• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Parlamento ji bo qanûnan li benda çi disekine?

Mûş / AW

10 TÎRMEH 2026 - 21:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”

Hevdîtinên gel ên Mûşê ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Em gotina aşitiyê bi gel re ava dikin” li dar dixe, li bajaroka Vartînîsê bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar beşdarî hevdîtinê bû. Şande beriya ku derbasî qada hevdîtinê bibe, serdana Muzeya Bîranînê ya Komkujiya Vartînîsê kir û dû re derbasî Parka Milet ku hevdîtin lê hat kirin, bû.

‘Doza Vartînîsê ji bo pirsgirêka Kurd mînakeke xurt e’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser nedîtina bersûcê Komkûjiya Vartînîsê serleşker Bulent Karaoglû. Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku doza Vartînîsê ji bo pirsgirêka Kurd mînakeke xurt e û diyar kir ku Vartînîs bi têkoşîna xwe li ser piyan e. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku gelê Kurd nûnertiya şêwazekî jiyanê dike û got: “Birêz Ocalan jî dibêje ‘Înkar ji holê rabûye, hebûn hatiye qebûlkirin.’ Her tiştê ku Birêz Ocalan gotibû pêk hat; ji betalkirinê bigre heta merasîma şewitandina çekan. Qanûna çarçoveyê tê nîqaşkirin, tevî vê yekê jî ev 40 roj in tu hevdîtin bi Birêz Ocalan re nehatiye kirin.”

‘Ev welat ne tenê xwedî yek nasnameyê ye’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku Îmralî ne tenê giraveke girtîgehê ye û wiha pê de çû: “Vebûna deriyê Îmraliyê tê wateya guherîna bêhiqûqiya ku li ser Kurdan tê ferzkirin. Gelê Kurd ji ber ku di qanûna vê dewletê de cih negirt, neçar ma ku malbatên xwe biterikîne û têbikoşe. Heke em di hiqûqa vê dewletê de binfikirandana, me ê îro behsa tiştekî din bikira. Li Îmraliyê her ku tecrîd giran bû, hewl hat dayîn ku gelê Kurd ji jiyana xwe were qutkirin. Rejîma qeyûm dest danî ser destkeftiyên gelê Kurd. Li ser ciwan û jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet hatin meşandin. Di girtîgehê de hiştina mirovekî ya 30 salî û berdana wî ya ber bi mirinê ve, çi dide vî welatî? Îro welat hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve di nav krîzeke mezin de ye. Ev welat ne tenê xwedî yek nasnameyê ye. Dibe ku we qanûnên xwe li gorî wê amade kiribin, lê rastî ne wusa ye.”

‘Pêvajo mîna 2013-2015an nebû malê civakê’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya bi şêwaza “çareseriya pirsgirêka Kurd berdana çekan e” xelet e û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Tişta ku em îro nîqaş dikin ne tenê ew e ku Kurd wê çawa bijîn. Pirsa ‘Çima dewlet gavê navêje’ ku her kes nîqaş dike, girîng e. Lê Werin em pirsê berovajî bikin; kî wê gavê bi dewletê bide avêtin? Ev pêvajo mîna pêvajoya 2013-2015an nebû malê civakê. Parlamento ji bo qanûna çarçoveyê li benda çi disekine? Bila nesekine.”

Piştî axaftinê hemwelatiyekî mafê axaftinê girt û diyar kir ku perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir zelal e û divê di vê xetê de pêvajo bibe malê civakê. Hemwelatiyekî din jî pirsî ku wekî partî ew di kîjan qonaxa pêvajoyê de ne û pêvajoya qanûnên çarçoveyî di çi astê de ye.

Piştî pirs û bersivan hevdîtinên gel ên li Mûşê bi dawî bûn.

Etîket: civîngelHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarKomkujiya VartînîsêMûşpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne