Malbata Kaya û malbata Kisaoglû bi pêşengiya MEBYA-DERa Stenbolê cenazeyên zarokên xwe Suheyla Kaya (Zîlan) û Zehra Kisaoglû (Raperîn) ên endamên Tevgera Azadiyê ku li peyarêyên Goristana Kîlyosê hatibûn definkirin wergirt û malbatan cenazeyên zarokên xwe ber bi navçeya Kanîreşê ya Çewligê ve derxist rê.
Li Şehîdgeha Goristana Xerzanê cenazeyê 282 şervanên endamên PKK, HPGê, YPG, YPJê ku dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn veşartin. Bi biryara Walîtiya Bedlîsê di 19ê Kanûna 2017an de 282 cenazeyên endamên PKK, HPGê, YPG, YPJê yên li Goristana Xerzanê ya li gundê Olekajor a Bedlîsê cenaze hatin derxistin û gor hatibûn rûxandin û xirakirin. Ji van cenazeyan 21 cenaze malbatan wergirtibû. Cenazeyê 261 kesan hê jî li Stenbolê li peyarêyên Goristana Kîlyosê veşartî ne.
Di encama hewldan û serlêdanan de malbatên Suheyla Kaya (Zîlan) û Zehra Kisaoglû (Raperîn) jî îro bi pêşengiya MEBYA-DERa Stenbolê çûn Goristana Kîlyosê û cenazeyên zarokên xwe derxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çiçek, malbatên her du şehîdan, rêveberên MEBYA-DERê û hin welatî bi hev re çûn Goristana Kîlyosê û cenaze wergirtin.
Pêşî cenazeya Suheyla Kaya hate derxistin. Paşê jî cenazeyê Zehra Kisaoglû hate derxistin.
Piştî cenaze hatin derxistin, li vir ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.
Endamê OHDa Stenbolê û parêzerê MEBYA-DERê Veysel Demîrkaya axivî û diyar kir ku cenzeyên cangoriyên têkoşîna azadiyê bi awayekî derhiqûqî li vir hatine veşartin û wiha got: “Me van her du cenazeyan wergirt. Lê belê divê cenazayên hevalên din jî demildest teslîmî malbatan bê kirin.”
Malbat jî axivîn û sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re xwestin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.
Piştî axaftinan malbatan cenazeyên zarokên xwe ber bi navçeya Kanîreşê ya Çewligê ve derxistin rê.
Suheyla Kaya (Zîlan) di sala 1997an de tev li têkoşîna Tevgera Azadiyê dibe û di sala 1999an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Zehra Kisaoglûya (Raperîn) jî di sala 1997an de tev li têkoşîna Tevgera Azadiyê dibe û ew jî di sala 1999an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide.


























