• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

Amed / AW

2 NÎSAN 2026 - 21:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bertek nîşanî sansura AVA TV a li ser wêneyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: “Ev nêzîkatî hedefgirtina nirxên neteweyî yên gelê Kurd e.”

Koma Mediya AVA ya ku ji Başûrê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne, di weşana xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sansur kir. Li ser vê yekê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku ev nêzîkatî hedefgirtina nirxên neteweyî yên gelê Kurd e.

‘Polîtîkayên ku çand, ziman, nasname û nirxên neteweyî hedef digrin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê pêvajoya ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk de, ev nêzîkatî nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: “Em vê nêzikatiya ku li ser wêneya Birêz Ocalan pêk hat, wekî polîtîkayên ku çand, ziman, nasname û nirxên netewî yên gelê Kurd hedef digrin, dibînin.”

‘Ji yekitiyê re xizmetê nakin’

DBPê bal kişand ser hedefgirtina îradeya gel û wiha pê de çû: “Divê neyê jibîrkirin ku; feraseta ku Birêz Ocalan hedef digre û îradeya wî tune hesab dike, li gel hedef girtina nirxên Kurdistanî, li dijî heqîqeta civakî û dîrokî ya gelê Kurd e. Ev helwesta saziyeke çapemeniyê ku qaşo xwe wek ‘Kurdistanî’ dide nasîn, ji yekitiyê re xizmetê nake.”

‘Wek pratîka Judenratê bal dikşîne’

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pîvanên çapemeniyê û wiha gotin: “Ev pêkanîna ku nirx û pîvanên azadiya çapemeniyê jî binpê dike, em dikarin encax wek ‘ji dijmintiya Kurd re xizmet’ pênase bikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî di heman demê de wek pratîka ‘Judenratê’ bal dikşîne.”

‘Demildest dev ji vê helwesta înkar û sansurê berdin’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rayedarên Koma Medya AVA hat kirin: “Wek DBPê em bang li rayederên vê saziya çapemeniyê dikin ku; demildest dev ji vê helwesta înkar û sansurê berdin. Ev nêzikatiya ku rûmet û îradeya gelê me hedef digre divê demildest bi dawî bibe û divê ev yek wek berpirsyarî bê dîtin.”

Etîket: AVA TVDBPnerteksansur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DBP: Ma Şorişê Rojava bi şeref û bawerîyêka pîle silam kenê.

DBP: Nabe ku operasyonên siyasî li hember fikr û ramanê pêk werin

17 MIJDAR 2026
DFG: Di Cotmehê de 20 rojnameger hatin binçavkirin û 6 rojnameger hatin girtin

DFG: Di Cotmehê de 20 rojnameger hatin binçavkirin û 6 rojnameger hatin girtin

3 MIJDAR 2026
Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

1 MIJDAR 2026
‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

25 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

22 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne