• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî dê giliya polîsên sîxurtiyê ferz dikin bike

Navenda Nûçeyan/ AW

20 NÎSAN 2026 - 14:48
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, dê giliya polîsên ku sîxurtiyê li ser endam û pêkhateyên wan ferz dikin, bike.

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê têkildarî hewldanên sîxûrkirinê yên polîsan, li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa OHDê Mehmet Yûnûs Çelîk di daxuyaniyê de got ku di nava 2 hefteyên dawî de li dijî partiyiyan û xwendekaran nêzikatiyeke derhiqûqî ya sîstematîk ketiye dewrê. Çelîk, diyar kir ku kesên xwe weke polîs didin naskirin li kafeyeke navçeya Konakê xwendekarê zanîngehê revandiye û gefa terkkirina bajar lê xwariye. Her wiha destnîşan kir ku welatiyekî nû ji girtîgehê derketî jî hatiye revandin, gef lê hatiye xwarin û bi vî awayî xebatên sîxûrtiyê li ciwan û jinan tên ferzkirin.

‘Walî înkar kir’

Yûnûs Çelîk anî ziman ku ferzkirina sîxûrtiyê sûc e û wiha domand: “Ev hewldan dikeve nava sûcên gefxwarin, heqaret, îşkence, bêparhiştina şexs a ji azadiya xwe, xerab bi kar anîna peywirê. Dema bi awayekî sîstematîk hate kirin jî dibe sûcê li dijî mirovahiyê. Di hevdîtinên bi walî re de ev sepan hatiye înkarkirin. Em ê li dijî van sepanan mafên xwe yên yasayî bi kar bînin û mijarê bişopînin.”

‘Gef li jin û ciwanan tê xwarin’

Wekîla DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubukê jî diyar kir ku hevserokên navçeyan û kesên tev li xebatên partiya wan tên şopandin û wiha pê de çû: “Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Emniyeta Îzmîrê gefan li jin û ciwanan dixwe û hewl dide bike sîxûr. Kesên tev li çalakiyên weke 8ê Adarê û Newrozê bûn, rê li ber tê girtin, diçin kafeyên wan û telefonan jê re dikin û tacîz dikin. Lê ew çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî got ku piştî hevdîtina bi walî re tu bersiveke şênber ji wan re nehatiye dayîn, hinek hêzên cuda yên di nava dewletê de hewl didin endamên partiya wan krîmînalîze bikin, êdî tehemûla wan nemaye û got: “Dixwazim vê bi taybetî bibêjim; di destê me de belge hene. Agahiyên wan, plakayên wan hene. Em ê der heqê wan de serlêdana sûc bikin. Dibe ku xwe pir bihêz bibînin lê bila li aqûbeta waliyê Dêrsimê û kurê wî binêrin. Dê heman tişt bi serê we jî were. Ya ku hûn dikin sûc e. Lewma dev ji gef û zexta sîxûrkirinê berdin. Nexwe dê navên we yek bi yek bi raya giştî re parve bikin û we teşhîr bikin. Divê emniyet û walîtî tavilê pêşiya van hewldanan bigire.”

Banga serlêdanê

Seroka Şaxa OHDa Îzmîrê Fatma Demîrer jî bi bîr xist ku dema polîs tiştekî dikin mecbûr in girteka wê bigirin û îmze bikin û bang li hemû welatiyan kir ku dema gefek lê tê xwarin an jî bêusûliyek li dijî wan tê kirin, yekser serî li DEM Partî, OHD, ÎHD û saziyên din bidin.

Etîket: DEM Partiya ÎzmîrêgilîPolîsrêxistin û pêkhatesîxurtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

30 TÎRMEH 2026
OHDa Rihayê li dijî ferzkirina ‘sîxurtiyê’ broşura hiqûqî amade kir

OHDa Rihayê li dijî ferzkirina ‘sîxurtiyê’ broşura hiqûqî amade kir

30 TÎRMEH 2026
Meclisa Ciwanan a Rihayê: Gefên li ser ciwanan rasterast pêvajoyê dikin hedef

Meclisa Ciwanan a Rihayê: Gefên li ser ciwanan rasterast pêvajoyê dikin hedef

28 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne