çeteyên fuhûşê hez dikin! Ew çete destûrê nadin ku ev mirov li cîh û warên xwe, li ber deriyê malên xwe rûnên. Em ji vir ji DEDAŞê dipirsin. Helbet beriya her tiştî em ji Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayê dipirsin: Hûn çima vê yekê kontrol nakin? Li cihê ku wekî kelepûra çandî tê qebûlkirin, li cihê ku bi mîlyonan mirov serdanê dikin, ma mafê mirovan ê ku li vir dijîn tune ye ku li ber malên xwe, li kolan û parkên xwe di hawirdoreke bi aram de bijîn? Hûn neçar in ku vê yekê kontrol bikin.”

‘Ez dixwazim ku herkes erka xwe bi cih bîne’

Aydin Alakûş jî anî ziman ku TEDAŞ berê jî li gorî dîtina wan li tu cihan erka xwe bi cih neaniye û wiha axivî: “Ji ber TEDAŞê jixwe cotkar ber bi têkçûnê ve çûn. Îro bi hezarana cotkarên me dev ji avdaniya zeviyan berdan. Berhem li zeviyan hatine hiştin. Sînor û hesabaku TEDAŞ niha dide herêmê, tune ye. Ji vir ez ji Wezîrê Enerjiyê jî bang dikim, pêwîst e xwedî li cotkaran derkevin, pêwîst e xwedî li taxên navendê derkevin. Em xwedî li ciwanên xwe derkevin, wan ji van rêyên tarî dûr bixin. Em ciwanên xwe bêxwedî nehêlin. Li vir bi taybetî di mijara ciwanan de erk dikeve ser milê TEDAŞê, dikeve ser milê şaredariyê, dikeve ser milê rêxistinên me yên civaka sivîl, dikeve ser milê gel û dikeve ser milê emniyetê jî. Ez dixwazim ku herkes erka xwe bi cih bîne.”

‘Em fatûreyên giran û Sura tarî qebûl nakin’

Mehmet Deger anî ziman ku tevî ku piraniya elektrîkê li herêmê tê hilberîn jî, berdêla belavkirinê ya herî bilind li Amed, Mêrdîn, Êlîh, Sêrt, Şirnex û Riha tê kirin û wiha got: “Ev ferq nêzî %30an e. Tevî vê yekê jî gel mehkûmî tariyê tê kirin. Sûretê Surê yê ku niha gihîştiye vê astê û radestî çarenûsa xwe hatiye kirin, ji ber mueyideyên ji serdemên şerê Surê ve berdewam dikin, bêusûliyên îhaleyan, kêmasiya Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya di gelek mijaran de û astengkirina xizmetên rêveberiyên herêmî ye; ev rewşa heyî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi taybetî jî rewşa DEPSAŞê ya ku Surê radestî çarenûsa wê kiriye û di tariyê de hiştiye di rojevê de ye. Di nav tariyê de li her kolan û cadeyî fihûş, hişbir û çekdarî bi rengekî giran berdewam dike. Daxwaznameyên ku dihatin dayîn bêbersiv dimînin. Zarok nikarin li kolanan bilîzin, diqewime ku dayik û jinên genç di kolanên xwe de bi ewlehî bimeşin. Em pirsgirêkên kronîk ên DEPSAŞê, qutbûna elektrîkê, pirsgirêkên binesaziyê û li ser van jî fatûreyên bilind û Sur a di nav tariyê de êdî qebûl nakin.”

‘Em hişmendiya ku gel mehkûmî tariyê dike red dikin’

Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Deger diyar kir ku pêwîst e DEPSAŞ rojek beriya rojekê serastkirinê bike, xebatên ronîkirina taxê, yên kolan û cadatên Surê pêk bîne û kêmasiyên binesaziyê sererast bike û axaftina xwe wiha qedand: “Hişbir, fihûş û çekdarî encama vê tarîtiyê ye. Em vê hişmendiya ku gel mehkûmî tariyê dike red dikin. Em dixwazin ku kolan bibin cihên ronî û jiyanbar. Em vê yekê ji bo zarokan, ji bo jinan û ji bo ciwanan dixwazin.”

Etîket: çekdarîfihûşhişbirkolanên sûrêRêxistina DEM Partiyê ya SûrêTarîtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

17 COTMEH 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne