• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê ji bo cezakirina sûcdaran bi biryar in

Rojane /AW

30 MIJDAR 2024 - 14:15
Kategorî: ROJANE
A A
Stenbol – Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 1027an de li aqûbeta Ahmet Yetîşen pirsîn û wiha gotin: “Em dev jî daxwaza xwe ya pêk anîna edaletê bernadin û em dixwazin kiryar bên darizandin.”

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1027emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin pirsin. Di çalakiyê de wêneyên xizmên xwe û qurnefîl hilgirtin. Gelek parêzvanên mafên mirovan, seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ahmet Yetîşen ê ku di 14ê Mijdara 1994an de ji hêla polîs, leşker û cerdevanan ve hat binçavkirin û dû re agahî jê nehat girtin. Seroka ÎHDa Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend.

Gulseren Yolerî, diyar kir ku ji bo Ahmet Yetîşen edaletê dixwazin û got: “Ahmet Yetişen bavê 7 zarokan e ku yek ji wan jêh nehatibû dinê bû. Di 13’yê Mijdara 1994’an de leşker, polîs û cerdevanan li Êlihê du caran saet 19.00 û 23.00’an de bi ser mala wî de girtin. Ekîbên ku Ahmet Yetişen li malê nedîtin bi kurê xwe Hanîfî yê 13 salî re derketin rê. Di 14’ê Mijdarê saetên sibê de heman ekîb ewil çûne mala H.S. Mala N.G. ya ku Ahmet Yetişen lê bû û Ahmet û Hanifi Yetişen li wir hatin binçavkirin û birîn Fermandariya Taburê ya Êlihê. Henîfî ku roja din hat berdan, got ku bavê xwe daliqandî dîtiye û ew jî hatiye îşkencekirin. Êdî pê ve ji Ahmet Yetîşen agahî nehat girtin. Malbata Yetîşen serî li gelek saziyên wekî Serokatiya Meclisê, Serokwezîr, Midûriyeta Polîsan, Qereqola Jendermeyan a Êlihê, Dozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê û Walîtiya Rewşa Awarte da. Lê tu encam bi dest nexistin.”

Gulseren Yolerî, diyar kir ku cîranên wan A.B.yê ku bi qasî 11 meh piştî bûyerê hat binçavkirin, diyar kir ku di lêpirsînê de wêneyên cenazeyê Ahmet Yetişen ê tundî û îşkence lê hatiye kirin, nîşanî wî dane û bi kuştinê wî tehdît kirine. Gulseren Yolerî da zanîn ku Hevjîna wî Turkan Yetişen û zarokên wan gelek caran ji bo kiryar bên darizandin serî li dozgeriyê dan û xwestin şahid bên guhdarîkirin û wiha axivî: “Lêpirsînên ku ji aliyê Serdozgeriya Êlihê ve hatin destpêkirin bê encam man.
Di hefteya xwe ya 1027an de em bang li rayedarên dadê dikin ku bikevin nava tevgerê. Em bang li wan dikin ku erka xwe ya ji bo ronîkirina hemû aliyên windakirina Ahmet Yetişen ên di binçavan de bi cih bînin û berpirsyar bên tespîtkirin û bên darizandin.”

Gulseren Yolerî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû kesên bi salan di binçavan de hatine windakirin bernedin û got: “Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê piştî qurnefîlên li Qada Galatasarayê bi dirûşmên “Ji bo edaletê” û “Ji bo hemû windayan” dawî li çalakiya xwe anîn.

Etîket: Ahmet YetîşenDayikên ŞemiyeGulseren YolerîMirovên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne