• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Stenbol / AW

26 ÎLON 2026 - 15:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berfin Çelîk a ku her hefte ji bo dîtina bapîrê xwe Îbrahîm Çelîk li Qada Galatasarayê tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibe, anî ziman ku ew 3 nifş in li edaletê digerin û xwest rastî bêne ronîkirin.

Dayîkên Şemiyê, her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin dipirsin. Dayik/Mirovên Şemiyê dixwazin kujer bên darizandin. Ji bo edalet pêk bê hezar û 122 hefte ne li Qada Galatasarayê bang dikin.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên ku 10ê Tîrmeha sala 1994an li Êlihê ji aliyê Hîzbullahê ve ji malên xwe hatin girtin û hatin windakirin, pirsîn. Beşdarên çalakiyê, wêneyên kesên di bin çavande hatine windakirin û qetilkirin û qurnefîlan hilgirtin. Sekretera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Jiyan Kaya, metna çapemeniyê xwend.

Jiyan Kaya, da zanîn di salên 1990î de gelek kes ji aliyê Hizbullahê ve hatin revandin û windakirin û got: “Tevî hebûna gelek delîl û şahidiya ku nîşan didin ev tawanên giran bi parastin, piştgirî, çavgirtin û hêsankirina burokrasiya ewlekarî û îdarî hatine kirin jî, der barê van tawanan de tu destwerdaneke bi bandor pêk nehat. Di şeva 10ê Tîrmeha 1994an de, çar kesên rûpoş û çekdar li deriyê malbata Çelîk dan û Îbrahîm Çelik bi hinceta ku ‘cihekî nîşan bide’ ji malê birin. Kurê wî yê 19 salî Edîp Çelîk jî ji bo ku bavê xwe bi tenê nehêle, li pey wan çû. Dema ku bav û kur venegeriyan malê, malbat serî li cendirme û polîsan da. Malbatê piştre serî li dozgeriyê dan. Der barê bûyerê de navên endamên Hizbullahê Talat Ruzgar, Ezîz Onluk, Îlhan Onluk, Resul Guneş û Çetîn Dursun wekî kesên têkildar nîşan dan.”

Dê her dem edaletê bixwazin

Jiyan Kaya, diyar kir ku hemû serlêdanên malbatê bi ser neketin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo guhdarîkirina şahidan, lêpirsîna gumanbaran û eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê bi awayekî tam, gavên pêwîst nehatin avêtin. Tu agahiyek din der barê Îbrahîm û Edîp Çelik de nehat bihîstin. Lêgerîna Merese Çelîk, ji aliyê zarok û neviyên wê ve didome. Çiqas sal jî derbas bibin em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

‘Em li Qada Galatasarayê ne’

Piştre neviya Îbrahîm Çelîk, Berfin Çelîk axivî û got: “Ez neviyeke ‘Şemiyê’ me. Em sê nifş in li Qada Galatasarayê ne. Meraqa li ser aqûbeta wan ji bo me bûye cureyekî îşkenceyê. Gelo wê çend nifşên din vê yekê bijîn? Em dixwazin rastiyê bizanin. Weke malbatê em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”

Etîket: Berfîn ÇelîkDayikên ŞemiyeJiyan KayaQada Galatasarayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne