• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Stenbol / AW

9 GULAN 2026 - 13:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1102yemîn de li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ê ku berî 34 salan hatibûn windakirin pirsîn û bang li dozgeran kirin û gotin: “Di dosyeya Husamettîn Yaman û Soner Gul de lêpirsînek baş bikin û heqîqetê derxin holê.”

Dayikên Şemiyê ango Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1102yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, Hevserokên Giştî yên ÎHDê Cîhan Aydin û Oya Ersoy, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Dayikên Şemiyê ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di hefteya 1102yemîn de li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ê ku berî 34 salan hatibûn binçavkirin û windakirin û li kujerên wan hate pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê winda Besna Tosûn ve hate xwendin.

‘Her dem bersiva neyînî dan wan’

Besna Tosun diyar kir ku li dijî polîtîkayên înkarê bersiva herî mezin bîranîna kesên ku hatine windakirin û gotina çîroka wan e û wiha got: “Bi vê sedemê kesên ku naxwazin pêşeroj di bin tariyê de bimîne parastina heqîqetê dikin. Em di hefteya 1102yemîn de xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku berî 34 salan hatine windakirin, bi bîr tînin. Husamettîn Yaman 22 salî û xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Bi hinceta ‘pankart hilgirtiye’ hate girtin piştî 15 rojan di 6ê Îlona 1990an de hate berdan. Soner Gul jî 21 salî û xwendekarê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê bû. Soner Gul endamê Komelaya Xwendekaran bû bi vê sedemê jî gelek caran hatibû binçavkirin û îşkence lê haitbû kirin. Husemettîn Yaman 2yê Gulana 1992an dema ji mala xwe derket, piştî 2 rojan 4ê Gulanê kesek li birayê Husamettîn geriyaye û gotiye, ‘Husamettîn û Soner Gul hatine binçavkirin. Jiyana wan di bin xetereyê de ye, serî li emniyetê bikin’. Malbata Yaman û Gul serî li Miduriyeta Stenbolê û saziyên din ên dewletê dan. Lê bersiva ne di binçavan de ne dan wan.”

‘Lêpirsînek baş nehat kirin’

Besna Tosun destnîşan kir ku di 19ê Kanûna sala 2011an de beyanên îtîrafkarê bi navê Ayhan Çarkin ku polîsê berê bû li nav raya giştî hate parvekirin û got: “Ayhan Çarkin gotibû ‘Husamettîn Yaman û Soner Gul me binçav kir li daristanekê me wan înfaz kir’. Piştî vê îtîrafê malbata Yaman dîsa serî li saziyan da û xwest dosye ji nû ve were vekirin. Lê tevî îtîrafên Ayhan Çarkin jî lêpirsînek bi bandor û baş nehat kirin. Em îro dîsa bang li dozgeran dikin di dosyeya Husamettîn Yaman û Soner Gul de lêpirsînek baş bikin û heqîqetê derxin holê. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin. Sibê Roja Dayikan e. Bi vê wesîleyê dayikên ku aqûbeta zarokên xwe hîn nebûn û jiyana xwe ji dest dan, em di şexsê Saffet Yaman de bi rêzdarî bi bîr tînin. Ya ku vê bêdengiyê guherand, berxwedana heqîqetê ye.”

‘Ez di xewna xwe de jî li benda kurê xwe me’

Paşê Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku ev 31 sal in li kurê xwe Murat Yildiz digere û got: “Ez di xewnên xwe de jî li benda lawê xwe me. Ev bû ji 60 cejnan zêdetir bê kurê xwe pîroz dikim. Sibê dê dayik biçin ser gorên zarokên xwe û wê zarok biçin ser gorên dayikên xwe, lê ez nikarim herim cihekî.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyeMirov-Dayikên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne