• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun: Têkoşîna jinên Kurd bandorê li hemû cîhanê dike

Mûş / AW

20 SIBAT 2026 - 13:39
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna eşkerekirina deklarasyona 8ê Adarê ya Meclîsa Jinan a partiya xwe de axivî û da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd dimeşînin bandorê li tevahiya cîhanê dike û pêşengiya jiyaneke nû dike û got: “Gaveke berbiçav a herî girîng ya têkoşîna me pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Em hemî jinan vedixwînin ku vê yekê zindî bihêlin û berfireh bikin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li avahiya xwe ya Bajarê Mûşê bi beşdariya hevseroka xwe ya giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçarê deklarasyona 8ê Adarê Roja Jinan Cîhanê eşkere kir. Piştî ku Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî deklarasyonê xwend, Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî.

‘Di êrişên li ser Rojava de dîsa jin bûn hedef’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd niha li hemû cîhanê belav bûye û bûye motîvasyon. Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku ew dê li dijî qirkirina li ser jinan ku li Rojava derketiye holê, di têkoşînê de biisrar bin û got: “Di êrişên li ser Rojava de dîsa jin kirin hedef û xwestin bi keziyê şervaneke jin atmosfereke tirsê çêbikin. Lê bi pêşengiya jinên Kurdistanê, hemû jinên cîhanê bersiva vê yekê bi honandina keziyan da û ev atmosfer veguherandin atmosfera azadiyê. Ruh û esasê têkoşîna jinê ev e.”

‘Di sala malbatê de nêzî 400 jinan hatin kuştin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser îlankirina sala malbatê ya 2025an û bi bîr xist ku di vê sala malbatê de nêzî 400 jin ji aliyê mêrên herî nêzê wan ve hatin kuştin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku di van 24 saetên dawiyê de jî li Wanê, Aksarayê, Osmaniyeyê, Stenbolê û Gebzeyê 6 jin hatin kuştin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Sedema newekheviya di navbera jin û zelam de desthilata mêr û dewleta mêr e. Heqîqeta ku yekemîn hatiye reşkirin û tarîkirin, heqîqeta jinê ye û em dê li dijî vê yekê bibiryar têkoşîna xwe bidomînin. Di dîrokê de jî xuya ye ku jin heta niha pergala herî demokratîk û wekhev bi rê ve birine û niha jî têkoşîna jiyaneke wekhev û azad a ji bo hemû civakê dide. Sembola vê têkoşînê ya herî berbiçav jî Rojava ye.”

‘Têkoşîna jinên Kurd bandorê li tevahî cîhanê dike’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku em nêzîkî salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk dibin, gotina Birêz Ocalan a di peyama xwe ya 8ê Adarê de tê bîra me. Ocalan dibêje ‘Pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd girantir e.’ Weke jinên Kurd ku di vê têkoşînê de pêşeng bûne, ji erdnîgariya xwe dest pê kirine û bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ber bi tevahiya cîhanê ve dirêj bûne, em ê di têkoşînek ku gerdûnî dibe de pêşeng bin. Ez dixwazim bang li hemî jinan, bi taybetî jinên Kurd bikim ku têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin. Têkoşîna ku em dimeşînin bandorê li tevahiya cîhanê dike û pêşengiya jiyaneke nû dike. Gaveke berbiçav a herî girîng di vê yekê de Aştî û Civaka Demokratîk e. Em hemî jinan vedixwînin ku vê yekê zindî bihêlin û berfireh bikin.”

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarMeclisa Jinan a DBPêTêkoşîna Jinantêkoşîna jinên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Parlamento ji bo qanûnan li benda çi disekine?

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Parlamento ji bo qanûnan li benda çi disekine?

10 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê pêvajoyê bi dest û wijdana tu kesî re bernedin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê pêvajoyê bi dest û wijdana tu kesî re bernedin

9 TÎRMEH 2026
Saziyên sivîl ên Semsûrê: Em ê piştgiriya tam bidin pêvajoyê

Saziyên sivîl ên Semsûrê: Em ê piştgiriya tam bidin pêvajoyê

6 TÎRMEH 2026
Li Semsûrê civînên gel: Mijûlkirina dewletê baweriyê dişkîne, divê gavên qanûnî bên avêtin

Li Semsûrê civînên gel: Mijûlkirina dewletê baweriyê dişkîne, divê gavên qanûnî bên avêtin

6 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar bi ciwanên Semsûrê re civiya

Çîgdem Kiliçgun Uçar bi ciwanên Semsûrê re civiya

5 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun li Semsûrê ye: Divê rê li ber aştiyê bê vekirin

Çîgdem Kiliçgun li Semsûrê ye: Divê rê li ber aştiyê bê vekirin

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne