• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurtulmuş: Komîsyona Çavdêriyê dê di demek nêz de dest bi kar bike

Enqere / AW

19 MIJDAR 2026 - 12:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi daxuyaniyeke ragihand ku ew dê di demekê herî zû de Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê ava bikin û wiha got: “Piştî Komîsyon hate avakirin dê xebatên çavderiyê bike û xebatên weke pêşniyaran bi civakê û saziyên berpirs re parve bike. Di demeke herî nêz de Komîsyon dê dest bi xebatan bike.”

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş derbarê Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê de ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê li Meclisê bê avakirin li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Numan Kurtulmuş diyar kir ku ew ji bo avakirina Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê hatine merhaleya dawî û wiha got: “Me ev pêvajo bi serkeftineke mezin heta vê merhaleyê anî. Ev pêvajo ne meseleya tenê partiyekê û siyasetê ye. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ranta siyasî û xetereyê ye. Ev projeya dewletê ye û piştgiriya gel jî ji bo vê pêvajoyê heye.”

‘Divê tu kes li ser pêvajoyê hesaban neke’ 

Numan Kurtulmuş anî ziman ku divê tu kes li ser pêvajoyê hesaban neke û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de ji bilî Tirkiyeyê çavekî 3yemîn tune ye. Yanî dewletek derve çavderiyê nake. Çavderiya pêvajoyê gel dike û Meclis dike. Di xebatên Komîsyona Meclisê ya sala par de gelek beşên cuda yên civakê hatin û axivîn. Di encamên xebatên demdirêj de raporek jî hat amadekirin. Rapor nexşereyek e û ev nexşerê derî û derfetên nû li pêşiya Tirkiyeyê vedike. Di meha Tebaxê de jî qanûna çarçoveyî li Meclisê hate erêkirin. Erêkirina qanûnê destkêftiyeke mezin ji bo lihevkirineke demokratîk e. Piştre jî desteyek bi serokatiya Cîgirê Serokkomar birêz Cevdet Yilmaz hate avakirin û dest bi xebatan kir.”

‘Komîsyon wê di demek herî nêz de dest bi xebatê bike’

Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku li gorî qanûnê Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê jî dê dest bi xebatan bike û wiha pê de çû: “Ev Komîsyon dê li ser navê gel çavderiyê bike û bişopîne. Her wiha yek ji peywîra mezin a vê Komîsyonê ew e ku dê bi awayekî şefaf civakê agahdar bike û piştgiriya gel xurt bike. Piştî Komîsyon hate avakirin dê xebatên çavderiyê bike û xebatên weke pêşniyaran bi civakê û saziyên berpirs re parve bike. Di demeke herî zû de Komîsyon dê dest bi xebatan bike. Di serî de dê biryarên qayde û esasan bigire. Yanî çi xebatan bike dê diyar bike. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û bêpêvçûn dê xebatên xwe bike.”

‘Divê hemû kes zimanê xwe sererast bike’

Numan Kurtulmuş li ser pirsa rojnamegeran da zanîn ku ew dê di demen pêş de li ser lihevkirina partiyên siyasî hejmara kesên di Komîsyonê de cih bigirin jî diyar bikin. Her wiha Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku mafê ti kesî nîn e ku zirarê bide pêvajoyê û divê hemû kes li gorî hesasiyeta pêvajoyê tevbigere. Numan Kurtulmuş îdia kir ku dewlet bi îradeyeke mezin gavên pêwîs diavêje û zû bi zû pêvajo xirab nabe. Numan Kurtulmuş diyar kir ku qanûna çarçoveyî sê misogeriyan dide û wiha got: “Yek tespît û teyît e. Ev garantiyeke mezin e. Ya din desteya di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de ye. Ya sêyemîn jî Komîsyona Çavdêriyê ya Meclisê ye. Divê hemû kes zimanê xwe sererast bike û dev ji ezberên siyasî yên berê berde. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Bi îzna xwedê em ê bi zimanekî nû û siyaseteke nû bi vê re bibin.”

 

 

Etîket: Komîsyona ÇavdêriyêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkSerokê Meclise Nûman Kurtulmuş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

16 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Kurtulmuş ji bo ‘Komîsyona Çavdêriyê’ dest bi serdanan dike

Kurtulmuş ji bo ‘Komîsyona Çavdêriyê’ dest bi serdanan dike

10 MIJDAR 2026
Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

8 MIJDAR 2026
‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

5 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne