• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Kujerên Ayşenur Şîmşek li ku ne?

Stenbol / AW

24 ÇILE 2026 - 12:36
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1087emîn de li kujerên Ayşenur Şîmşek pirsîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta heqîqet derkeve holê ew ê li pey şopa windayan bin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û kiryar bên darizandin, di hefteya 1087emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ayşenur Şîmsek a ku hatibû windakirin pirsîn. Dayik û Mirovên Şemiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hat xwendin.

‘Gelek îşkence lê hatin kirin’

Îkbal Eren diyar kir ku Ayşenur Şîmşek 27 salîbû û li Enqereyê dijiya û got: “Ayşenur karê dermanxaneyê dikir. Di heman de jî di nava rêxistinên tenduristiyê de cih digirt û Serokê Şaxa Saglik-Senê yê Enqereyê bû. Ji ber karûbarên xwe yên siyasî 2 car hat binçavkirin. Di binçav de gelek îşkence lê hate kirin. Polîsan li bavê Ayşenurê geriyabûn û gotibûn, ‘Heke Ayşenur teslîm nebe dê gelek tiştên nebaş bînin serê wê’. Malbata Şîmşek piştî 24ê Çileya 1995an êdî tu agahî ji Ayşenur negirt. Malbata Şîmşek serî polîsan, dadgeh û Wezaraeta Navxwe da. Lê polîsan ji malbata Şîmşek re got, ‘Ayşenur nehatiye binçavkirin’.”

‘Kesên ku Ayşenur kuştin, hatin parastin’

Îkbal Eren destnîşan kir ku malbata Şîmşek di rojnameyê de dît ku li Kirikkaleyê cenazeyê kesek jin hatiye dîtin û wiha axivî: “Ew kesa hatiye dîtin li goristana bêkesan hatiye veşartin. Piştre malbat serî Dozgeriya Kirikaleyê kir. Di 12ê Nîsana 1995an de bedena Ayşenur Şîmşek li goristana bêkasan hat dîtin. Li gorî otopsiyê Ayşenur 28ê Çileya 1995an hatiye kuştin. Li ser bedena wê şopên îşkencê hate dîtin. Bi ser bûyerê re 31 sal derbas bûn. Tu lêpirsîneke bi bandor pêk nehat. Kesên ku Ayşenur kuştin, hatin parastin.”

‘Em ê ji bo windayan edaletê bixwazin’

Îkbal Eren anî ziman ku ew bi bîra rayêdarên dewletê dixin ku windakirina bi zordarî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û got: “Ji bo wê demboriya berpirsariya dewletê ji holê ranake. Di dosyeya Ayşenur de îhlala dewletê ye. Daxwaza me diyar e, biryara neşopandinê divê demildest bê rakirin. Heta ku heqîqat derkeve holê em ê li pey şopa windayan bin. Çend sal derbas dibe bila bibe jî em ê ji bo windayan edaletê bixwazin.”

Piştî daxuyaniyê Mirovên Şemiyê qerenfîlên di destê xwe de avêtin Qada Galatasarayê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

 

 

 

Etîket: Dayikên Şemiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

6 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

28 ADAR 2026
31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne