• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Stenbol / AW

27 HEZÎRAN 2026 - 12:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1109emîn de li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku berî 32 salan di 15ê Tebaxa 1994an de hatibû windakirin pirsîn û xwest aqûbeta Îbrahîm Kartay bê eşkerekirin.

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1109emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku berî 32 salan di 15ê Tebaxa 1994an de hatibû windakirin, hate pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiuyê Aysel Ocak ve hate xwendin.

‘Leşkeran got Îbrahîm hatiye binçavkirin’

Aysel Ocak diyar kir ku windakirin pêvajoyeke heta ku tê veşartin berdewam dike û got: “Dewlet berpirsiyara xwe bicih nayîne. Lewma jî binpêkirina mafê mirovan jî berdewam dikin. Di hefteya 1109emîn de em serpêhatiya Îbrahîm Kartay parve dikin. Di 15ê Tebaxa sala 1994an de leşkeran di gundewarên li navçeya Hênê ya Amedê operasyonek dan destpêkirin. Yek ji wan gundan Gundê Gomeçê bû. Bi sedan leşker ketin nava gund û gund şewitandin. Îbrahîm Kartay bi hevjîna xwe ya ducanî û 3 zarokên xwe re xwest ji gund derkeve. Îbrahîm xwest ji mala xwe hin tiştên xwarinê derxe lê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Leşkeran hevjîna Îbrahîm, Salîme Çakir re got ku ‘Îbrahîm hatiye binçavkirin’. Salîme çend rojan li gundekî din li benda Îbrahîm ma lê Îbrahîm nehat. Paşê Salîme Çakir serî li Dozgeriya Komarê ya Hênê da. Lê tu bersiv bi dest nexist û paşê bi malbatî çûn Qerekola Hênê. Li qerekolê ji bavê Îbrahîm, Kadrî Kartay re hate gotin ku me ‘Îbrahîm berda ye, em nizanin li ku ye’. Bavê wî carekî din çû qerekola leşkeran lê leşkeran gule li Kadrî Kartay reşandin.”

‘Ev 32 sal in aqûbeta Îbrahîm nayê zanîn’

Aysel Ocak destnîşan kir ku piştî çend rojan kesek agahî ji malbata Kartay re şandiye û wiha axivî: “Ev kes jî gotiye ‘ez bi Îbrahîm re 8 rojan di binçav de mam e’. Îbrahîm di binçavan de gotiye ku ‘ew ê min bikujin, agahî bide malbata min’. Tevî serlêdanên malbatê jî tu agahî nehat bidestxistin. Piştî 21 salan kesek agahî ji malbatê re şandiye û gotiye, ‘laşê Îbrahîm di Goristana Hênê de li ber dîreka ceyranê hatiye veşartin’. Malbata Kartay serî li ÎHDa Amedê û Dozgeriya Komarê a Hênê da. 3yê Hezîrana sala 2015an de li wir çend hestî hatin dîtin û li gorî encamên DNAyê derket holê ku ew kes ne Îbrahîm Kartay e. Ev 32 sal in hê jî aqûbeta Îbrahîm nayê zanîn û nehatiye eşkerekirin. Kesên ku Îbrahîm windakirin nehatin darizandin. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Di dawiyê de endama ÎHDê Sebla Arcan jî axivî û rojnameger Bayram Balci yê çend roj berê li Ewropa jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û got: “Bayram Balci hevalê Nazim Babaoglû bû, her dem li gel Dayikên Şemiyê sekinî. Em ê jî her dem wî bi bîr bînin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyeMirov-Dayikên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne