• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dixwazin 15ê Sibatê weke roja azadiyê bi bîr bînin

Wan / AW

10 SIBAT 2025 - 17:18
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di daxuyaniya li Wanê de axivî, êrîşa polîsan û binçavkirina jinan şermezar kir û got: “Di berbanga nîqaşên çareseriyê de em dixwazin 15ê Sibatê ku heta niha weke rojeke reş dihat pênasekirin, weke roja azadiyê bi bîr bînin û bi awayeke azad bijîn.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin ber bi azadiyê ve dimeşin” li Wanê xwestin meşekê li dar bixin. Jin, li Kolana Hunerê kombûn û li vir bi govendê û stranan li benda destpêkirina meşê sekinîn. Polîsan, hêj muzakere berdewam dikir êrişî girseya ku di nav de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar heye kirin, li jinan dan û gelek jin kirin binçavan. Polîsên ku êrîşê jinan kirin, rojnameger jî derb kirin û astengkirin. Her wiha parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî hatin derbkirin.

Piştî êrîşa polîsan jin li ber deriyê avahiya DBPê kom bûn û li vir Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar daxuyaniyek da. Jinên li ber DBPê kom bûn pankarta “Jin, ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin û dirûşmên “Jn jiyan azadî, azad dike Rêbertî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

‘Ocalan di ciheke 12 metrekare de çareseriyê diafirîne’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar êrişa polîsan şermezar kir û got ku gaz reşandin nav çavên jinan û bi kaşkirinê ew kirin binçavan. Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku walî, emnîyet û rêveberiya navendî gava mesele dibe jin, dibe Kurd çawa êrişkar dibin tê dîtin û wiha got: “Em bimeşin û dirûşman biavêjin wê dewlet parçe bibe? Hûn vî welatî parçe dikin. Em jin em ê li her derî biqîrin, heta demokrasî nehê vî welatî dê êrîşên wiha berdewam bikin. Ev welat di destê kapîtalîzmê de dirize, ev desthilat siyasetê dirizîne. Di berbanga nîqaşên çareseriyê de em dixwazin 15ê Sibatê ku heta niha weke rojeke reş dihat pênasekirin, weke roja azadiyê bi bîr bînin û bi awayeke azad bijîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cihekî 12 metrekare de çareseriyê diafirîne.”

‘Ji pêvajoya nû ya aştiyê netirsin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku ew dê weke jin perspektîfa aştiyê, perspektîfa çareseriya demokratîk a ku dê çêbibe, pêk bînin, bimeşînin. Çigdem Kiliçgun Ûçar ev yek anî ziman: “Li hemberî hemû astengiyan em ê li qadê bin. Em ê li dijî zihniyeta ku Rojîn Kabaîş kuştiye, li dijî zihniyeta ku Narin Guran kuştiye, li dijî zihniyeta ku Gulistan Dokû ne dîtiye, şer bikin. Em ê bibin pênûsê Nagihan Akarsel, kameraya Cîhan Bilgin. Em ê vê têkoşînê bi bîranîna wan canên ku me winda kirin, bidomînin. Bila tu kes netirse, ji pêvajoya çareseriyê ya nû, ji nîqaşên demokratîk netirse û xwedî derkeve. Gelo ji bo çareseriya demokratîk, aştiyeke bi rûmet li vî welatî, erkeke bi rûmettir heye? Di daxuyaniyên Birêz Abdullah Ocalan de hêvî heye, aştî û jiyana bi hevre heye û em ê heta dawiyê ji bo vê yekê têbikoşin. ”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah OcalanÇîgdem Kilikgun UçarDBPTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne