Dadgeheke li Almanyayê cezayê hepsê li hevjînên endamên DAIŞê yên iraqî ku ji ber kolekirin û îstîsmara zayendiya ya li hemberî du zarokên Êzîdî dihatin sûcdarkirin, birî.
Di doza ku li bajarê Munihê hate dîtin de dadgehê hevjînên berbehs ji ber sûcên weke komkujî, sûcê li dijî mirovahiyê, kolekirin, êşkence, sûcê şer, îstîsmara zayendî ya li ser zarokan û endatiya rêxistina terorî DAIŞê sûcdar dîtin.
Dadgehê li sûcdarê zilam cezayê hepsa heta hetayê û ji hevjîna wî jî ku hate diyarkirin di dema kirina sûcên berbehs de 18 salî nebûye, 9 sal 3 meh cezayê hepsê hate birî.
Li gorî biryara dadgehê hevjînên berbehs di navbera salên 2015-2017an de li Iraq û Sûriyeyê di nava refên DAIŞê cih girtine. Hate tespîtkirin sûcdaran du keçikên Êzidî ku yek ji wan 5 salî û ya din 12 salî bûye, kirine kole û sûcdarê zilam gelek caran destdirêjiya zarokan kiriye û sûcdara jin jî alîkarî daye van êrişên li ser her du zarokan û tundiya fîzîkî li zarokan kiriye.
Di rûniştina biryarê de îfadeyên zarokên mexdûr jîhatin xwendin. Di îfadeyan de van gotinan cih girtiye: ‘’Em Êzîdî kole bûn. Heya kûçik jî ji me qîmettir bûn. Zarokatiya me bes li gel êşê derbas bû.’’
Hate diyarkirin ku hevjînên sûcdar her du zarokên berbehs ji endamên din ên DAIŞê re hiştine, di sala 2017an de ji Sûriyeyê derketine û di sala 2024an de li başûrê Almanyayê hatine girtin.













