• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwan li pêş çavê dayikan kuştin

Mehmet Alî Ertaş / AW

20 TÎRMEH 2025 - 09:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed êrîşên li dijî Durziyan û helwesta HTŞê nirxand û got: “Gelê Durzî înkar û teslîmiyetê qebûl nake, loma dixwazin bi van komkujiyan gelê Durzî teslîm bigirin. Lê gelê Durzî li ber xwe dide û dê berxwedana gelan bi ser bikeve.”
Remziye Mihemed, da zanîn ku tarzê DAIŞê û DAIŞê dişibe hev û got: “Malbatan ji kok ve qetil dikin. Ciwanan li pêş çavê dayikan dikujin.” 

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri agirbest ragihand ku komên “êlan” ên êrişan li gorî agirbestê tev digerin. Lê şer li Siwêdayê yê li dijî taxan berdewam e. Tevgera Rîcal El Kerame bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku êriş “heta kêliya dayîna daxuyaniyê berdewam e û komên terorîst ên ku hikumet piştgiriya wan dike, êriş gund, bajar, şêniyên sivîl dikin, mal û milkên wan dişewitînin û li ber çavên cîhanê sûcan dikin.

Serokê Dûrziyên li Suriyeye Şeyh Hikmet el-Hicrî anî ziman ku her çend agirbest hatibe îlankirin jî li hin cihan binpêkirina mafan berdewam dike û bang li hêzên navdewletî kir ku civaka Durzî ji êrîşan bê parastin.
Şeyh Hikmet el-Hicri, xwest welatên garantor ên di navbera agirbestê de cih digirin, van êrîşan bidin rawestandin û got: “Divê hêzên navdewletî Durziyên Sûriyeyê ji êrîşan biparêzin. Hikmet el-Hicri, da zanîn ku mîlîsên êrîşkar sûcên pir hov pêk tînin û ev mijara şermê ye.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şerê li Siwêdayê û êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê de ji 13ê Tîrmehê heta 19ê Tîrmehê 940 kes hatine kuştin.

Ciwan li pêş çavên dayikên wan kuştin

Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed jî têkildarî geşedanên li Sûriye, Siwêdayê nirxandinên girîng kirin. Remzime Mihemed ewil bal kişand ser sedema zêdebûna êrîşên HTŞê yên li dijî durziyan û wiha got: “Bi taybetî piştî rejîma Baas çû û li şûna wê HTŞ hat ser hikûmetê û bi demkî dimeşîne, êrîşên bi vî rengî dem bi dem dewam dikin. Roj bi roj ev êrîş zêde dibin. Beriya van êrîşan li bajarên Lazkyê û Beravê êrişên li ser elewiyan hebûn. Bi dehan komkujî pêk hatin. Malbat ji kokê ve hatin kuştin. Ciwan li pêş çavê dayikan kuştin. Kiryarên hovane li ser civakan kirin.”

Gelê Siwêdayê li dijî hemû kiryaran serî netewandin

Remziye Mihemed da zanîn ku li bajarê Sweida heta niha pergala wekî Rêveberiya Xweser ava kirine û wiha axivî: “Bi tevlêbûna hemû pêkhateyan li herêmê Xweseriya diparêzin. Meclisên xwe ava kirine. Parastina bajarên xwe dikin. Helwesta xwe diyar kirin ku ew rêveberiya hikûmeta demkî ya bi vî tarzî qebûl nakin. Gelê Siwêda li dijî hemû kiraran serî netewandin û li ber xwe dan. Berê li diji pergala Baasê rawastiyan. Niha jî li dijî pergala HTŞê radiwestin. Ji ber pergala hikûmetê ya bi vê tarzê qebûl nekirin, êrîşên bi vî rengî li ser wan zêde bûne. Li aliyekî êrîş zêde dibin, li aliyê din gelê Siwêda berxwedanek mezin nîşan dide.

Durzî bindestiyê qebûl nakin

Remziye Mihemmed bal kişand ser sedema êrîşên li dijî Durziyan jî û wiha berdewam kir: “Ji ber ku gelê Durzî, Netew Dewlet qebûl nekirin û bindestî qebûl nekirin tên kuştin. Destûr nedan ku dewlet li ser wan desthilatdariyê bike. Dewlet mafê pêkhateyan qebûl nake û binpê dike. Durziyan anîn ziman ku wan xweseriya xwe ava kiriye û vê nêzîkatiya înkarê qebûl nakin. Durziyan xwest hikûmeta nû Durziyan wekî vîn bibîne û xweseriya wan qebûl bike. Piştî vê sekna Durziyan me dît ku kuştin û komkujî zêde bûn. Me dît ku binpêkirina mafan zêdetir bû. Em dibini ku li kolanan, nexweşxaneyan, li malan û li her derê mirovan qetil dikin. Ev encama hişmendiya dewleta netew û baviksalarî ye. Lê gelê Sûriyê êdî hişyar bûye û êdî koletiya berê qebûl nakin.”

Bi van êrîşan dixwazin gelê Durzî teslîm bigire

Remziye Mihemed da zanîn ku piştî HTŞ hat ser rêveberiya Şamê her tim bi kuştin û komkujiyan tê rojevê û wiha pêde çû: “HTŞ bi van êrîşan dixwaze gelê Sûriyeyê bitirsîne. Dixwaze gelê Durzî bitirsîne. Dixwazin ku xwe bi xwe bi rêve nebin. Ji ber vê yekê êrîşên qirkirinê pêş dixin. Lê li aliyê din gelê Durzî van êrîşan qebûl nake. Berxwedanek mezin nîşan dide. Hikûmet bi van êrîşan dixwaze gelê Durzî ji vê berxwedanê berde û teslîmî hikûmetê bibe.”
Hêzên ku çavên xwe digirin destekê didin êrîşan.”

Remziye Mihemed bal kişand ser hêzên li pişt HTŞê û wiha lê zêde kir: “HTŞ hem bi xwe êrîş dikin û hem jî bi piştgiriya hêzên derve êrîş dikin. HTŞ dema derbasi Helebê bû hêzeke biçûk bû. Dema çû Şamê leşker û hêzên di nava wê de xuya dike ku her yek ji welatekî ye. Hêzên ku tev li arêşa hikûmeta nû bûne, ne ji bo axa Sûrî biparêzin. Ne dilêşên gel û axa Sûrî ne. Em dibînin ku bi navê HTŞê de hêzên din hene. Ev hêzên ku çavên xwe ji êrîşan re digirin destekê didin êrîşîn HTŞê. Di demên dawî de li dijî nexweşxaneyan, bijîşkan û rûsipiyan êrîşen hovane pêk hatin. Hem destê derve di van êrîşan de hene, hen jî rengê rastî yê HTŞê ev e.”

Hevkariya HTŞê û DAIŞê aşkere ye

Remziye Mihemed li ser têkiliya HTŞ û DAIŞê jî rawestiya û got: “Hevkariya DAIŞ û HTŞê li pêş çav in. diyar in. Tiştekî veşarî tune ye. Rengê HTŞê û hem jî siyaseta wê siyasta DAIŞê ye. Wekî DAIŞê kî tê ber wan dikujin. Çi tê ber wan talan û wêran dikin. Êrîşî nexweşxaneyan dikin. Talan dike, wêran dike û komkujiyê pêk tîne. Li gelek cihan ji DAIŞê zêdetir êrîş dike. Dîsa di remzên ku li ser milên xwe û sînga xwe datînin û ala wan remza DAIŞê ye. Gotinên wan jî gotinên DAIŞê ne. Di aliyê qirkirin û talankirinê de yek alî ne. Dixwazin tirz û xofekê pêş bixe da ku civakê tevî koçber bike û bi rêve bibe.”

Terzê DAIŞê û HTŞê yek e

Remziye Mihemed, anî ziman ku mînakên dişibe DAIŞê li gelek bajaran xwe nîşan da û wiha lê zêde kir: “Dema DAIŞ ji milê Tirkeyê derbasî Kobanê bûn, cilê YPGê li xwe kir û derbas bû. Dema millet xwest wan pêşwazî bike komkujiyek mezin pêk anî. Nêzî 250 kesî kuştin. Li Siwêda jî şêwazên tu dimeşînin tunekirina gelê Durzî ye. înkarkirina çand û vîna gelê Durzî ye. DAIŞê li derve mane tev li xwe dikin. Kesên ku Hemrîn Xelef şehîd kirin, minakên Ebû Emşat ên li Efrînê talan û werankirin pêş xistin tev bi awayekî fermî di hikûmetê de cih digirin. Ev êrîşên bi hevkariya DAIŞê li pêş çavan e û diyar e. Bêdengiya pergala cîhanê û hêzên navneteweyî nîşan dide ku hevkariyê bi DAIŞ û HTŞê re dikin.

Remziye Mihemed, herî dawî da zanîn ku bi van rêbazên êrîşan armanc dikin ku merirsiyek mezin ava bikin û got: “Lê dê hemû gelên Sûriyeyê li dijî qirkirin, talankirin û wêrankirinê serî rakin. Dê hemû gelê Sûriyeyê vê pergalê qebûl nekin. Gelê Sûriyeyê dê pergala ku mafê gelan û çanda gelan înkar dike û talan dike, dê qebûl neke. Berxwedanek mezin li dijî vê pergalê heye. Bêguhman ev şeklen êrîşan metirsiyekê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî ava dike.
Gelê Sûriyê dê li dijî siyaseta qirker yekîtî û berxwedanê xurt bike

Em bawer dikin ku ji tirs û koçberiyê zêdetir dê gelên Sûriyeyê bêtir hevgirtin û berxwedana hevper xurt bike û dê bêtir li dijî van êrîş û êrîşkaran bibin yek. Dê li dijî vê siyaseta qirker berxwedanê mezin û xurt bikin. Dê têkoşîna gel bêtir mezin bibe. Hevîya me ji civakê heye ku xwe biparêze. Ji bo gel karibe xwe biparêze, bêtir bi yekîtî, hevgirtin li dijî êrîşan raweste. Pêwistî bi yekîtiî û berxwedanek hevpar heye.”

 

Etîket: DAIŞdurzîHTSRemziye MihemedSweidaTEV-DEM
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026
Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne