• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê yên Amedê ber bi Enqerê ve rê ketin

Amed / AW

12 ÇILE 2026 - 15:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê li dijî êrişên ser Rojavayê protesto bikin ber bi Enqereyê ve rê ketin.

 

Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê li Parka Koşuyolu ya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî dan û ber bi Enqereyê ve rê ketin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dayik rê nadin şer” daliqandin û dovîzên “Rojhilat rûmeta me ye”, “Rojava rûmeta me ye”,”Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat” rakirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tev li daxuyaniyê û oxirkirina dayikan bûn. Daxuyaniyê endama Dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke xwend.

‘Îslamiyet, ne kuştîna jin û zarokan e’

Nezahat Teke anî ziman ku agir bi dilê dayikan dikeve. Nezahat Teke destnîşan kir ku ew naxwazin şahidiya êş û nexweşiyan bikin û got: “Îro agir li dayikan dikeve. Em naxwazin di nava malên xwe de de tiştên nexweş bibînin. Ji ber ku me digot qey dê pêvajoyeke baş çêbibe, lê mixabin em dibînin ku îro li Rojava qetlîam pêk tên. Em wek Dayikên Aştiyê, wek dayikên Rojhilat, Bakur û Başûr; em hemû li dijî van kuştinan in. Ji ber ku yên têne kuştin zarokên biçûk in, xelkê sivîl in. Em bang li hemû cîhanê dikin. Em bi taybetî bang li bawermendên dînê Îslamê dikin; yên ku dibêjin em navê Xwedê hildidin lê xwîna mirovan dirijînin. Em ji wan re dibêjin, Îslamiyet ne ev e! Ne kuştina jinan û zarokan e. Em vê hovîtiyê şermezar dikin. Bi kîn û nefreta di dilê dayikan de, em biryarên şerên ku ji Enqereyê derdikevin şermezar dikin. Em ji bo dayikên leşkeran û dayikên polîsan jî giriyan; me got dilê wan jî dişewite. Lê mixabin tu kesî ji bo zarokên me negiriya.”

‘Zarokên me bimirin, xew li me heram e’

Di berdewama axaftina xwe de Nezahat Teke bal kişand ser daxuyaniyên desthilata AKPê û got: “Di serdana me ya Enqereyê de, rayedaran ji me re digot ‘dê tiştên baş çêbibin’ Ez niha ji wan dipirsim, Ma ‘tiştên baş’ ev bûn ku hûn bedena jineke bêcan ji qata sêyemîn davêjin xwarê? Ma ‘tiştên baş’ qetlîam bûn? Em ê dîsa herin Enqereyê û em ê hesabê van tiştan bipirsin. Bi qasî ku zarokekî me were kuştin, xewa şevê li me heram e. Em ê destûrê nedin ku ev pêvajoya aştiyê xera bibe. Gelek sal in Rêberê Gelê Kurd ji bo aştiyê têdikoşe. Em jî li pişt vê têkoşînê ne. Îslamiyet ne ew e ku zarokekî biçûk heft rojan di nava malê de bê av û xwarin bimîne.”

‘Her derê berxwedana xwe bidomînin’

Di dawiya axaftina xwe de Nezahat Teke bang li DAIŞ û piştgirên DAIŞê kir û wiha got: “Xwedê riya bihuştê nîşanî we nede! Birêz Bahçelî, te behsa biratiya gelan dikir. Ma biratî ev e? Gunehê zarokên Rojava çi ye? Em ê li her derê berxwedana xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê girseya kombûyî dayikan bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” oxir kirin.

Etîket: Dayikên Aştiyê yên AmedêEnqerePêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne