• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

Wan / AW

4 GULAN 2026 - 18:22
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê deklerasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya herêma Serhedê aşkere kirin û daxwaza berfirehtirkirina têkoşîna zimanê Kurdî kirin.

Saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê li Qada Bajer a navçeya Rêya Armûşê Deklarasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya Herêma Serhedê aşkere kir. Di deklerasyonê de pankarta “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û lolîpopên “zimanê Kudî dilê gel e”, “Kurd, Kurdî, Azadî”, “Em statuya zimanê Kurdî dixwazin” û “perwerdeyîya bi Kurdkî” hatin rakirin. Tevî endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl, parlementerên DEM Partiyê û gelek ziman hez jî tev li deklerasyonê bûn.

‘Dixwazin Kurdî ji holê rakin’

Hevserokê Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Mesût Kertîş metna deklerasyonê xwend û diyar kir ku di encama têkoşîna neteweya Kurd de ew hewldanên asîmlasiyonker têk çûn. Mesût Kertîş anî ziman ku ew zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin û got: “Bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê Tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re holê rabe. Ev jî ku tên zanîn sûcekî mirovahiyê ye.”

‘Tecrîda li ser Ocalan û ya li ser Kurdî rasterast têkildarî hev in’

Mesût Kertîş behsa nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”.  Mesût Kertîş wiha berdewamî da axaftina xwe: “Banga birêz Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurtkirin e. Em careke din dibêjin  em heta dawiyê li gel vê banga dîrokîne ku diyar dikin mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ye. Divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û  zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê de civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê Birêz Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite. Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwe bi rêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê Kurdî rasterast têkildarî hev in.”

 Xebatên ku dê bikin vegot

Mesût Kertîş derbarê xebatên ku dê ji bo 15ê Gulanê bikin de ev tişt anî ziman: “Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4ê gulanê heta 1ê hezîranê, li herêma Serhedê, têkoşîna ji bo çalekiyên ziman, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê kurdî, hînkirina alfebeya kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotebêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî hatiye amadekirin,  yê pêk bê.”

Bang li partiyên siyasî û saziyên Kurd kir

Mesût Kertîş bang li partiyên siyasî û saziyên Kurdan kir û wiha berdewam kir: “Bi vê armancê û bîrbaweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin. Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekitiya xwe, ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedîstatu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.”

15 Gulanê diyarî Sêvê Demîr û Denîz Bulbun kirin

Di dawiya axaftina xwe de Mesût Kertîş 15ê Gulanê diyariyê cangoriyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi van hest û ramanan em 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di kesayeta pêşengên zimanê kurdî yên nemir Sêvê Demîr û Denîz Bulbul de diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê kurdî dikin. 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be.”

 

Etîket: 15ê GulanêCejna Zimanê KurdîdaxuyanîSerhedWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne