• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

Stenbol / AW

25 NÎSAN 2026 - 14:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1100emîn de li aqûbetên kesên ku di Tevkujiya Ermeniyan de hatine windakirin, pirsîn.

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1100emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîcek, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayên Tevkujiya Ermeniyan û wêneyên windayên salên 90î hatin hilgirtin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser serpêhatiya welatiyên Ermen ku di Tevkujiya Ermeniyan de hatine windakirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Rêveberiya Desteya Navendî ya ÎHDê Eren Keskîn ve hate xwendin.

Hûn ê dîsa vegerin mala xwe

Eren Keskîn diyar kir ku di kesên di 24ê Nîsana 1915an de hate windakirin ji bîr nekirine û wiha got: “Sepana bi darê zorê ya windakirinê bi biryarnameya ‘Şev û Mij’ ya Rejîma Naziyê tê pênasekirin lê ev sepan beriya birnameyê bi 26 salan li Stenbolê pêk hat. Şeva 24ê Nîsana 1915an de gelek Ermenî ji malên xwe hatin derxistin. Ji wan 174 kes êdî venegeriyan malên xwe. Bi fermana Talat Bey li Stenbolê operasyonek pêk hat. Polîs gelek kesan bi hinceta îfadeya wê heye binçav kir û ji wan re got ‘hûn ê dîsa vegerin mala xwe.’ Kesên hatin binçavkirin birin Girtîgeha Navendê ya Sultanahmetê. Di navbera kesên hatibûn binçavkirin de parlamenter, nivîskar, bijîşk, rojnameger û akademisyen jî hebûn. Ew pêşengên gelê Ermeniyan bûn. 25ê Nîsanê bi treneke taybet rê ketin. Paşê jî binçavkirin berdewam kir û bi giştî 250 kes hatin binçavkirin. Wan sewqî navçeya Ayaş û Çankiriyê kirin. Lê ev ne sewqbû rêya windakirinê bû.”

‘Li ber çavê dewletê 6 rewşenbîr hatin kuştin’

Eren Keskîn destnîşan kir ku li ber çavê dewletê 174 kes hatin windakirin û ev yek anî ziman: “Di qeydên fermî de jî wekî ‘reviyan û hatin berdan’ hate nivîsandin. Rojnameger Agnuni jî di nava wan kesan de bû. Agnuni di Rojnameya Azadamard de dixebitî. Şeva 24ê Nîsanê polîsan deriyê wî xistin û wî binçavkirin. Agnuni di serî de birin qerekolê paşê jî wî birin Girtîgeha Sultanahmetê. 2yê Hezîrana 1915an de bi fermana Talat Bey Aguni jî di nav de 6 ber bi Amedê ve rê ketin. Nêzî Sîwerêgê ji aliyê Çeteya Haci Tellal Hekîmoglu ve hatin kuştin. Ber bi çavê dewletê 6 rewşenbîr hatin kuştin û goristana wan nehat dîtin. Di qeydên fermî de jî gotin ‘reviyane Rusyayê’ û heqîqete windakirin. Di hefteya 1100emîn de dibêjin çend sal derbas bibe bila bibe em ê li aqûbeta rewşenbirê Ermeniyan ku hatine windakirin bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

Etîket: Mirov-Dayikên Şemiyêrewşenbîr Ermentevkujiya Ermeniyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

16 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne