• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

Stenbol / AW

16 GULAN 2026 - 13:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1103yemîn de li aqûbeta Kasim Alpsoy û kujerê Halîl Alpsoy ên ku beriya 32 salan hatibûn binçavkirin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê ango Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1103yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Dayikên Şemiyê ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di hefteya 1103yemîn de li aqûbeta Kasim Alpsoy hate pirsîn û hate xwestin ku faîl-kujerên Halîl Alpsoy werin darizandin.

Her du cangorî beriya 32 salan hatibûn binçavkirin û windakirin. Halîl Alpsoy hate dîtin lê tu xeber ji Kasim Alpsoy nehat wergirtin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHDa Stenbolê Zeynep Yildiz ve hate xwendin.

Serpêhatiya du pismaman

Zeynep Yildiz pirsa çi bi Kasim û Halîl Alpsoy ku beriya 32 salan hatibûn binçavkirin û windakirin hat, kir û got: “Em bang li Serokatiya Daîreya Lêkolîne ya Faîlên Nediyar ya di bin sîwana Wezareta Dadê hatiye avakirin de dikin û dibêjin; ‘bûyerên ku nehatine cezakirin jî binpêkirina mafê mirovan in’. Îro em li aqûbeta Kasim Alpsoy û Halîl Alpsoy ku berî 32 salan hatibûn binçavkirin dipirsin. Halîl Alpsoy di 12ê Gulanê 1994an de bi hevjin û zaroka xwe ya 40 rojî dema ku li Stenbolê vedigeriya mala xwe, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hevjina Halîl li dijî polîsan sekinî lê polîsan got, ‘Wê 30 deqîqeyên din vegere malê’. Lê Halîl êdî venegeriya malê. Piştî 18 rojan berdena Halîl Alpsoy ku bi îşkence lê hatibû kirin, li Kirikaleyê daristaneke hate dîtin. Piştî hefteyeke pismamê Halîl, Kasim Alpsoy jî li Edenê hate binçavkirin. Kasim Alpsoy di 18ê Gulana 1994an de hate binçavkirin, heman rojê hate berdan. Lê polîsan dest danî ser nasnameya Kasim û gotin ‘sibe were nasnameya xwe rake’. Paşê Kasim bi xizmekî xwe re çû avahiya MÎTê, lê Kasim ji avahiyê derneket. Heta îro jî aqûbeta Kasim Alpsoy nehat eşkerekirin. Çend sal derbas dibin bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Mirov-Dayikên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn

24 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne