Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna ciwanan a li Semsûrê de axivî û diyar kir ku banga 27ê Sibatê bangawaziyek ji bo ciwan û jinan e û got: “Ev mesele, meseleya Tirkiyeyê ye. Divê di siyasetê de rola ciwanan hebe.”
DBPê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên bi dirûşma “Em peyva aştiyê bi gel re ava dikin” de li bajarên Kurdistanê hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne. Yek ji bajarên ku DBPê bernameyên xwe lê meşand jî Semsûr bû. Hevdîtin bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û hejmareke zêde ya ciwanan pêk hat.
Pêvajoya 27ê Sibatê hat nîqaşkirin
Ciwanan di vê civînê de pêvajoya ku bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de dest pê kiribû, nîqaş kirin. Ciwanan nêrîn û pirsên xwe yên derbarê pêvajoyê de û her wiha pirsên li ser dema hatina zagonan a ji bo meclîsê anîn ziman. Di heman demê de ciwanan li ser rol û mîsyona ciwan, jin û Elewiyan a di pêvajoya aştiyê de nîqaşên berfireh kirin.
Di civînê de xwendekarekî beşa hiqûqê mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku divê manifestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hatî weşandin ji aliyê ciwanan ve were xwendin. Xwendekar diyar kir ku divê ciwan li ser real-sosyalîzm û jineolojiyê hûr bibin û di vî warî de atolyeyên taybet werin organîzekirin.
Xwendekarekî din pirsa “Gelo pêvajo di kîjan astê de ye?” kir. Ciwanekî din jî bal kişand ser dilpakiya pêvajoyê û pirsa “Gelo xebatên entegrasyonê yên ku li Rojava tên kirin, li vir jî pêkan in an* kir. Di heman demê de pirsî ku Elewî dê çawa bêyî ku bi rûbirûyê “komkujiyan” bibin, bi nasname û baweriya xwe ve di nav pêvajoya aştiyê de cih bigirin.
Xwendekarekî beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî jî ev pirs kir: “Taybetmendiyên herî bingehîn ên ku jinên ciwan ên Kurd ji nifşên berê cuda dikin çi ne? Tevger, ji bo ku xwe li gorî van daxwaz û hewcedariyên diguherin bîne ziman, xwe çawa weguherîne?”
‘Serî li polîtîkayên yekparêziyê dan’
Piştî pirsên ciwanan, Çîgdem Kiliçgun Uçar nirxandinek li ser pêvajoyê kir, bersiva pirsan da û wiha got: “Ji her demê zêdetir hewcedariya me bi hişê ciwanan heye. Li her zanîngeheke Kurdistanê polîtîkayên taybet tên meşandin. Nimûneya herî berbiçav a vê yekê Gulistan Doku ye. Me hemûyan bûyera li pişt windabûna wê dît. Em dizanin ku zanîngeh li derveyî bajaran ne û dewlet bi taybetî ciwanên ku ji nasnameya xwe şerm dikin û jê direvin dixwaze. Du vebijarkan pêşkêşî ciwanan dikin: an dê serî bitewînin an jî dê vê pergalê qebûl nekin, peyva xwe bibêjin û jiyana xwe ava bikin. Di avakirina komarê de gelek pêkhateyên etnîkî cih girtin. Heta destûra bingehîn a 1924an tu pirsgirêk tune bû. Piştî wê, bi mentiqê netewe-dewletê serî li polîtîkayên yekparêziyê dan. Em îro di nav pêvajoyeke wiha de ne ku nasnameyên cuda dikarin xwe tê de ava bikin û em li ser vê yekê diaxivin.”
‘Divê em têkoşînê dewrî ciwanan bikin’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rola çalak a ciwanan a di vê pêvajoyê de û axaftina xwe wiha qedand: “Îro li Rojhilata Navîn her kes şer ferz dike û li gorî vê yekê siyasetê dimeşîne. Dixwazin Kurdan jî bixin nav vî şerî, lê Kurd di nav têkoşîna avakirina jiyaneke nû de ne. Kurdan, bi taybetî jinên Kurd, li dijî rêxistina herî hov a cîhanê DAIŞê şer kirin. Kî/kê ê vî hişê mêrserdest û hişê dewleta mêr biguherîne? Em ji bilî aştî û demokratîkbûnê tu vebijarkeke din naxwazin. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hev re, bi taybetî di bin pêşengiya we ciwanan de vê yekê biguherînin. Banga 27ê Sibatê bangawaziyek ji bo ciwan û jinan bû. Divê em vê tekoşînê dewrî ciwanan bikin. Ev mesele, meseleya Tirkiyeyê ye. Meseleya paşeroja Tirkiyeyê ye. Divê di siyasetê de rola ciwanan hebe.”
Bername piştî guftûgoya bi ciwanan re bi dawî bû.





















