• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Cezayên girtiyan bi awayekî kêfî dirêj dikin’

Amed / AW

3 MIJDAR 2025 - 10:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêveberê MED TUHAD-FEDê Şafî Hayme têkildarî dirêjkirina cezayê girtiyên siyasî bertekên xwe anî ziman û got: “Gelek girtî li ruxmê cezayên wan diqedin jî wan bi awayekî kêfî bernadin. Cezayê girtiyan bi kêfî dirêj dikin.”

Li gorî rapor û daneyên sazî û komeleyên mafên mirovan û hiqûqê li 402 girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî 420 hezar û 904 mirov girtî ne. Tevî ku kapasîteya van girtîgehan 304 hezar û 964 mirov in jî, li gorî kapasîteyê, 116 hezar û 18 girtî zêdeyî kapasîteyê di girtîgehê de girtî ne. Li gorî rapora CÎSSTê rêjeya tijebûnê li girtîgehan ji sedî 138 e. Li gorî raporê 357 hezar û 646 girtî cezayê wan hatiye êrêkirin. 63 hezar û 258 mirov jî li gel darizandina wan didome, bêyî ku ceza li wan bê birîn bê ceza tên girtin.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Miorvan (ÎHD) a 28ê Nîsana 2025an jî li Tirkiyeyê 161 jê jin, 1251 mêr bi giştî herî kêm 1412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 335 girtî rewşa wan giran e. 230 girtî bi tena serê xwe nikarin bijîn û divê serbest bêne berdan.

Tenê li Girtîgehên Îzmîrê ji serê salê heta niha cezayê 15 girtiyên siyasî hatin dirêjkirin. Li gorî daneyên Şaxa OHDê ya Îzmirê ji serê Çileya 2025an ve heta niha cezayê 15 girtiyan dirêj kirine û li gel cezayê wan qediyaye jî nayên berdan.

Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Şafî Hayme têkildarî dirêjkirina cezayên girtiyan axivî û got: “PKKê xwe fesix kir. Piştre çek şewitandin. Herî dawî hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişand. Guh da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Lê Tirkiye li aliyekî di pergala cerdevaniyê de israr dike, li aliyê din girtiyan serbest bernade. Ji bo jiyanek hevpar û bi tifaq divê berî her tiştî girtiyên siyasî serbest berdin. Divê girtiyên nexweş serbest berdin.”

‘Girtiyên nexweş nayên berdan’

Şafî Hayme da zanîn ku girtiyên nexweş bi kêfî nayên berdan û wiha got: “Hin caran cezayên wan şeş mehan hin caran salekê dirêj dikin. Gelek girtî li ruxmê cezayên wan xelas bûne jî bi awayekî kêfî nayên berdan. Dayika Aştiyê Şefîka Kandal 65 salî ye û girtiyek nexwaş e, lê dîsa jî nayê berdan. Semîra Dîrekçî girtiya nexweş e. Mehmet Emîn Çam di girtîgeha Batmanê de nexwaş e. Nikare pêvîdîyên xwe bîne cîh. Kasim Saglik li Rîzeyê girtî ye. Di hucreyê de tê girtin. Hayatî Kaytan li girtîgeha Boluyê nexweş e. Mehsûm Yûksekdag di Girtîgeha Erziromê de ye û nexweş e.”

‘Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan’

Şafî Hayme herî dawî diyar kir ku muxatabê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan. Heta niha komîsyona Meclîsê tu gav neavêtiye. Divê komîsyon biçe bi Abdullah Ocalan re biaxive. Lê tiştek nekiriye. Hê jî girtîyên nexweş nehatine berdan. Ev komîsyon dê çawa baweriyê bide mirov. Em dixwazin pirsgirêka Kurdan bi rêya siyasî û hiqûqî bê çareserkirin û em bi hev re azad bijîn.”

Etîket: girtigirtîgehgirtiyên nexweşMED TUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne